Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

Bi êrîşeke asîmanî ya Turkiyê 29 endamên Asayişê Jiyana xwe ji dest dan!

Rojnama Newroz*

Di çarçewa belavkirina teror û mirinê li bakur û rohilatê Sûriyê, li roja 8-ê meha Çiriya Pêşîn 2023Z, balefirên Turkiyê yên bêajovan hin navend û bingehên aborî û xizmetguzariyê li devera Dêrika Hemko armanc kirin ku akademiya Asayişê yek ji wan bû. Di encama vê êrîşa xwîndara hovane de, 29 endamên Asayişê jiyana xe ji dest dan û 28 ên din jî birîndar bûn!

Bi vê boneya dilêş, Rêveberiya Xweser biryar bi kişandina şînê 3 rojan li seranserî deverên Xweseriyê wergirt.

Cihê pakrewanan bihuşt be, serê gelê me sax be û cansaxî û aramî ji birîndaran re!

* Rojnama Newroz – hejmar /158/ – 01 Mijdar 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button