Bihêle li ser neynûkên te
Rondikên xwe
Daweşînim
Û ziwa bikim
Çimkî
welatê ku giriyê min hembêz dikir
Tu kes hêrsa dilê wî
Venamrîne
Û hêstirên wî
Ziwa nake
Bihêle carekê
Di Çavên te de
Tîna welatê xwe
Hembêz kim
Çimkî
Ji roja roj de
Tu kesî
Serma dil
Ji kaniya omîdên min dernexist
Û hembêza min germ nekir
Bihêle li ser sînga te de
Nexeşeya penaberiyê vereşînim
Da riya vegera Wehwehokên Biharê
Li Guliyên te
Bişopînim
Çimkî
Di kolanên beyaniyê de
Rê û rêçik
Di hev re derbas dibin
Û min wenda dikin
Bihêle carekê
Kêlîka ramûsanan
Dirêj bibe
Ta teyrokên xwîna min
Di serê tiliyan de bicivin
Çimkî
Li welatê min
Ramûsan ji dengê teyrokan
Dûr dibezin
Û Teyrok jî Lêvan dernexûn dikin
6\1\2015