Hîn mijgulên te
Weke Pênûseke kildayî
Tîpan li ser baskên min
Rêz dikin
Tevî ku
Neynokên te
Ew ji peran rûçikandin
Hîn bihna Gula te
Di nav rehên dil de
Gobeg dide
Tevî ku
Gul çilmisî
Û ahînên dil
Tevahiya Sînga min dorpêç dikirin
Hîn tîna gotinên te
Di seqema jiyanê de
Lêvan germ dikin
Û hestên birçî dikelînin
Tevî ku
Karwanê koçberiyê
Lêv û gotin talankirin
Hîn di hinavên min de
Birûskên Çavên te
Barana paşerojê
Dibarînin
Tevî ku
Tava xewziyan
Wargehê min bi cî hişt û bihûrî
14\12\2014