Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (264): Dizînin fere û vêrgiyin bilind di werza zeytûna de, girtinine bêsûcane, birîndarbûna zarokekî û du jinan

Sebaretî “Xezê”, şalyarê derve yê Turkiyê di kongireke rojnemevanî de, li gel hevsiyê/beramberê xwe yê Libnanî li vê dawiyê, bang li Isra’îl kir û got: “hûn erdê kesekî dagîr dikin, mala wî zep dikin, jê diqewtînin û kesekî din tînin û dikin şûnê, û paşê jî jê re li têrmekê/têgehekê digerin û navê niştecîker/mistewtên lêdikin…Navê vê diziye”…Lê xwe dide nezanîn/dide jibîrkirin,  ku Turkiyê ji sala 2018an. Z ve Efrîn dagîr kiriye, bi sedhezaran ji nişteciyên wê yên resen ên Kurd koçber kirine, û li şûna wan dora /500/hezar ji Nişteyên “Ereb û Turkman û Felestînî” ji parêzgehên din ên Sûriyê -bi pilanên bigûman bi Rûsiya û Îranê re- anîndin dane, û li ser niştecîkirina wan tê de û avakirina gundine niştecîkirinê yen nimûneyî ji wan re, û zepkirina malmewdanên xelkê herêmê û dizîna wan malmewdanan kar dike, û bi virvûtan wê bi “Herêma Aram!” bi nav dike!

Ev jî hin bûyîn û heyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Werza/mûsima zeytûna:

Bi sedema dizînên fere yên ku digihêjin werza zeytûna ji aliyê çekdaran û anîndeyên jê nêzîk ve, xwediyên zeviyên zeytûna neçar dibin ku zû -berî bibe- biçinin, û bi taybetî jî kêmbûna baranên Payîzê, vêca ji ber wê rêjeya tibabên zêta ku derdikeve dora /10 -15/% kêm dibe, û bi ser de jî ziyanên mezin ên ji ber dizînan û vêrgiyên bilind, û talan û li’arêçûnên têvel; Wek nimûne:

Li Bajaroka “Şera” û Gundên “Xirabê Şera, Gobeleka, Çema”, Milîseyên “Firqit El’sultan Melekşah” vêrgiya 12% li ser tevahiya berhema werza zeytûna ferz dikin.

Li Gundê “Gemrûkê” – Navça Mabeta, Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal” vêrgiya 7% li ser berhema malmewdanên hemwelatiyên li wir û /30-50%/ li ser ên ne li wir ferz dikin.

Li Gundê “Maratê” – Rojavayê Bajarê Efrînê, Milîseyên “Firqit El’hemzat” li ser her malbateke ji xelkê wê /1 an 2/ teneke zêt (heryek 16 KG sade) û bi tevahiya dora/500/tenekî ferz dikin, û 40% jî li ser berhema malmewdanên ên ne li wir (li şûna 20% di salên berê de); Herweha jî li ser her darekê du pereyên Turk ferz dikin, ji bo dandina rêdana erêkirinê ya berefkirina zeytûna, û li dema berefkirinê endamên xwe jî bi xelkê re dişînin, da ku çavdêriya wan û serjimartinê û tomarkirina berhemdanê bikin.

Dizîna tevaya berhema /65/daran ên Malbata “Çawîş”, û dora /150/ darî din li Gundê “Sînka” – Navça Şera.

Dizîna berhema /30/darî yên Malbata “Xelîl Rebena” li Gundê “Naza” – N. Şera, ji aliyê Milîseyên “Feyleq El’şam” ve, yên ku vêrgiya 10% li ser berhema malmewdanên ên li wir û 50% jî li ser berhema malmewdanên ên ne li wir ferz dikin, û xelkê Bajaroka “Meydankê” û Gundên “Naza, Hesendêra, Bêlê” neçar dikin ku berê zeviyên di bin bandoriya wan de, li guvêşgeheke taybet bi wê ve (ye li G “Naza”) biguvêşin.

Li Gundê “Dêrsiwanê”, Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” -piştî pênc salan ji desteseriya wan- ji nû ve belgeyên malmewdanî ji xelkê dixwazin, weke hewildaneke nû ji bo destdanînê li ser zêdetirîn zeviyên zeytûna; Û li hemî gund û bajarokên (Navçên Bilbilê û Şera) û gundine din (ên ku desteser dikin), vêrgiyeke bi rêjeya 10% li ser berhema malmewdanên hemwelatiyên li wir û 50% jî li ser ên ne li wir ferz dikin.

Rêbendên çekdarên milîseyan li çateriyên di navêna Bajaroka “Şera” û Gundên “Dêrsiwan û Ebûdanê” de, li ser her barekî zeytûna yî berefkirî ku di ber re derbas dibe çiwalekî (dora/80/KG) bi zorê distînin.

= Girtinine bêsûcane:

Destlatên Turkiyê ev girtin:

Li 10.10.2023an. Z, Hemwelatî “Zozan Mistefa /32/sal – hevjîna Esmet Mihemed/Hişîno Mistefa” ji xelkê Gundê “Şêxûtka” – Navça Mabeta, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvbiriya Xweser a berê re (R.X), û bo Navenda Efrînê hate şandin, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.

Li 13.10.2023an. Z, rojeke tenê Hemwelatî “Bangîn Ehmed Ebdo /43/sal” ji xelkê Gundê “Kurzêlê” – Şêrewa, bê ku tu tuhmet raberê bibe.

Li 13.10.2023an. Z, Hemwelatî (“Xelîl Şêxo Kerez /50/sal piştî vegera wî ji ciyê derbideriyê bo gund bi bîst rojan”, “Menan Selîm Hisên /55/sal”, “Horo Ze’îm Hiso /55/sal – ji xwediyên pêdiviyên taybet”, “Sûmeye /40/sal – hevjîna Horo Ze’îm Hiso”, “Elî Nebo Osman /28/sal) ji xelkê G. “Dêrsiwanê” – N. Şera, bi tuhmetên têkildariyê bi (R.X) a berê re, û bo Navenda Efrînê hatin rêkirin, û li herdu rojên 18-19/10/2023an. Z hatin berdan, piştî ferzkirina baceyên diravî li ser wan û dandina reşwetan.

Li 17.10.2023an. Z, Hemwelatî “Mihemed Ebdo Şêxo /53/sal” ji xelkê G. “Gemrûkê”, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Asayêşa Mabeta ve, bi tuhmeta têkeliyê bi (R.X) a berê re, û bo Navenda Efrînê hate şandin, û ta niha bêsûcane bendkirî ye; Û ew jî piştî vegera wî bo gundê xwe ji ciyê penaberiyê – Heleb.

= Armanckirina sivîlan:

Topebarankirina Artêşa Turkiyê û Milîseyên Sûrî yên pêve girêdayî ji Gundewarê Heleb ê Bakur re (yê di bin desteseriya Artêşa Sûriyê de) berdewam dike, jê jî Gundên Çiyayê Lêlûn (ên di bingeh de girêdayî Herêma Efrînê), û ji ber wê ziyanên rengereng digihîne malan û binsaziyên giştî û sivîlan jî armanc dike, mînak:

Li 16.10.2023an. Z, Zarok “Mihemed Qoşo Elî /6/sal” li Gundê “Kalûtê” birîndar ket.

Li 20.10.2023an. Z, herdu Hemwelatî “Şîme Mihemed Receb /29/sal, Ferîde Mistefa Berekat /23/sal” ji Gundê “Aqûbê” birîndar ketin.

Li gor alavine ragîhandinê yen rikber, “Wezareta Berevaniyê li ba Hikometa Sûrî ya Demkî” weha dibêje: (Ku wê bi riya giştînameyên taybet ji ailyê li herêmê pêve girêdayî “pêşkêşkirina hêsaniyan ji cotkaran re, ji bo berefkirina werzên wan ên zeytûna daxwaz kiriye”, û “wergirtina bace û vêrgiyan ji werza zeytûna -di bin çi navî de be- qedexe kiriye), lê tiştê li ser erdê heye nîşan dike ku dizînên fere û talankirina rêbazkirî ji werza zeytûna re weke salên berê ye.

22.10.2023. Z

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Destpêkirina werza zeytûna li Efrînê.

———–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-264-22-10-2023 – PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button