Min û te
Çivîkên Biharê basko dikirin
Da ji me re
Fîxanên vemirtî
Nûjen bikin
Lê me nizanî
Ew perên ku bi ber Bayê sibehê diketin
Xewnên min û te bûn
Min û te
Dastanên dildaran ezber dikirin
Û di nav daristanên xemgîniyê de
Pelên hêviyan
Bihev re Parvedikirin
Lê …………
Di nav tîrêjên Royê de
Lêvên paşerojê ziwa diman
Min û te
Sirûda sondên Şeydê
Di nav lêv û diranan de
Birîn dikir
Lê ….
Di kaniya hêstirên min de
Te Arvanê dilê xwe
Hino hino werbêj û ziwa dikir
Min û te
Hestên girjîn
Di nameyên bê navnîşan de
Weke penaberên rê wendayî
Didane ber bahoza hilqetandinê
Û piştî ramûsanek bayîn
Şiyana evînê
Şîna têkçûnê destnîşan dikir
30-11-2014