Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Kurd û Da,iş

Parêzer : Elî Ebdullah kolo

Deverên kurdî .kurdistana roj ava ( hesekê . Efrîn .kobanî) Ji çend mehan ta nuha êrîşên dijwar dibînin Ji hêla Da.işê û dorpêç kirinek sitemkar dikşîne ev êrîş û dorpêç kirin milet zehmetiya wê dikşîne û koçberiyek mezin çê dike bi alî turkiya û kurdistana iraqê û oripa de û armanca Da.işê gi van deveran têxe bin destê xwe Ji ber ku kobanî û Efrîn nêzîkî Helebê ne û Da.iş xurte di vê parêzgehê de û ev herdû bajar nêzîkî sînorê turkiya yê ne û bi taybet piştî peymana welatî dijî Da.iş ya ku dixwaze dergehnî din Ji xwer veke û parêzgeha Hesekî jî zengîne bi petrola xwe û li ser sînorê turiya û iraqê ye ya ku Da.iş pir dever jê sitandiye bi vî hawî projeya dewleta islamî li Iraq û şamê bi cî tê û ta ev proje bi ser keve her hawî bi cî tîne Ji aliyê çek dariyê de şerê van deveran dike bi çekên giran û bi taybet piştî pir çek û tang û top Ji Mûsilê anî û derbasî sûriya kir . Ji alîkî din de endamê xwe serwext dike ku Kurd gawirin û dijî ola islamî ne tevî gi pirraya kurdan ne olperest û serte û dewletek sivîl dixwazin ku mafê her kesî têde parastî be û herdû encûmanên kurdî ( encûmana niştimanî kurdî . encûmana gel ya roj Ava ) Da.iş qebûl nakin lê yekîtiya parastina gel (ypg) baskê leşkerî ji (pyd) re bi tenê şerê Dai.şê dike Ji ber ku newek hevînî mezin di navbera herdû encûmana de heya û (ypg) tu hêzî Ji pêv xwe qebûl nake . Di dûmahiyê de Da.iş li deverên kurdan bi ser nakeve Ji ber ku himêza civakî jêre tune û di êrîşa wê de Kurd tev dibin yek û da.iş qedexe ye di civaka welatî de û peymanek welatî çê bûye dijî wê .

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button