Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

NIVÎSEKE BALKÊŞ LI SER KURDAN

Rojnama Newroz*

Hesen Cemalê Rojnamevanê Tirk, nivîsekê li ser pirsa Kurd weşandiye û cewr û zaltiya Dewletê ku li Kurdan kiriye xal bi xal nivîsiye.

Hunermendê Kurd Dilbirînê Deşta Mûsê Ebdirehim Îlker jî ew nivîs li rûpela xwe ya Facebokê weşandiye.

Îşev dema min ew nivîs xwend, min jî wergerand Kurdî.

Rojnamevanê hêja Hesen Cemal gotiye: Em hewqas Kurdan diperçiqînin û zimanê wan qedexe dikin, gundên wan dişewitînin jî, lê di vê Erdhejê de berî her kesî Kurd hatin alîkariya me.

 

Min jî du roj berê ev nivîsa bi tîpên gir weşandibû:

DI ALÎKARIYA ERDHEJÊ DE LI SERANSERÊ DINYAYÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YEKEMÎN WELAT BÛ KU BERÎ HER KESÎ XWE GEHANDIYE CIHÊ HERÊMA ERDHEJÊ. EV JI BO KURDISTANA FEDERAL ŞANAZIYEKE MEZIN E.

Spas Kurdistan.

Fermo de em nivîsa Hesen Cemalî bixwînin:

Zeynelabidîn Zinar

 

”ME JI WAN RE GOT NA NA!…

LÊ ME DÎT KU BERÎ HER KESÎ EW HATIN ALÎKARIYA ME!…

Me got, “Kurd nîn in, Tirk hene.

Me got Kurdî tune, Tirkî heye.

Me got Kurdistan tune, Tirkiye heye.

Kesên ku digotin ez Kurd im, me ew xistin girtîgehê,

Ji ber ku bi tirkî nizane, bi Kurdî diaxive.

Me sîle li xwendekarê dibistana seretayî dixist.

Me Kurdî li cihên giştî qedexe kir.

Gundî li sûka bajêr bi Kurdî diaxivin, me ew birin qereqola cendirmeyan û me dest danî ser berhemên wan.

 

Bi gotineke din:

Me zimanê wan ê zikmakî qedexe kir.

Me guh neda çanda wan, heta me ew şermezar kir.

Me gotina “ez Kurd im”ê sûc dît.

Me peyva “Kurdistan”ê wek cezayê girtîgehê dît.

Me gotina “Kurdistan”ê wek “xiyanet” nirxand.

Me ji bo Kurdan “hemwelatiya wekhev”îtiyê  pir dît.

Me navê cihên ku Kurd lê ji dayik bûne weke gund, bajarok, guhertin.

Me navên bi Kurdî, wergerandine tirkî.

Me malên Kurdan şewitandin.

Gund û mezrayên wan ji aliyê dewletê ve hatin şewitandin

Me bi girseyî êşa koçberiyê bi Kurdan da kişandin.

Me dewletê derxist derveyê hiqûqê.

Me “kuştinên kiryarnediyar” li wan kir.

Me zulmxaneyên mîna Girtîgeha Leşkerî ya Amedê, avakir.

Me li wan deran forsa xwe nîşanda.

Me destûr neda ku Kurd bi kurdbûna xwe azad bijîn.

Me destûr neda ku Kurd bi nasnameya xwe siyaset bikin.

Wan partiyek ava kir, me ew girt.

Wan partî ava kirin û me girtin.

Kurd wek parlamenter hatin hilbijartin, me ew xistin girtîgehê.

Ji bo şaredariyan hatin hilbijartin, me ew xistin girtîgehê.

Weke “1938 Dêrsim” me ew bi hezaran di şikeftan de bi gazê jherê kuştin.

Pirsgirêka Kurd bi vî awayî afirî.

Bi vî awayî “rêya çiya” hat vekirin.

Di navbera pirsgirêka Kurd û çek û tundiyê de bi xwîn û hêstiran hate barkirin. Bi vî awayî girêdana hovane çêbû.

PKK bi vî awayî derket holê.

Ciwanên Kurd bi vî rengî ketin rêya çiyê.

Me got “Pirsgirêka Kurd nîne, pirsgirêka terorê heye.”

Em ji peyva Kurd ditirsiyan.

Em ditirsiyan ku em behsa “pirsgirêka kurd” bikin.

 

Em difikirîn ku ger em wisa bikin, dê pirsgirêka Kurd ji holê rabe.

Dema me ew yek dikir, me digot qey dê rêya çiyê were girtin.

Me digot qey wê PKK biqede.

Çu hêviyên me pêk nehatin.

Pirsgirêk nehatin çareserkirin û kûrtir bû.

Tirkiye ji aliyê madî û manewî ve bi salan xwîn rijand,

demokrasî û serweriya hiqûqê

mehkûmê sinifa duyemîn, sinifa sêyemîn,

pêşveçûn û mezinbûna aborî

astengkirina barê refahê

pêşîlêgirtina bilindbûna wê…

Bi gotineke din, li vî welatî

pirsgirêka Kurd ku «dayika pirsgirêkan e»

Sal derbas bûn û me nikarîbû vê yekê bihesibanda.

Ji êşan hêsir û xwîn dirijîne.

Me tu ders dernexist.

Hêjî wisan e…

Hêjî girtina partiyên wan berdewam dikin.

Girtîgeh ji siyasetmedarênKurd, ji şaredar û

ji parlamenteran tije ne.

Niha bi 6 milyonên dengan

Ji bo girtina HDPê,

Em amadekariya “qedexeya siyasetê” dikin.

Ev rêbaz pirsgirêkê çareser nake.

Pirsgirêk gav bi gav kûr dibe.

Aştî û aramî xewnek e.

Ma em hîç ders wernagirin…?

Heyf û xebînet!»

HASAN CEMAL / T24

SPAS Hesen Cemal

14.02.2023

* Rojnama Newroz – hejmar /156/ – 20 Avrêl 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button