Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Tewaneke hovane li Efrînê… Kuştina jineke Kurd û dizîna zêrmêrên wê û şewtandina malê

Daxuyanî

Ofê Şêx Ehmed keça Ze’îm /31/ sal” îro bi sibehê bi çend derbên kêrê û şerjêkirinê li ser destê çekdarekî/çekdarina -di mala wê de, li nêzîk Gergeha “Maratê”, li orta Bajarê Efrînê- hate kuştin, piştî ku mala wê bi zorê hate basmîşkirin, û paşê zêrmêrên wê û tibabine peran dizîn, û agir berdan malê; Û ew jî piştî derketina hevjînê wê li kat heyşt û nîvan ji mal, bo karê xwe li Herêma Pêşesaziyê.

Li heman ciyî, li şeva 3.6.2023an. Z, Temenmezin “Qedriye Cemîl Îbiş /70/ sal” jî bi qurşîneke tewşankî ye rişêşekê hate kuştin, bê ku jêdera wê were naskirin an tewankar werin girtin; Û divê were zanîn ku li derdora Gergeha “Maratê” biryargehên leşkerî yên herpênc Milîseyên (Feyleq El’mecid, El’mu’itesêm Bîlah, Mihemed El’fatêh, El’sultan Mûrad, Ehrar El’şerqiyê) hene.

Bi van herdu tewanan, hejmara qurbaniyên pakrewan û vêguneh ên sivîl ji xelkê Herêma Efrînê (yên ku jiyana xwe di siya Dagîrkeriya Turkiyê de, ji 18Avdara 2018an. Z ve ta 12 Pûşpera 2023an. Z wenda kirine) gihîşte /287/kesan – jê/61/zarok û /48/jin- di mercên têvel de, jê îdamkirin û kuştina mebestkirî.

Ev yek ji wêne û rûdan û rewşên “Herêma Erdoxan a aram in” a ku hemî cûre û rengên geregoşî û serberdayetî û tewankariyan dibîne, mîna: Kuştin, revandin, girtina bêsûcane, îşkencekirin, koçberkirina zorane, peresitandin, dizîn, destdanîna ser malmewdanan û qirkirina jîngehê û yên din, û bi taybetî li dijî Kurdan û herêmên wan ên dagîrkirî.

Tewana îro ya hovane û bi robet ciyê protestokirin û şermezarkirina Kurdên Sûriyê bi giştî ye, yên ku ji Civaka Navdewletî dixwazin bêdengiya ku di derbarê rewşên li Herêma Efrînê serwerkirî û di siya Dagîrkeriya Turkiyê de were şikandin, û tewanên şer û tewanên li dijî mirovahiyê yên berdewam têne kirin bêne şermezarkirin, çimkî piraniya tewanên kuştinê û yên din li dijî nediyardaran têne tomarkirin, bê ku Turkiyê bi berpirsiyartî û erkên xwe rabe, weke dewleteke dagîrker û xwediyê desteserkirina rastîn.

Divê bête zanîn ku vêgunehber”Ofê” ji xelkê Gundê “Şêx” – Navça Reco ye, bi “Henîf Henan Xelîl” (ji xelkê Gundê “Qîbarê” – Efrîn) re merkirî bû, herdu li bajêr rûdiniştin û bê zarok bûn, û terma wê di Goristana “Qîbarê” de û di nav xemgînî û vêş û şermezariya girseyeke ji xelkê û hezkiriyên wê de hate veşartin.

12.06.2023an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

—————-

Wêne:

Vêgunehber”Ofê Şêx Ehmed”.

Mala vêgunehber piştî şewtandinê.

————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Daxuyanî -12-06-2023 – PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button