![](https://yek-dem.net/ku/wp-content/uploads/2024/05/Kemal-300x200.jpg)
Îsal, sala 2024-an, «Komîta Xelata Kemal Henan» nivîskarê Kurd mamoste Berzo Mehmûd layiqê vê xelatê bijart.
Ahenga Roja Rojnamegeriya Kurdî de, ku îro, 22.04.2024-an, li Navenda Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê «YEKÎTλ li Qamişlo, bi beşdariya birek rewşenbîr, nivîskar helbestvan û hezkirên zimanê Kurdî lidar ket, ji bal Komîteyê ve, xelat radestî Mamoste Berzo Mehmûd bû.
![](https://yek-dem.net/ku/wp-content/uploads/2024/05/Berzo-300x158.jpg)
Hêjayî gotinê ye ku Berzo Mehmûd, di warê nivîsandina bi zimanê Kurdî de, xwedî dîrokeke berz û naskirî ye. Wî ji salên 1980-yî de, di desteyên Kovarên bi zimanê Kurdî yên wê demê de li Sûriyê derdiketin, mîna Gelawêj, Pirs û Hevind, kar û xebat kiriye, nivîs, berhem û lêkolînên wî, rûpelên wan xemilandine. Heşt pirtûkên wî bi zimanê Kurdî û çend berhem bi zimanê Erebî jî çap û belav bûne; ji bilî dehan gotar û lêkolînên zimanasiyê ku di kovarên Kurdî de bi zaravê Kurmancî û Soranî hatine belavkirin, û niha 2 pirtûkên wî bi zimanê Erebî û 3 pirtûk bi Kurdî jî bo çapê amade ne.
Em vê xelatê li mamoste Berzo Mehmûd pîroz dikin û hêvîdar in ku bi berhemên xwe her ew pirtûkxaneya Kurdî dewlemend bike.
Komîta “Xelata Kemal Henan”
Qamişlo 22.04.2024
* Rojnama Newroz – hejmar /159/ – 01 Gulana 2024 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.