Daxuyan
Wergerandin ji erebî
Li hefdehê heyva Tebaxa îsal Wezareta Gencîneya Emrîkî biryarek derxist, tê de herdu firqeyên (El’emşat û El’hemzat) ên di nav refên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ya girêdayî “Hemaheniya Sûrî” de, bi tewan û binpêkirinên dijî mafên mirovan li Herêma Efrînê/Çiyayê Kurmênc tewanbar dike, û ji ber têkeliyên sê serkêşên wan yekser bi kiryarên robet ên li wir dibin re sezayina li ser wan ferz dike, herweha heman alî biryareke weke wê di dermafê kujerê siyasetmedara Kurd “Hevrîn Xelef” “Ehmed îhsan Feyad El’hayês/Ebû Hatêm Şeqra – serkêşê Firqit Ehrar El’şerqiyê” derxist.
Em di vî warî de hemî tiştên di raporên heftane de (yên ku Nivîsgeha Ragîhandinê – Efrîn a partiya me dertîne, bi taybetiya binpêkirin û tewanên ku li herêmê bi serpereştî û şîretên Istîxbaratên Turkiyê têne kirin, û yên ku hejmar ta niha gihîştiye /256/ an) dubare dikin, û tekez dikin ku lîsta tewankaran ji van çend navên riswabûyî dirêjtir e, û tewanên ku gihîştine hertiştî li Efrînê di derya van pênc sal û nîvan de, dema hebûna dagîrketiya Turkiyê ye -heman tişt li Serê Kaniyê û Girê Sipî jî dubare dibin- û pir digihêjin asta tewanên li dijî mirovahiyê, hemî serkêşên giropên çekdar bê awerte di wan tewanan de sûcdar in, siyasetmedarin jî hene bi mebest di wan tewanan de pişikdarî kirine yan jî li ser veşartine û tepisandine, û Hikometa Demkî ya girêdayî Hemahengiyê rewşê li ser erdê bi temamî bervajî rastiyê wêne û şirove dike, xwe dide kêlek tewankaran û hin caran jî tewana ku rast bûye red dike.
Destdanîna Turkiyê li ser Bakurê Sûriyê, bîrdoziyên wê -serdefter- li dijî Kurdan (xwediyên cih), girtina herêmên dagîrkirî li pêş ragîhandinê û nûnertî û rêkxiraw û komelan û guhestina wan herêman weke hepis ji xwediyan re, pilanên istîxbaratên wê, hurhutandina netewî li dijî xelkê wan herêman, avakirina niştîgehan, guhertina demografî… Bi pîvan û nêrîna me heyam û jîngeheke lêhatî ji geşkirina tewanê re di dermafê xwediyan de peyda dike.
Ev sezakirin ta ku sînorkirî ne û nagihêjin asta tewanên dibin jî, lê xuyaye ku name ne û gihîştin armanca xwe, û ev liv û daxuyanên wan kes û aliyên sezakirî li ser erdê û di ragîhandinê de redkirine li ser kirineke têker û bi bandor, û komkirina zorane ji xelkê re li meydanên Efrînê û navçên wê, li ezberkirin û xwestina ji hin kesayetî û keyan ku gotarin li dijî Emrîka bidin, bervaniyên li ser zimanê hin endamên Hemahengiyê û zarzimanê berdevkên Istîxbaratên Turkiyê … ew kiryar tev nîşana westanekê û hewildana vegerandina piçek parêzkariya Turkiyê ji wan tewankaran re ne, ya ku bi riya van sezayan hinekî hatiye çirandin.
Em ji aliyê xwe ve heyamên terora serwerkirî li herêmên dagîrkirî û zordariya çekdaran a derveyî sinc û yasayê kanin texmîn bikin û bipîvin, lê pişikdariya hin kesên derûn lawaz û nizim ji Kurdan di berevaniya xwebexş ji ber dagîrkeriyê ve, sipîkirina rûyê wê yê qirêj û ta berevaniya di ber tewankaran de em weke ketineke sinciyane dibînin, berî ku ew bi xwe jî di pişta niştîmanperweriyê û netwiyê de xençerlêxistin e.
Em wek Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê biryara Şalyariaya Gencîneya Emrîkî di dermafê van tewankaran de erênî û gavek li ser riya rast dibînin, bi omîd in ku ceza fere bibin ta ku bighêjin hemî tewankaran, herweha dadeke navdewletî ji bo vegerandina mafên qurbaniyan û tewankaran bide sezakirin, û herweha jî em li benda guhdaneke navdewletî ye feretir in -bi riya dezgehên wê- ji bo dawîkirina dagîrkeriya Turkiyê, derxistina giropên çekdar ên serberdayî ji herêmên me, çêkirina komîtak lêkolîna navdewletî di tewanên bûne de, ziyanên ziyandîtiyan bidinê, û her kesê bixweze tinaziyê bi perensîpên mafên mirovan bike -çi li Efrînê yan li tevahiya Sûriyê- pêşkêşî dadê were kirin, û ji bo dîtina çareseriyeke siyasî jî biryara /2254/were çalakirin û geşkirin.
26.8.2023. Z
Desteya rêvebir a
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê