DaxuyanWergerandinالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (322): Çalkiyin serweriyê yen Turkiyê, dijatiyek li ser sivîlekî, ferzkirina vêrgiyan û qutkirina daran, dizînin

Weke tekezî li ser berdewamiya Turkiyê ji dagîrkirina Herêma Efrînê re, hîna bi dehan ji bargehên wê yên leşkerî, biryargehên wê yên ewlehiyê, dezgeh û saziyên wê yên xizmetguzarî û rêvebiriyê, dibistanên û navendên wê yên olî û çandî çalak in, û herweha jî encûmenên xwecihî yên ku wê li sala 2018an. Z bi nav kirine li dar in; Weha jî Istîxbaratên Turkiyê bi hevaltiya Milîseyên “Asayêşa Sivîl” rêbendên ewletiyê vedinin (Çateriya Gundê Kokanê nimûne ye) û hin Kurdên vegerîne herêma xwe lêpirsîn dikin û digirin, bi ser de jî hebûna biryargehine ewlehiyê û leşkeriyê, nivîsgehên abortiyê û rêbendên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî”!

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Vekirina mizgeftekê:

Nimûnak din li ser berdewambûna dagîrkirina Turkiyê, li 01.04.2025an. Z, cîgirên Waliyê “Hetayê” û miftiyê Wîlayeta “Hetayê” – Turkiyê li rex kesayetin “olî û civakî” û “Mihemed Şêx Reşîd – serokê encûmena xwecihî li Efrînê” li vekirina Mizgefta “Hesen Efendî Qasêm Axa” beşdar bûn, li gorî nûçe û wêneyên ku rûpela fermî ya encûmenê li ser Fêsbokê belav kirine.

= Ahenga bi boneya “Cejna Serweriya Niştîmanî” ya Turkî:

Û herweha jî bi boneya “Cejna Serweriya Niştîmanî û Cejna Zarokan” ên ku li Turkiyê -hersal li 23 Avrêlê- weke cejin cî girtine, Amojgeha “Yûnês Emre” li nav avahiyên Dibistana Pêşesaziyê li Bajarê Efrînê di bin bi dehan Alên Turkî de çalakiyin li dar xistin, di nav re jî gotinên girêdana nivşekî Sûrî yî nû bi çand û girêdana Turkiyê re.

= Dijatî li ser sivîlekî:

Li 16.04.2025an. Z, li orta Bajaroka Şiyê, “Ebo Hemze” – berpirsiyarê nivîsgeha ewlehiyê ya Milîseyên “El’sultan Silêman Şah – El’emşat” rabû qurşîn di nav lingên Hemwelatî “Mistefa Mistefa Cemîl Şêxo – xelkê bajarokê” re avêtin û lêxist, ji ber ku wî buhaya tevahiya mazota firotiyê daxwaz kir.

= Dijatiya li ser bijîşkekî:

Li vê dawiyê li Gundê “Gewenda – Meydana” – Navça Reco, çend malbatên anînde yên dest danîne ser malên xelkê gund ji sala 2018an. Z ve, rabûn derî û pencereyên mane dizîn; Û di vê pêvajoyê de “Ebo Heyan” -serkêşekî Milîseyên Feyleq El’şam- jî rabû derî û pencerên vêla Bijîşkê dirana “Ehmed Mûse Hesen” vekirin û lêxist û şormorên kêm vê re kirin, ji ber ku li pêşiya dizînê sekinî, û berê jî “Ehmed” pircaran di heftsalên borî de daxwaza vegerandina mala xwe kiribû, lê bê sûd bû, û ji ber wê neçar bû ku berdewam li Bajarê Efrînê rûne.

= Vêrgiyên “El’hemzat”:

Ta niha nivîsgeha abortiyê ya Milîseyên “Firqit El’hemzat” li N. Reco ferzkirin û wergirtina vêrgiyan ji hemwelatiyên Kurd berdewam dike, bi taybetî jî li Gundên “Kumreşê, Hesen, Qude, herdu Hecîkên Jorin û Jêrin, Etmana, Mûskê, Berbenê, herdu Guliyên Jorin û Jêrin”, û ew jî beramberî radestkirina zeviyên zeytûna û malên ên vegerîne, û nûkirina “girêbestên demanê/rêvebirina malmewdanên hemwelatiyên ne li gund”, û weke tekezî “Ebo Leys” û “Mihemed Itriyê” du perçedengên cihê şandin, tê de daxwaz ji xelkê dikin ku tiştê ji wan tê xwestin bikin û yên li ser wan ferzkirî bidin, bi zimanê gef û sozan, bi ser hebûna Amûra “Asayêşa Giştî” ya girêdayî Hikomeya Şamê de li navçe.

= Qutkirina daran:

Bi ser berdewambûna qutkirina daristanên îhracê yên li Bajaroka “Qitmê” – N. Şera û hin gundên Cindirêsê mane de, li gorî jêderine xwecihî û hejmarek ji vîdiyoyên li ser alavên hevgîhana civakî belavkirî, qutkirinên hejmarek ji darên zeytûnê jî hatine qutkirin, jê qutkirina bêtirî/100/darî zeytûnê bi piçekî û hinjî bi tevayî li Gundê “Şewarxa” – N. Robariya/Şera, li şev 19.04.2025an. Z, li gorî perçevidiyoya ku hemwelatiyekî gund belav kiriye; Û piştî lêkolînkirina bûyerê, diyar bû ku ew dar ên Hemwelatî “Beşar Seqîb Se’îd” û zaroyên birayê wî yê dilovanber “Cemal” in; Û êzing û dîrakên daran li makînên bara têne barkirin û ji aliyê milîseyan ve bo navendên firotinê li hundir B. Efrînê û Parêzgeha Idlibê têne guhestin.

= Binpêkirinine din:

– “Emar Ke’iko/Ebo El’cod – serkêşekî Milîseya Firqit El’mu’itesêm” û yê dest daniye ser mala Hemwrlatî “Xelîl Kemal Hisên” li Gundê “Qîbarê” – Rojhilatê Bajarê Efrînê ji sala 2018an. Z ve, bê vêrgiyeke diravî mezin razî nabe malê radestî xwediyê wê bike, bi ser daxwazkirina wî li dubarekirî re, û “Xelîl” bi riya vîdiyokê tekez dike ku li 08.02.2025an. Z ew tûşî piroseyeke revandinê û dizîna makîna wî bûye, û ew hewcedarî mala xwe ye û ew nikane vêrgiyê bide.

– Li 15.04.2025an. Z, çekdarekî matorek dutekerî li Bajarê Efrînê dizî, û ew jî ye Hemwrlatî “Ebdîn Menan Cîco” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna” ye.

Berdewambûna dagîrkirina Turkiyê ji Efrînê re û mandina milîseyan, binpêkirinan, neradestkirina malmewdanên xelkê herêmê û venegeradina anîndeyan bo herêmên wan ên resen dihevojîne û zêde dike, û heyameke ne aram û ewle ji bo vegera koçberên zoranê bo cî û warên xwe berdewam dike.

26.04.2025. Z – 2637. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Vekirina Mizgefta “Hesen Efendî Qasêm Axa” li Bajarê Efrînê, 21.04.2025. Z.

Ahenga Amojgeha “Yûnês Emre” ya bi boneya “Cejna Serweriya Niştîmanî” ya Turkî, 23.04.2025. Z.

Qutkirina darên zeytûnê li Gundê “Şewarxa” li Navça Şera, ji vîdiyoke belavkirî li ser Rûpela “Efrîn El’an”, 19.04.2025. Z.

Qutkirina daristaneke îhracê li Bakurê Bajaroka “Qitmê” li Navça Şera, ji perçevîdiyoke ku ragîhêner “Ehmed El’berho”, ye ku li 22.04.2025an. Z belav kiriye.

————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-322-26-04-2025-PDF

Related Articles

Back to top button