Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Ziman Û Netew

Nehrî Goranî*

Danasîn: Cureyên rêz ji nîşandek û sembolan tev alavek ji alavên zanistiyê ne.

Ziman di têgeh û danûstandinê de, û di nav kesên çivakê û hemî warên jiyanê de, emraza herî giring e. Bêyî zimên çalakiyên mirov ên zanistî zor in. Ziman bi ramana mirov ve girêdayî ye, ramanên mirov bi rêya  zimên zelal û aşikere dibin, ta di jiyana wî yî hundirî de jî.

Ziman rengvedana dengên siruştê ye, bingeha hemî zimanan bi têkilî û karên hevbeş  ên bi derdora xwe ve girêdayî ye. Mîna dengê bê, bahoz, xuşxuşa solîvan, çîvçîva çûkan, hîrhîra hespan ev deng li ba her miletekî nav lê bû, nivisandin jî li gorî têkiliyê derdora xwe û tîpên xwe hilbijatin, wek tê xuyakirin dibêjin: Zimanê Somerî di devera Mîzoptemiye de, berî pir zimanan  hatiye bikaranîn, miletên din jî li gor pêşketina xwe ziman bi dest xwe xistine û bipêşxistine; gava ziman li pêş be, ew nîşana pêşketina wî miletî ye, ziman neynik e. Bikaranîna alavên nûjen rolek mezin dilîze.

Du ziman di cîhanê de pê tê peyvandin. Yek zimanê Çînî nêzîkî 1,9 miliyar kes pê daxêvin û dinvisînine. Ê diduyê yê zimanê Înglîzî, ji ber ku hêsan e û bûye zimanê zanistê û aboriyê.

Zimanê Kurdî yek ji zimanên Hindo-Ewropî ye; ji aliyê peyvan de gelekî dewlemend e, ne kêmtirî zimanên derdora xwe ye, bêjeyên zimanê Kurdî derbas nav ên dora xwe bûne, gelek peyvên wî jî ji xwe re bikartînin.

Lê mixabin neyarên zimanê me bi hemî hêzên xwe li dijî ziman û kultûra wî kar dikin ku wî winda bikin û vê re netewa Kurdî jî dêris bikin. Lê tevî vê tûjî û zorê, zimanê Kurdî kanîbû xwe biparêze. Rol û cefayê hemî hozan û rewşenbîrên wî xebatek bê hempa kirine û dikin ta roja îro nifşek nuh derketiye û bi rolek mezin radibin. Divê bi vî zimanê pîroz were xwendin, nivîsandin … Yanê di hemî berghên jiyanê de kar pê were kirin ta ku bi pêşkeve.

Zimanê Kurdî ta demekê devkî bû, ne niviskî bû; tevî wê kanîbû berdewam bikira lê niha bûye zimanekî berhemdar.

Serpêhatiyên hin netewan di paristina zimanên xwe de.

1- Capan: Tevî deriyê xwe li pêş zimanên welatên Rojava vekir jî, lê zimanê xwe yê netewî parast û di hemî waran de bikar anî, komîtek wergerandinê avakir û hemî beşên zanistê  wergerandin zimanê xwe.

2-Çîn: Li destpêkê Zimanê Înglîzî bikar tanîn. Lê piştî şoreşa çandî  bi rêberiya Mewtsî Tong zimanê çînî bû zimanê ferimî .

3- Korya: Di sala 1946an de, zimanê caponî yê sereke bû û bikartînan, rêberên Koriya biryar standin ku divê zimanê korî di çalakî û xwendinê de, bête bikaranîn; û di demek nêzîk de ew bû zimanê zanistê.

* Rojnama Newroz – hejmar /157/ – 20 Tîrmeh 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button