Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Daxuyan ………. Ji raya giştî re

                                                  

                                                              Daxuyan

                                                        Ji raya giştî re

    Di dîroka Kurd  de, Avdar tijî bûne û serpêhatiyên xemgîn û şikestinê ,şahî û serkeftin ye. Serhildana Qamişlo di diwazdehê Avdara sala 2004 an ,yek ji wan rawestgehên salane, ya ku tê de nifşên me, ji bo pakrewanên xwe yên ku jiyana xwe di wan bûyerên xwînî de ji dest dane, reş girêdidin . Ew bûyer li lîstgeha Qamişlo ya werzişê û bi hurhutandina hin aliyên nijadperest destpê bûn , û di dû re xwepêşandanên aştiyane yên nerazîbûnê  li ser wan bûyeran û alîgirtina hêzên asa û destlatê ji êrişkeran re û bikaranîna wan ji hemî alavên tundûtûjiyê û qurşînan li dijî sêvîlan  Li  hemî bajar û bajarokên Kurdî belav bûn.

   Encama wê serhildana Kurdî dora pêncî pakrewanî, bi sedan birîndar û bi hezaran girtî bû, Lê, ew hejmara  pir ji qurbanyan û hemî karên hovane yên bi destê çekdarên  êlên erebî (keta,êb el-be,is ) di dermafê cîranên xwe yên Kurd de çêbûne û ziyan gihandine jiyankirina hevbeş, berî wê jî bi dehsalan zilm û zora sazûmanê di dermafê Kurdan de, ew tev nebûn ciyê pûtûpêdana siyastmedar û rewşenbîrên Ereb.

    Serhildana gelê me, ne bûyerên tevlihevkirin û xirbeliqiyê an perçekirin û veqetandinê bû – weke ku destlatê û ragihandina wê jê re radighand û belav dikir, da ku Kurdan di tenatiyê ke û wan li hember xwe bi tenê bihêle .

   Bervajî wê ew serhildan, piştî dehsalan ji desthilatdariya be,is , ji bo Sûriyan dozkirina pêşîn ji bo azadî û rûmetê bû. Wê rêbenda tirsê li ba gelê Sûriyê şikand , û derd û êşên gelê Kurd-weke dozeke dadmend û rewa-derxist roniyê, da ku destpêka asteke nû tomar bike,û piştî heft salan xortên sûriyê wêrekî, viyan û gelek siloganan jê werbigirin , û derkevin xwepêşandanan li bajar û bajarokan di bîranîna guhestina Serhildana Kurdî ta Efrîn, Kobaniyê û herêmên din, yanê panzdeh û şazdehê Avdarê.

         Ew dîrok weke rojine reş di bîra Kurdî de cî girtine, çimkî di wan rojan de , sala 1988 an rijîma Sedêm çekên kîmawî – yên qedexe- di dermafê Kurdên sêvîl û aram de Li herêma helebçe bi kar anî, wê komkujiya ku tê de bêtirî pênc hezar niştecî hatin kuştin , bi hezaran birîndan bûn, yên mayîn jî pergende û penaber bûn û ta niha piraniya yên birîndar nexweşiyan dikşînin.

      Di dema ku em serhildana 2004an bi bîr tînin û ji bo pakrewanên wê û piştgiriya xwediyan  radighînin , bîranîna xişim û bêtara Helebçe /16/î Avdara 1988an jî – Ya ku bi kirêtiya xwe gihîşte asta tewana cînosaydê û ji holêrakirina nijadî ji bîr nabe.

    Qurbaniyên herdu bûyeran miletekî aram, azadî û rûmetxwaz bû û kujer jî yek bû ( Partiya Be,is a şoven û setemkar, Li Îraq û Sûriyê).

-Abidîn û sermedbûn ji pakrewanên serhildana/12/ê  Avdara 2004an û pakrewanên Helepçe re…..

-Serkeftin ji doza gelê me yê Kurd û rewa re…..

-Bila tim û tim hemî ked ji bo pêkanîna aştî, azadî û wekheviyê-topserhev bibin.

13.3.2015

                                        Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button