Roja 22.10.1984, katjimar 03:00 mamosteyê mezin Cegerxûn li bajarê Stockholm (Swêd) çavên xwe girtin, can da û jîyana xwe ya 81salî qedand…
Êdî binalin ji kûranîya dilan
Co û cobarên Kurdistan
Biherkînin hêstiran
Bax û bistanên Kurdistan
Bikêşin keseran
Law û keçên Kurdistan
Girêdin reşan
Her çar perçen Kurdistan
Hate xar..
Hate xar ji ezmanê me kurdan
Stêrka bist mîlyonan
Rêberê Kurdistan
Qehremanê Kurdistan
Cegerxûnê cegerxûnan
Ax Seydayê mezin..
Em difirîyan bi baskên te
Em dicivîyan li sîya te
Em dilxaşdibûn bi gotinên te
Em serbilinddibûn bi navê te
Seydayê mezin..
Çiqas dijware ev civîna me
Bê hebûna te
Çiqas dijware ev kombûna me
Li dor mirina te
Gelî guhdar û xwendevanan!
Mirovên nola Cegerxûn, eger bi canê xwe diçin, lê ew bi nav û dengê xwe dimînin, her dem dimînin, dibin gîyanê gelê xwe, gîyanê tevaya mirovanîyê.
Cegerxûn ji gelê kurd ra
Ji Kurdistanê ra
Bû dengekî zelal
Minareyeka bilind
Li ser rêya pêşketinê
Li ser rêya serketinê
Di sedsalê bîstan da
Cegerxûn bû rênas û rêzanê Kurdistan
Bû dîroka Kurdistan
Bû xwendegeheka mezin û pîroz
Ji welatparêzên Kurdistan ra
Ji şoreşa Kurdistan ra…
Bi evîneka kûr Cegerxûn hate ber doza gelê xwe û bêtirî 60 salî bi wa evîna kûr di nav xebata gelê xwe da ma, dara azadîyê avda û hêvîyên mezin çandin. Sala 1925 Cegerxûn nivîsandîye, dibêje:
Wextê min dî qewmê kurdî pir delal
Ew di nêv ehlê cîhan de bê heval
Ba sexawet, ba dîyanet, ba hiner
Min li goşê lewhê qelbim kir xeter
Ko beyankim esl û ewsafên di wan
Milk û hikm û padîşah û hem ziman
Der belaxetgahê çûme pêşîye
Da nebêjin: Qewmê kurdî wehşî ye
Di 60 salî da Cegerxûn her bûyereka mezin li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li cîhanê di nav helbestên xwe da bicihkirîye. Bi dilşewatî, bi diltenikî rewşa hejar û belengazan xistîye ber çavan, eşkere xwe daye yalê wan.
Tu kesî ji Cegerxûn baştir derd û nexaşîyên gelê kurd di sedsalê bîstan da nasnekirine. Ji 60 salî da Cegerxûn rêya serketinê, rêya serxwebûnê, rêya azadîyê dide pêş gelê me. Tu caran Cegerxûn xwe ji kar û xebatê neda alî. Bi qelem û raman û bi can û gîyanê xwe hate ser rêya têkoşîna gelê kurd û bi bawerîyeka kûr biryar da û bi dengekî bilind got:
Sond û peyman bî li ser me
Em ji vê rê nagerin
Canfîdane em di vê rê
Naye bîra me mirin
Cegerxûn ta roja dawî, ta 81 sal jîyan li ser sond û peymanên xwe ma û xebata xwe berdewamkir. Li nav gelê xwe, li her çar perçên Kurdistanê gerîya û di tevgera sîyasî da beşdarbû, çand û zimanê kurdî pêşva birin.
Cegerxûn baş dizanî, ko bê pêşketina zanistî rizgarîya sîyasî û civakî çênabin. Bi sedan car nivîsandîye û gotîye: „Bixûnin, zanabin, hişyarbin, herne pêş“. Bê hejmar car denglêkirîye li karkeran, li cotkaran, li xortan û keçan, li jin û mêran, li tevaya gel, dako rabin ser xwe, xudanên doza xwe bin, milên xwe bi milên hev din, bi hev ra bin, yekbin.
Cegerxûn tu caran serê xwe li ber dijmin danexist, netirsî, Cegerxûn baş dizanî, ko serketina me ne tiştekî asane, baş dizanî, ko rêya azadî û serxwebûna me gelek dirêje, lê tu car ew bê hêvî nema, dest ji xaşbînîyê berneda. Di demên dijwar da baştirîn sirûdên nîstîmanperwerî nivîsandine, dest daye ser birînên gelê xwe û dijmin riswakirine û meydana xebatê nîşandaye.Wek nimûneyekê ji sirûdên Cegerxûn em çend malkan ji helbesta (Di bîranîna Qadî Mihemed da) bixûnin:
Xakî Kurdistan bi qurban pir ciwan û paqij î
Xwîn rijandin pir kurên te wa li her alî rijî
Milletê kurd ta ku sax e ew ji vê rê nagerî
Aferî, aferî
Qadî Mihemed aferî
Ey Tirûman kuştina Qadî Mihemed ka çî ye
Qey edalet tim wisa ye, hukmê dîmuqratî ye
Lê bi kuştin û bi zîndan milletê kurd namirî
Aferî, aferî
Qadî Mihemed aferî
Dema Cegerxûn destpêkir, ko ramanên pêşverû û zanistî li nav gel bi gotin û nivîsandin belavke, olperest û kevneperestan êriş anîne ser Cegerxûn. Hêzên wana di nav gel da hên gelek xurtbûn, nezan û belengazan bi koranî dabûn pê axan û şêxan. Ji her alî da êrişî Cegerxûn dikirin, navê wî pîsdikirin, jê ra digotin bê dîn, kafir. Cegerxûn ji nezan û kevneperestan ra bi qehir, bi hêrs digot:
Zana dizanin ew kîye
Ên ker dibêjin kafire
Cegerxûn, wek mirovekî hişyar û zana, rewşa tevaya cîhanê dida ber çavên xwe, wî serketinên ramanên azadîyê li cîhanê didîtin û dixast wan ramanan li nav gelê xwe belavke. Cegerxûn dizanî, ko ev ne tiştne tezene, lê ew bo gelê kurd hên tezebûn:
Gotinên ko em dibêjin her kesî hişyar dikin
Ne gelek nû ne welakin nû gihîştin van dera
Cegerxûn zû têgihîst, ko doza gelê kurd ji rewşa Rojhilata Navîn nayê birîn, ko Kurdistan bixwe jî meydanek e ji meydanên şerên navbera koledar û azadîxazan, lewra Cegerxûn bi hêz, bi xurtî piştgirîya tevgerên azadîxaz kir. Helbestên wî yên navnetewî rûyê tevgera kurdî nîşandidan. Gelek karwan ji welatparêzên kurd bi helbestên Cegerxûn doza netewî û ya navnetewî naskirin, têgihîstin, ko serketina gelekî li cîhanê serketin e bo gelê me jî.
Di vir da jî em nimûneyekê ji helbestên Cegerxûn tînin. Dema şoreşgerên Vîyêtnamê bi qehremanî êriş birin ser leşkerên kolonyalîstên fransî û kela (Dîyan bîyan fû) rizgarkirin, Cegerxûn bi dilşadî û serfirazî nivîsand û got:
Dîyan-bîyan-fû, dîyan-bîyan-fû!
Lingê koledar ji ser te rabû
Kurên te gernas xwe dane kuştin
Navek pir bilind ji bo te hiştin
Dîyan-bîyan-fû, dîyan-bîyan-fû!
Hewrê koledar ji hev bela bû
Ew hewrê kirêt tev reş û tarî
Zor û birçîbûn tim jê dibarî
Bayê azadî, sewra Oktober
Ev hewrê tarî ji hev bela kir
Ji xew şîyar bûn, roja me hilat
A wan çû ava, dema me va hat
Her wisa Cegerxûn bo hemû gelan ala azadîyê bilindkirîye û bê rawestan enîya xwe daye dijminên gelan û berberîya wan kirîye. Lê eger dengê Cegerxûn tenê di nav gelê me da hatîye bihîstin, eger tenê welatparêzên kurd bi helbestên Cegerxûn perwerdebûne û eger têkoşerên cîhanê navê Cegerxûn nebihîstine, ev tenê ji ber ko welatê me bindeste, perçe perçeye, bê al e, bê deng e, ji ber ko karwanên me negihîştine armancên mezin, dîwarên reş hilneweşandine, kember û zincîrên nijadperestan neçirandine, ji ber ko welatparêzên me milên xwe nedane milên hev, nexşa Rojhilata Navîn serrastnekirine, serxwebûna xwe nestandine, dewleta xwe avanekirine, ji ber ko ta îro em nebûne yek li ser rêya Cegerxûn. Lewra Cegerxûn li cîhanê nehatîye naskirin, dengê xwe nehatîye bihîstin.
Em zanin siba li bajarên Kurdistana rizgarkirî navê Cegerxûn wê li kolan û meydanan be, heykelên Cegerxûn li wê pir deran bin. Helbestên Cegerxûn wê werin xwendin di xwendegeh û zanîngehan da. Zaroyên Kurdistanê wê sirûdên Cegerxûn bikin stranên cejin û şahîyan.
Em zanin, ko dema me wê bi navê dema Cegerxûn têkeve dîroka Kurdistanê û neweyên me yê diwaroj wê me bi neweyê Cegerxûn binasin. Lewra em serbilindin, em serfirazin bi Cegerxûn, em bawerin bi rastîya rêya Cegerxûn, em bextewarin bi dema Cegerxûn. Lê mixabin, sed carî mixabin mamosteyê mezin dûre ji welatê xwe, bindeste weke gelê xwe…
Gelî hevalan, gelî guhdaran!
Serxweşîya Cegerxûn pêwîstbû biba mezintirîn xwepêşandanên Kurdistanê di sedsalê bîstan da, pêwîstbû bîst mîlyon cegerxûn û dilbirîn bi cenazê Cergerxûnê xwe ra rêketana û sirûdên nîştîmanperwerî bistirana, pêwîstbû xort û keçên Kurdistanê bixemlandana xwepêşandana Cegerxûn bi hezaran alên Kurdistanê, dako têketa dîroka me, ko gelê me lawên xwe yên hêja diparêze, di dilê xwe da hiltîne, lê mixabin, bê hejmar car mixabin…
Dîsa va ye, eşkereye, li pêş çava ye
Dîsa va ye bindestîya me
Dîsa va ye belengazîya me
Dîsa va ye kerba dilê me
Hevalno!
Welatparêzên Kurdistan!
Pêwîste em serxweşîya Cegerxûn bikin raperînek bo azadîya me, pêwîste em doza Cegerxûn hilgirin, pêşva bibin…
Pêwîste em li ser rêya Cegerxûn bibin yek û welatê xwe ji dest dijminan derxin, pêwîste em hemû weke Cegerxûn ji dil, bi bawerî bêjin:
Sond û peyman bî li ser me
Em ji vê rê nagerin
Cegerxûn.. mamosteyê mezin!
Mirovên weke te tevî mirnê
Namrin, dimînin
Gîyanê gel in
Di dilê gel da dimînin
Her dem dimînin
Cegerxûn.. mamosteyê mezin!
Tu yê bimînî
Weke Newroz û Kawa
Weke Cizîrî û Xanî
Weke Feqîyê Teyran
Tu yê bimînî
Weke Şêx Seîd û Qadî Mihemed
Weke hezaran şehîdên Kurdistan
Tu yê bimînî
Lawekî hêja
Lawekî biha
Ji baştirîn lawên Kurdistan
Helbestvan Gundî
Berlîna Rojava
Têbînî: Ev nivîsara di serxweşîya Cegerxûn da li Komela Karkerên Kurdistan li Berlînê, roja 28.10.1984 hate xwendin.
Ew di dîwana min da (LI SER RÊYA CEGERXÛN), Stockholm 1986, rûpel 155-163 çapbûye.
E-Mail: gundirast@live.de