Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Nanxo

Memê Alan*

Peyveke hevdudanî ye, yanê ji du gotinên xwerû pêkhatî ye («Nan» + «Xo»), û xwedî wateyeke nirxbuha ye, bi taybetî jî li ba bavpîrên me Kurdan (ên ku qedra nanxoyê dizanîn û digirtin), ta radeya ku dema du kesan nan û xoyê hev dixwarin, ew nanxwardin dibû girêbesteke biratiyê di navbera herdiwan de. Vêca di talîtî, şîrînî, xemgînî û şahiyan de, li kêlek hev diman, û ew dilsozî bi wan re dima û heta-hetayê diçû. Ne wek çerxedema me ya îroyîn ku hemî  perensîp û sincên nirxbuha pir lawaz bûne, û jiyana mirovan tev ketiye peran û berjewendiyên kesayetî, ta asta ku hemî têkiliyan bi wê dilbirê dipîvin.

Di pêvajoya van ton sincên pîroz de, ezê vê kurteçîroka kevnar a kelepûrî ji xwendevanên Newrozê û hemî kesên hîn van sincên nirxbuha û pîroz rêz digrin û diparêzin re, pêşkêş bikim.

Dibên rojekê mirovekî Kurd î perîşan li bajarekî ji bajarên Kurdistanê, tevî dê, bav û xwîşka xwe dijiya, lê ew mirov xwediyê perenıîp û sincên nirxbuha, û bîr û bûçûnan bû. Ew, ji ber perîşanî û belengaziya malbatê, neçar bû ku berê xwe bide bajarekî din e Kurdistanî, ji bo ji xwe û malbata xwe re pariyê nên peyda bike. Lê, piştî ku giha wî bajarî û ji xwe re xebitî, heroj nanek dikirî û diçû binê qonaxeke/qonaqeke wî bajarî, nîvê nanê xwe dixwar û nîvê din jî li şûn xwe dihîşt. Dibên di wê karnavê de, xwediyê qesrê heroj li wî temaşe dikir, li wî şêtûmêt dima, û ji xwe dipirsî: Gelo, çima ev mirov weha dike?

Rojekê xwediyê qonaxê dageriya cem wî mirovî û pirsa ku jê re bûye heyr jê kir. Wê hîngê mirovê belengaz weha bersiv da û got: Bira, ez perçê din ji nên dihêlim, bi hêviya ku kesekî bi «nanûxwê» were bi min re parve bike û bibe birayê min ê dinyê û axretê. Wê hîngê mirovê dewlemend destûr jê xwest ku ew vê re xwarinê parve bike, wî jî bi fermobûn erê kir, û weha bi dilsozî biratiya hevdu pejirandin. Dibên xwedanê qesrê jî dotmamek wî e sêwî hebû, li ba wî dijiya û wî hez dikir ku ji xwe re bike hevjîn. Rojekê kesê dewlemend dostê  xwe vexwende mal, da ku bi hev re xwarinekê bixwin; dema ku sifre hate danîn û çavê mîvên li dotmama wî ket, dil hebandê, û weha ji pismamê keçkê re got: Dilê min di dotmama te de heye ku ez ji xwe re bikim hevjîn, bi heqê «nanxoyê» di navbera min û te de, hêvîdar im tu erê bikî. Dostê dilsoz rê nedî ku bêje na. Vêca, piştî şêwirdanê bi dotmama xwe re, pêle dilê xwe kir û soz dayê. Piştî ew zewicîn, xatirê xwe xwest û bi hin alîkariyên dostê xwe vegeriya cem dê û bavê xwe. Dibêjin demek dirêj derbas bû, mirovê dewlemend malnûmewdanê xwe tev wenda kir û perîşan bû, rê û olaq li ber hatin girtin, vêca neçar bû ku berê xwe bide bajarê dostê xwe, da ku bi alîkariya dostê xwe çarakê ji rewşa xwe ya ne baş re bibîne. Pirs li pey pirsê, piştî çend rojan gihîşte ber malê, dît ku di wê karnavê de hevalê wî dewlemend bûye û bûye xwedan qesir û qonax. Wî xwe bi dergehvanê qesrê da naskirin, û piştre rêdana hevdîtina destbirayê xwe xwest; lê dergevan jê re got ka li vir be ta ku ez ezbeniyê xwe bi hatina te agahdar dikim. Piştî kurtedemekê dergevan vegeriya û di destan de tûrek hebû. Wî ew tûr da dest û got: Ezbeniyê min nikane te bibîne, lê wî ev tûrê peran ji te re rêkir. Wê hîngê mirovê bêçare şêt ma û pir xeyidî, û got: Ka ew sinc û perensîpên te pê bang dikir? Ka nanxoya di navbera me de? Ka dostaniya bi dilsozî? Wî tûrê peran avêt û got: Ez ne mihtacê perên te me jî, ji qesrê derket û bi zikak û kolanan ket. Ha li vir ha li wir, roj bi tengasî û zehmetî derbas bûn, ta ku rojekê rastî kalemêrekî rihsipî hat. Kalemêr jê pirsî: Çi bi serê te hatiye kurê min, çima ewqas bi ser xwe de diponijî? Tu ji kû yî? Wî rabû çîroka xwe tev ji kalemêr re got. Kalemêr jê re got: Kurê min, ez bi serpêhatiya te pir xemgîn im, te mirovekî aşne, zîrek, dilsoz û emîndar dibînim, û pêşinyar dikim ku tu li ba min bixebitî û karûbarên min bi rê ve bibî, çimkî ez mirovekî maldar im û tu kesî min tune ye! Ka tu çi dibêjî, lawê min?

Ew razî dibe û vê re dere malê, û li ba wî dixebite. Çend salek derbas dibin ew dewlemend dibe, û dibe xwedan qesir û qonaq jî. Wê hîngê Jineke navsale li deriyê qesra wî dixe, û jê dixwaze ku li cem xizmeta wî û qesrê bike, û jê re wek dayik be. Ew razî dibe, û weha kurtedemek dibore, ta rojek tê pîrejin jê re dibêje: Lawê min! weha jiyana te ya tenêtî naqede, divê ez hevjînekê ji te re wînim û tu bizewicî. Ew pêşinyara dapîra xwe dipejirîne. Pîrej›nê keçeke bedew û resen jê re dibîne. Haziriya dewatê tê kirin; lê, li roja şahiyê û def û dîlanê, û bi hatina mazûvanan re, ji nişka ve, çavên wî li destûbirayê xwe, xwediyê nanxoyê, dikeve ku ew jî beşdarî şahiyê dibe. Ew radibe bi rûyê dostê xwe de dipijiqe û diqîre, û jê re dibêjê: Tu li vê derê çi dikî, ey bê nanxoyo? Hevalê wî yê dilsoz wî dihedîne û dibêje: Xwe ragire ta ku tu rastiya tiştê bûyî nas bikî. Ew jê re çîrokê ji roja ku hatiye ber deriyê qesrê hewal dide, û dibêje: Bira! Ya yekê: Tu zanî wexta tu hatî, min di devê pencerê re li te temaşe/sêr dikir, û min rewşa te ya ne baş jî dît; vêca min nexwest te yekser bibînim, loma min tûrê peran ji te re şand da ku tu xwe amede bikî, berî ku dotmama te di wê rewşa perîşan de te bibîne? Ya diwem: Tu zanî kalemêrê ku hate ba te û tu niha vê re dixebitî bavê min e? Ya siyem: Tu zanî pîrejina ku xizmeta te û qesrê dike û te ji xwe re weke law dibîne diya min e? Ya  çarem jî: Tu zanî ew keça ku tu dê niha vê re bizewicî jî xwîşka min e? Dibêjin wê hîngê ji nû ve bi germahî xwe avêtin hembêza hevdu, dilsoziya xwe bi hevdu re hîn pihêt û mekin kirin, û gotin: Rast e «nanxo» dilosozbûn û biratî ye.

Di dawiyê de, nirx, sinc û perensîpên bav û bavpîrên me hene, pir buha û hêja ne, û nayêne pîvan bi peran û derheman! Pêwîst e em pê pêgir û pabend bin û dev jê bernedin, xwîşk û birano!

* Rojnama Newroz – hejmar /159/ – 01 Gulana 2024 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Back to top button