Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Roja Rojnamegeriya Kurdî Cejneke pîroz e! 

Nameya Weşana NEWROZ û Kovara PIRS  

Berî 126 salan, li roja 22-ê Nîsana 1898-an, yekemîn car di dîroka gelê Kurd de, li ser destê Mîrê nemir, Miqdad Midhet Bedirxan, rojnameyeke xurû bi zimanê Kurdî û tîpên Erebî bi navê “KURDISTAN” li Qahîre, Çapxaneya El-Hîlal hatiye çapkirin û belavkirin. Di nav gelên cîhanê de, Kurd jî bûne xwedî rojname.

Mîrê gewre Miqdad Midhet Bedirxan 5 hejmar ji  rojnameya xwe ya duheftane weşandine, û her car, 2000 hejmar bê pere rêkirine welêt da ku Kurd wê bixwînin, fêrî zanist û hunerê bibin. Lê, bi armanca ku her Kurd çavgirtî bimînin, mafên xwe nas nekin, dost û neyarên xwe ji hev cuda nekin û her di bin destên biyaniyan de dîl û bê vîn, perîşan û hejar bimînin, xêrnexwaz û neyarên wan, di serê Xankar Ebdul hemîd de xwendine ku ew rê li ber vê rojnameyê bigre, û nehêle ew ronahiya zanînê di nav Kurdan de belav bike. Xankarê sitemkar jî fermana qedexekirina “Kurdistanê” derdixîne, derçûna wê qedexe dike.

Piştî Mîr Miqdad, birayê wî Mîr Ebdurehman Bedirxan, di merc û hoyên pir dijwar de, li cihên dûrî welêt, ji derveyî sînorên dewleta Osmanî (London, Cinêv, Folkiston…) wê xebatê dişopîne, û 31 hejmar jê têne weşandine, ku li roja 14.04.1902-an, hejmara dawî ji vê rojnameya nirxdar çap û belav bûye, yekcar ji ber çavên xwendevanên xwe winda bûye!.

Lê, wekî her car, gelê Kurd bê westan li ber xwe daye, zana û mezinên wî dane ser şopa nemir Mîr Miqdad û Mîr Ebdurehman Bedirxan, û bi saya Mîr Celadet Bedirxan, Kamîran Bedirxan û hevalên wan ên dilsoz, kovara Hawar, Ronahî, û Roja Nû bi zimanê Kurdî û tîpên Kurdî latînî weşandine, ku bi derçûna wan, dilê gel şa bûye. Nivîskar, Helbestvan, zana û xebatkarên Kurd ên mezin mîna Cegerxwîn, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Qedrî Can, Mele Ehmedê Namî, Reşîdê Kurd, Hesen Hişyar … HWD, bi berhemên xwe yên şêrîn, rûpelên wan xemilandine, li ser welat, ziman, folklor, dîrok û wêjeya Kurdî ya kevin kûr û dirêj nivîsandine.

Di van 50 salên dawiyê de, hin kovarên Kurdî mîna Gulistan, Gelawêj, Xunav, Pirs û Newroz…HWD, li ser wê rêya pîroz birêve çûne, li gora karîn û derfetên bedrest, folklor û zimanê Kurdî parastine û pêşve birine.

Digel hemû reng û cûreyên qedexekirina Zimanê Kurdî Li Sûriyê, îro zimanê me pêşve diçe û li ser asta Cîhanê wî pileya 8-emîn wergirtiye, bi milyona keç û lawên Kurd rabûne ser piyan, li zimanê dayikê xwedî derketine, li dibistan û zanîngehan fêr dibin, pê dixwînin û dinivîsin, bi sedan Kovar, Pirtûk, Rojname têne çapkirin, û bi sedan pêlweş, televizyon û navendên ragihandinê bi zimanê Kurdî weşanê dikin. Dema ku berê zimanê me li pêş be, tê wê wateyê ku berê gelê me û doza wî jî li pêş e, û em geşbîn in dê rojek were, gelê me jî yekîtiya xwe saz bike, û mafên xwe bidestxîne. Û em gotina Ebdurehman Bedirxan a di hejmara 7an a KURDISTANê de berî 126 salan belav kiriye, bi balkêşî guhdar bikin:

  “… Wekî em niho ve hişê xwe bînin serê xwe, neyariyê, bêtifaqiyê nekin, wek bira hij hevdu bikin. Kes kesî nekujit, kes malê kesî talan nekit, agirê fitne û fesadê bitemirînin. Çiqa Kurmanc hene, wê li dinê û axretê rahet û serfiraz bibin, qedir û i’tibara wan jî gelik zêde bibit. Wekî Kurda ev hal ji xwe re girt tu cara feqîr nabitin, wê dewlemend bibin, dinya û axreta wan ê zêdetir me’mûr bibe.

Li dawiyê, di vê bîranîna giranbuha de, bi navê Kovara PIRS û Weşana NEWROZ, bi gurzek gul û nêrgizên welêt em damezrênerê rojnameya “Kurdistan” Miqdad Midhet Bedirxan bibîr tînin, û vê cejnê li hemû nivîskar, rewşenbîr û xemxurên ziman û wêjeya Kurdî Pîroz dikin.

Roja Rojnamegeriya Kurdî li gelê Kurd pîroz be!

18.04.2024 Z- 2636 K

Kovara PIRS û Weşana NEWROZ

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button