pêlên deryaya dîrokê
min
ji qerexekî cîhanê
tavêjin qerexekî din
min
li nav diranên çerxa felekê
digûvêşin
di tûnela bêdawî de
her dimeşim
ramanên
çîrokên bijî
birîna min
di dilê min de
şe dikin
rêwiyekî bêvîn im
dizanim
ne rêwîyê destpêkê
û
ne jî yê dawî me
03.12.2014
Kamran Simo Hedilî