Berî ku destên xwe ji dilê min daweşînî
Û di riyeke Aşopî de şerpeze bibî
Pişta xwe bide vê Dara
Ku ji ahînên min şewitî
Da di sawirên xewe de
Weke şêwekarekî zîrek hewlbidim
Dîmena Mijgulên te
yên ku bi ser çavên min de dernexûn bûne
Di dilê xwe de piçespînim
Çimkî
Li paş Darê
Nîgarên ji leylanan
Pişta Miştenûr
Deşta Cûmê
Û hembêza Qamişlokê
Di giyanê min de
Weke Paçikê devê miriyan
Hêviyên penaber dirêsin
Berî ku Dîkê Sibehê
Di awatên min de
Guloka xwîmê vereşîne
Pêşwaziya dilê min
Li ber deriyê dojeha lêvên xwe
Bi siwarên Payîzê re
Bike heval
Ji ber ku
Nema Îdî xunçeyên Biharan
Ji sînga min re
Dibine sîbera tenahiyê
Piştî ku Lêvên te
Agirê wêranê
Bi koça min re
Kire rêhevalê penaberoyeke
Bê nav
Bê sînor
Û bê dawî
12\1\2015