

Pîrozname
Silav û rêz………
Bi boneya lidarxistina kongira şeşemîn a Yekîtî Netewey Demokratî Kurdistan YNDK ya bira, silavên gerim bo hemî endam û serkirdeyên YNDK re hene û bi navê hemî heval û hogirên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriya em we pîroz dikin, hêvî û bawerî ewe ku belge û biryarên kongira we her dê di xizmet pirsa netewî ya gelê kurd de bin, û bibine Sembola berdewamiya xebatê, li ser riya lihevkirin û yekrêziya têkoşîna kurd a giştî, bona Aştî, Azadî û Wekheviyê.
Serkeftin ji kar û barê we re.
Pîroz be kongira YNDK.
Birayê we
Muhyedîn Şêx Aalî
Sekreterê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd Li Sûriya
Qamişlo-Sûriya 07.11.2023an