Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Gulebarandina du sivîlên bêçek ji Gundê “Dargirê” û pakrewanbûna yekî ji wan

Daxuyan

Giropeke gerok ji milîseyên Hêza Hevbeş a “Tîpa/Firqit El’hemze, Firqit El’sultan Silêman Şah” (e ku ji bo dizînê û wergirtina vêrgiyan û şelandina xelkê li ser riyan û di nav zeviyên zeytûn û baxçan de digere, û ne rêbendeke cihnaskirî), li cihekî nenormal di nav herdu Gundên “Coqê” û “Dargirê” de (yên ku “El’hemzat” destseriya wan dike) – li Navça Mabeta, li kat dudiyê şeva Çarṣemê 19.6.2024an. Z, qurşîn yekser avêtin du hemwelatiyan “Cemal Elî kurê Mihemed Gulîn /27/sal – hevjînkirî û xwediyê du zarokan, Mihemed Welîd Elîko /22/sal” ji xelkê Gundê “Dargirê”, li dema vegera wan ji karê xwe li Bajarê Efrînê bi matorê dutekerî, û di encamê de mekin birîndar bûn, û ji bo dermankirinê bo Nexweşxana Sûrî ya Pisporî ya taybet li Bajarê Efrînê hatin birin.

Li Şeva Înê jî 21.06.2024an. Z, “Cemêl” ji ber birînê jiyana xwe ji dest da, û “Mihemed” jî di rewşeke ne hêminî de tê dermankirin, lê di heman demê de jî Milîseyên “Asyêşa Leşkerî” û “Hêza Hevbeş” oda lêsekirinê dorpêç kir û wêne û guhestina nûçeyan qedexe kirin, û dora Gundê “Dargirê” jî xelek girt da ku liv û tevgera hemwelatiyan tengas bikin û bizavên gelêrî qedexe bikin; Û berî wê jî wan ji heman gundî Hemwelatî “Bekir Ednan Bekir/25/sal” -bînerê tekane li ser bûyera tewanê- girtibû, yê ku dema ew herdu hatine armanckirin bi matora xwe li piş wan dihat, û paşê jî di bin gefa kuştinê de û bi mercê ku li ser hûrgiliyên tewanê nepeyive ew berdan.

Ev tewan xelekek ji zincîra tewanên kuṣtinê û komkujiyên ku di dermafê Kurdan de – niṣteciyên resen- li Efrînê hatine kirin, ji dema dijberîkirina hatiye ser ve (20.01.2018. Z), û berî wê jî herdu tewanên kuştinê (xortê negîhayî “Ehmed Xalêd Me’imo/Malbata Medê/16/sal li 13.03.2024. Z”, û çar ji Malbata “Pêşmerg” li 20.03.2023. Z) li Cindirêsê; Û îro sibehê termê Pakrewan “Cemal Elî” -di nav hestên xemgînî û xêlîbûnê de-  li goristana gundê wî hate oxirkirin.

Meriv û xisimên “Cemal Elî” û “Mihemed Welîd” û Xelkê Efrînê û Kurd bi giştî kerb û şermezarkirina xwe ji vê tewana nerfet re mekin didin nîşandan, di pileya yekê de berpirsiyartiyê dikin stûyê Dagîrkeriya Turkiyê ya ku bi rastînî desteseriya hemî warên jiyanê li herêmê dike, û herweha jî li ser alavên xwe ji Hemahengiya Sûrî – Ixwanî û Hikometa wê ya Demkî û Milîseyên “Artêşa wê ya Niştîmanî”; Û weha jî bang li Civaka Navdewletî û “Emrîka, Rûsiya” bi taybetî dikin, da ku kar bikin ji bo danîna rêgirekê ji binpêkirin û tewanên ku di dermafê Efrînê û xelkê de têne kirin, û ji bo ji Turkiyê daxwaz bikin ku dagîrkirina xwe ji Efrînê û herêmên din ên Sûriyê re bi dawî bike, û piştgirî û parastina xwe ji wan Milîseyên Sûrî re rawestîne.

21.06.2024. Z – 2635 k

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Pakrewan “Cemal Elî kurê Mihemed Gulîn”.

Birîndarê xort “Mihemed Welîd Elîko”.

————–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Daxuyanî-Tewana Dargirê-21-6-2024-PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button