Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Koşkê Evîneke têkçûyî …….

Helbest: Ronî ELÎ

Hey Şajina koşkê evînê

Nameyên Nêrgizan

Di kevanê dilê min de

Çilmisîn û diçilmisin

Û hîn jî

Te daniştoka ahînên min

Bi cî nehişt

Da li ser lêvên hêviyan

Xunava Omîdan bireşînî

Hey Şajina xemla sawiran

Dilopên Barana xewnên min

Di Evsaneyên evîna te de

Ziwa bûn

Û hîn jî

Buxça dilê te

Pêşwaziya tiktika hastên lerizî

Nekir

Û nejî derî lê vekir

Hey Şajina dengvedana Jiyanê

Lavlavên Pepûlekan

Agriê Serkutkirina baskên vejînê

Di koşkê te de venemirand

Û hîn jî

Li ber deriyê Çavên te

Hestên şewitî

Di kovanên evînê de

Bîranînan werbêj dikin

10\12\2014

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button