Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Armancek hevbeş û Neteweyî Pêwîst e / Armanc çareserkirina “pirsa kurd” nîne, meşruiyeta dewletê firehkirine…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu@gmail.com)

Kurdan hîn pêvajo û siyaseta dewletê/hukumetê fahm nekirine. Gelo dê çawa siyaseteke neteweyî bikarin tespît bikin?. Gelek eşkere ye ku Peymana Lozanê dubare dibe. Kurdên ji merkez û navenda dewletê dûrketine û reviyane, dewleta tirk dixwaze ku dîsa entegre bike û bi xwe re girê bide. Divê kurd li hemberî projeya dewletê/hukumetê projeya xwe ya dewletbûnê û kêmtirin  federebûna Kurdistanê derxin pêş.

Siyaseta tê meşandin bes siyaseta hukumetê nîne, di hemen dem de siyaseta dewletê ye. Wek tê zanîn di destpêkê ev siyaset û projeya tê meşandin, ji aliyê serokkomar Evdillah Gul de hat ser zimên. Evdillah Gul got ku “pirsa kurd, pirsa Tirkiyeyê ya yekemîn e û divê ji bona pirsa kurd gav bên avêtin.” Demek şûnda jî diyar kir ku “di qada pirsa kurd de tiştên baş dê biqewimin.” Pişt re serokwezîr berdewamiya siyaset û daxuyaniya xwe ya Tebaxa 2005-an diyar kir, ku dê ji bona pirsa kurd projeyekê bimeşînin. Projeya xwe di destpêkê de “vebûna kurd” bi nav kir. Piştî ku li hemberî vê terîfê gelek rexne hatin kirin, navê projeyê bû “vebûna demokratîk”. Minaqeşeya naveroka vê terîfê jî bû sedem, ku hukumet paşve gav bavêje û bibêje ku ev “Projeye Yekgirtî ya Neteweyî” ye.

Ev projeya pêşiyê wek projeya hukumetê hat fahm kirin. Piştî civîna MGKê derket holê ku ev projeya projeya hukumetê nîne, projeya dewletê ye. Ez bi xwe jî, ji serî de di wê nerînê de bûm, ku ev projeya dewletê ye. Lewra pirsa kurd pirsa dewletê ye. Dema ku dewlet bi tevayî nexwaze ji bona pirsa kurd vekirinek bibe û projeyek çê nabe.

 Armanca vê projeyê ew e, ku dewleta unîter, neteweyî, otorîter a tirk jinûve ava bibe û sînorê meşruiyeta dewletê fireh bibe. Firehkirina meşruiyeta dewletê pirsa îro nîne û girêdayî avayiya dewletê û qerektera dewletê bi xwe ye. Ji bona vê yekê firehkirina sînora dewletê pirseke 100 salî ye.

 Dewleta tirk, dema ku ava bû, li ser mîrasa Împeratoriya Osmanî ava bû. Di destpêkê de bingeha wê ya rewa firehtir bû. Dema ku dewleta tirk ava bibe, diviya bû ku ji derveyî burokrasiya leşker û sivîl, piştgiriya gundiyan, bajariyan, burjawaziyê, oldaran û kurdan bigre. Ji bona vê jî aktorên damezrênêr yên dewletê ji van aktoren re hirmetkar bûn. Lê piştî ku dewleta tirk ava bû, ev aktoran hemû hatin red kirin û înkara kurdan dest pê kir. Dewlet li ser bingeha neteweya tirk, ola îslamî, mezheba sunî, çîna bûrokrasiya sivîl û leşker, li ser îdeolojiyekê ava bû. Komara Tirkiyeyê bû dewleteke neteweyî, unîter, otorîter û faşîzan. Wê demê jî rewabûna wê gelek teng bû û  heta nema.

 Li hemberî dewleta otorîter kurdan serî hilda. Oldaran, sosyalîst û lîberalan muxalefet bidarxistin. Dewletê bi qetlîam û jenosîda kurdan û serkûpkirina muhalefeta civakî ya tirk dewlet jinûve ava kir. Kurd û muxalefet kişandin navendê.

 Di sala 1946-an de piştî şerê cîhanê yê 2-emîn, bi pêvajoya demokratîzekirinê û pirrparticitiyê burjuwazî ji bona meşruiyeta dewletê bi kar hat anîn. Kurdan jî xwe nêzikî partiya burjuwaziya lîberal kirin. Dema ku burjuwazî zor da paradîgmaya fermî ya dewletê, wê demê xwediyê dewletê bi Darbeya leşkerî ya 27-ê Gulanê, dewlet xistin destê xwe û jinûve ava kirin.

Piştî darbeya leşkerî, dîsa burjuwaziyê û muxalefeta kurdan û muxalefeta çep/sosyalîst di nav deh salan de zor da meşruiyeta dewletê. Wê demê jî di sala 1971-an de bi darbeyeke leşkerî ya din dewlet jinûve ava bû. Meşruiyeta dewletê tengtir bû.

Piştî Darbeya leşkerî ya 1971-an Tevgera Kurd xurttir bû. Derket holê ku bi zor û kuştin û hepisê pêşiya tevgera kurd naye girtin. Tevgera kurd ji bona ku ji hundir de teslîm bê girtin, dewletê di nav kurdan de xwe organîze kir. PKKê wek aktoreke siyasî encama vê siyasetê kete nav jiyana kurdan.

Lê dîsa jî pêşiya Tevgera Bakurê Kurdistanê nehat girtin. Darbeya leşkerî di sala 1980-yî de pêk hat, dewlet di çarçeweya makezagona 1982-an de jinûve hat ava kirin.

 Lê dîsa jî muxalefeta kurd li hemberî dewletê xurttir bû û qerektereke nû qezenç kir. Piştî şerê sar hemû dinya kete nav pêvajoyeke nû. Li hemû dinyayê guhertinên gelek radîqal pêk hatin: Yekîtiya Sovyetan û Yugoslavya hat rûxandin.  23-25 netewe bûn dewletên serbixwe. Hezar mixabin dewleta tirk wek dewleta dema şerê sar jiyana xwe domand.

Qonaxa ku Tirkiyeyê û kurd  tê re derbas dibe, qonaxeke gelek xesas û girîng e. Dewleta tirk girêdayî guhertinên li dinyayê, guhertinên li Rojhilata Navîn û guhertinên li Başurê Kurdistanê nikare wek berê, bi paradîgmaya kevn ya ku sînora meşruiyetê wê teng dike, jiyana xwe bidomîne.  Dewleta tirk, dixwaze xwe jinûve ava bike. Di avakirina nû de enstrumana kurdî, enstrumana demokrasiy û, globalîzmê, statuya li Başurê Kurdistanê û Yekîtiya Ewrupayê bi kar tîne.

 Bi kurtî diyar bikim, pirs demokratîzekirina Tirkiyeyê û çareserkirina pirsa kurd nîne. Pirs, jinûve avakirina dewletê ye û sînorê meşruiyeta dewletê fireh kirine.

Partiyên kurd xwediyê projeyeke hevbeş û neteweyî nînin…

Ez dema li helwesta partiyên siyasî yên kurd, siyasetvanên kurd û rewşenbîrên kurd  dinêrim, di despêkê de pirsgirêka tespît dikim ew e, ku pêvajoya li Tirkiyeyê, pêvajoya pirsa neteweyî ya kurd û projeya dewletê/hukumetê nehatiya fahm kirin. Dema ku mirov û rêxistinek bûyerekê û tiştekî fahm neke, ew bûyerê dê çawa şirove bike û çawa helwest bikare nîşan bide.

Partiyên siyasî yên kurd, rewşenbîr û siyasetvanên kurd hewildidin ku ji projeya dewletê/hukumetê re piştgir bin û an jî li dij bin. Bi piranî jî ji bê çaretiyê ji projeya dewletê/hukumetê re piştgir in.

 Ji bona ku pêvajo û projeya dewletê/hukumetê bê fahm kirin, divê partiyên siyasî yên kurd, siyasetvan û rewşenbîrên kurd bi xwe hem xwediyê projeyeke neteweyî û hem jî xwediyê projeyeke hevbeş bin.

Partiyên siyasî yên kurd, rewşenbîr û siyasetvanên kurd xwediyê projeyeke neteweyî nînin. Qesta min ji projeya neteweyî ew e, ku divê xwediyê armanceke hevbeş bin û di ji bona xwe û neteweya kurd statuyekê daxwaz bikin, ji bona neteweya kurd daxwazkarên dewleteke federal û konfederal û sebixwe bin.  Hezar mixabin partiyên siyasî yên kurd, xwediyê armancên cihê û proja çareseriyê ne.

 Dema ku em ji projeya partiyên siyasî yên kurd qal dikin, çend proje derdikevin pêşiya me. PKKê/DDPê, “Komara Demokratîk ya Tirkiyeyê” diparêze. Ji bona neteweya kurd tu statuyekê daxwaz nakin. Bes carna qala “xweseriya demokratîk” ya hûndir vala dike. Nûha jî dixwaze bi CHPê re partiyekê bi navê “Partiya Komarî ya Tirkiyeyê” ava bike.

Di nav gel de û ji aliyê dewletê de jî PKKê/HDPê mihatap tê girtin. Projeya PKKê/HDPê  û dewletê jî li hevûdu dikin.

Dewletê piştî salên 1974-an ji bona ku kurdên Bakurê Kurdistanê ji xeta serxwebûnê bikşîne merkeza dewletê û bi dewletê re entegre bike, bi riya PKKê siyaset û projeyek meşand. Piştî 35 salan jî di ev projeya xwe de bi serket.

Partiyên siyasî yên kurd yên ji derveyî PKKê/HDPê jî, di nav neteweya kurd de xwediyê rolekî nînin, mîsyona xwe yan qedandine û yan jî mîsyona xwe nikarine pêk bînin. Heta ez dikarim bibêjim ku ev partiyan endamên xwe jî nikarine temsîl bikin. Ji bona vê yekê ev partiyan ji bona neteweya kurd statuya federal jî daxwaz bikin, li hemberî projeya dewletê/hukumetê xwediyê qiymetekê nînin.

Bi giştı heger tiştek bê gotin, partiyên siyasî yên kurd duvik in û hem jî duvikên projeya dewletê/hukumetê ne. Ez helwesta partiyên me yên siyasî, dişibînim helwesta beşek partiyên Bakurê Kurdistanê ku ji bona demokrasiyê, li dijî Demîrel û hukumetên rast piştgirî didan Ecevît. Di encamê derket holê ku Ecevît kesekî ji demokrasiyê dûr û dewletçiyekî hişk û kemalîst e.

 Di vê merheleyê de jî partiyên me piştgiriya projeya dewletê/hukumetê dikin.

Heger bi giştî bê diyar kirin, divê partiyên siyasî yên kurd, rewşenbîr û siyasetvanên kurd di projeyeke neteweyî de li hevûdu bikin. Ev projeya ji bona neteweya kurd kêmtirin federasyonê daxwaz bike.

Kurd, helwesta filîstiniyan û neteweyên din yên dewletê xwe avakirine nîşan bidin. Pişt re jî, îradeyeke hevbeş çê bikin û li hemberî dewleta tirk bibin terefek.

 “ Vekirina Demokratîk” dê çi encamê bide?

 Projeya dewletê/hukumetê, dê sînora meşruiyeta dewletê fireh bike, qismî demokratîzebûnê pêk bîne, ji endametiya Tirkiye Yekîtiya Ewrupayê re derfet çê bike, îtibara Tirkiyeyê ya navneteweyî zêde dike, neteweya kurd ji statuya desthilatdarî û serxwebûnê dûr bixwe û nêzikî navenda dewletê bike û entegrasyonê jî xurt bike.

Piştî ev guhertinan û encaman, ji bona Tirkiyeyê û kurdan pêvajoyeke nû diyar dibe. Ev pêvajoya, bi awayekî nû dê nekokiya kurdan tirkan derxe holê û awayên nû yên têkoşînê derxe pêş kurdan.

Ji bo vê pêvajoyê pêşniyar…

Divê kurd pêvajo û siyaseta dewletê/hukumetê fahm bikin. Wê demê dikarin li hemberî projeya dewletê/hukumetê helwesteke neteweyî nîşan bidin. Gelek aşkere ye ku Peymana Lozanê dubare dibe. Kurdên ji merkez û navenda dewletê dûrketine û reviyane, dewleta tirk dixwaze ku dîsa entegre bike û bi xwe re girê bide.

Divê kurd li hemberî projeya dewletê/hukumetê projeya xwe ya dewletbûnê û kêmtirin federebûna Kurdistanê derxin pêş.

 Divê kurd wek min li rêzên jorîn jî qal kir, divê ji bona bibin xwediyê projeyeke neteweyî û hevbeş, xebat bikin.  Li hemberî dewletê ji projeya xwe re xwedî derkevin.

 Amed, 16. 12. 2014 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button