Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (235): Dizîn û tewşantî û tunebûna dadmendiyê di belavkirina alîkariyan de, çadirgehên çêkirî, dorpêçkirin û girtina derbasgehan li pêş wêranbûyan

Dizîn û tewşantî û tunebûna dadmendiyê di belavkirina alîkariyên mirovahî de yên di erdhejê de  dighêne Efrînê heye, di siya geregoşiya rêvebiriyê û destlatiya milîseyan û şêweyên derewîn û fêlbaziyên rengereng de, û destlatên dagîrkeriyê di rûbrûbûna xişimûbêtarê de xwe ji erkên xwe yên têvel didin yal, û dorpêçkirinekê li ser herêmê ferz dikin, da ku civakên xwecihî ji alîkariyên niştîmanî û programên navdewletî û navnetewî (yên ku belkîm ew ji şop û encamên erdhejê werin tenduristkirin) bêpar bibin.

= Cindirês:

Hîn alîkariyên mirovahî -taybet çadir/kon -negihîştine piraniya nişteciyên Bajarê Cindirêsê yên resen ên ku biryara xwe dane ku li nêzîk malên xwe  bimînin, û bi ser de jî hejmarek ji çadirgehan li dor Cindirêsê -yên ku piraniya nişteciyên xwe ji anîndeyan in- hatine damezrandin, Jê: Bi serpereştiya Milîseyên “Feyleq El’şam” dora /200/ kon li ser erdekî çandiniyê li Rojhilatê Gir/Başûr Rojhilatê bajêr (/2/hiktar ên zaroyên Dilovanber Ehmed Xeçê/Me’imo, /3/donim yên zaroyên Dilovanber Mistefa Oso) bi ser nerazîbûna xwediyan de, û hîn rabûn li Zaroyên “Me’imo” xistin û gef jî danê, û li Başûrê gir /50/ kon li ser erdê lîstgehê li kêlek goristanê û /100/kon jî li nav zeviyine zeytûna; Û weha jî /200/kon bi serpereştiya Milîseyên “Nûr El’dîn El’zenkî” li Rojhilatê riya Gundê “Tilsilorê” li ser erdekî ji /4/hiktaran ên zaroyên Dilovanber “Isma’îl Ereb”; Û bi serpereştiya Milîseyên “Artêşa El’şerqiyê” /200/kon li ser erdekî çandiniyê yê Dilovanber “Mehmûd Hesîb Mehmûd” û zeviyeke zeytûna ye “Hisên Ibrahîm Ebdo” li ser Riya Hemamê li Rojavayê Cindirêsê, /50/kon Bakurê Riya Hemamê, û dora /500/kon jî ji Riya Hemamê li Rojava ve dest pê bike ta Gundê “Yalanqozê” li Bakurê bajêr.

Li Gundê “Hêkiçê” – Cindirêsê û li ser erdekî li kêlek gund, Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” çadirgeheke ji /437/konan pêk tê bi pereyên qeterê vekir – li gor gotina “Encûmena Xwecihî ya Şiyê”; Û “El’emşat” rabûn bidehan malbatên anîndeyên ku li gundên girêdayî Cindirêsê û Bajaroka “Şiyê” rûniştî -bi behaneya ku malên wan ziyan dîtine û şi’etî ne- neçar kirin ku penaberî çadirgehê bibin, da ku bingeh û koşeyên pirojeya xwe ya çêker tewaw bikin û dawiya dawî  bi ser ve bi rengekî berdewam alîkarî werin herikandin û tiştên bixwazin jê bidizin.

“Çadirgeheke nû li kêlek G. “Hêkiçê” – N. Cindirêsê, bi pereyên “Qeterî” û di bin serpereştiya Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” de, Reşmeha 2023an. Z.”

Di destpêkê de bicîkirina ziyandîtiyên erdhejê erkeke mirovî û girîng e, lê piroje û pilanên milîseyan û Hikometa Demkî û herdu tîmarkerên wan “Hikometên “Anqerê û Qeterê” ji siyasetên dijayetiyê li dijî “Kurdan – nişteciyên herêmê yên resen” û hewildanên kûrkirina guhertina demografî li herêmê ne bêpar in, yan jî çima li ser erdên bi kêrî çandiniyê nayên -ew fere ne û hema bi çend kîlometrên hindik ji cihên niha dûr in jî- nayên avakirin? Û çima Kurd li hundir Cindirêsê ji çadiran têne bêparkirin û bi aliyê penaberiyê ve têne têvedan? Û were zanîn jî ku bajar bi hewcî barkirina bermayan û ji nû ve avakirinê ye, û hewcedariya wê bi pirkirina konên anîndeyan li dorê tun ye, yên dibe di demeke ne dirêj de bibin kongeheke ji çîmento.

= Bajaroka Meydanekbezê: 

Bi Navça Reco ve girêdayî ye, /21/KM ji Bakur ve ji navenda wê dûr e, ji dora /500/ malî pêkhatî ye, ji berî dagîrkeriyê dora /2500/ nişte ji Nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, û dora /600 malbat = 3500 nişte/ ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin.

Bi sedema erdhejê maleke duqatî ye “Mistefa Mislim Korcî” hilweşî û di encamê de jina wî “Se’idet Sînê Bîlal /40/ sal” mir, herweha mala “Dilovanber Mislim Şêxo Mircanê”  û di encamê de du ciwanên negîhayî ji anîndeyên ku dest danîne ser mirin, weha jî qatê dudiyê yê bilind ji Mala “Mistefa Zelîxê/Şêxo”, ziyan gihîşte dehan malan, û Milîseyên “Feyleq El’şam” minara mizgefta bajarokê (dirêjahî /25/M û ji dora /25/ salan ve avakirî) bi bombekirinê ji hundir ve hilweşandin, piştî ku peqandinê lê bêlî kir – li gor gotina wan, û ji ber wê ziyanin mezin gihîştin mizgeftê, dîkanan û maleke hevcîwar û duqatî ye “Mahêr Şêxo”.

Alîkariyên mirovahî ta niha neghîştine bajarokê bi ser ku piraniya wan bi hewceyî wan in, û bi taybet jî ew ji tirsa erdhejeke din re li derve xew dikin.

= Gundê “Îska”:

Bi aliyê Başûr ve /35/KM ji Navenda Efrînê dûr e, ji dora /350/ malî pêkhatî ye, berî dagîrkirinê dora du hezar nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, jê /120 malbat = 500 nişte/man û yên din zorane hatin koçberkirin, û dora /190 malbatî = 1200 nişte/ ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin.

Erdhej bû sedema hilweşandina dora /10/ malan bi tevahî û /80/malî jî bi piçekî û peqandinê, û ta niha ji tirsa erdhejeke nû re piraniya nişteciyên gund li derve radizên.

Anîndeyan alîkariyeke diravî (/1000/Kaxetî Turk) ji her malbatekê re û kerteke kelûpelên alîkariyan ji komeleyeke xêrxaziyê wergirtin, lê nişteciyên resen -ji bilî hindik ji pêşxeriyên tekane- tu alîkariyên mirovahî wernegirtin.

= Geregoşî û serberdayetî:

Bi ser bobelata bêtara erdhejê ve geregoşî bi hemî rengên xwe ve li herêmê serwer e, yek jê hilgirtina çekan û bikaranîna wê bi awakî tewşankî ye; Li Gundê “Ze’irê” – Bilbilê (yê ku Milîseyên “Firqit El’mu’itesêm” desteser dike) pevçûnin di navbera du aliyan ji anîndeyên ku têde rûdinin de çêbûn, li 24.2.2023an. Z, bi sedema nelihevkirina li ser parvekirina alîkariyan, û di encamê de hin hatin kuştin û birîndarkirin, lê me nikanî agahiyên hûrehûr bidest bixistana.

= Binpêkirinên cûrbecûr:

Çadirgeheke çêkirî li ser erdê balefirgeha çandiniyê ya berê – Riya Efrîn û Cindirêsê û li kêlekê erdê celbgeheke çîmento ye berê û li nêzîk çateriya Gundê “Tilifê” ji aliyê Milîseyên “Firqit El’hemzat, Firqit El’sultan Silêman Şah” (Sêf Ebû Bekir û Mihemed El’casêm) ve hate avakirin, û ew ji dora/200/kon pêk tê; 70% ji nişteciyên wê ji Êla El’mewalî ne (anîndeyên ku li gundên Tilifê, Keferzîtê, Kokan, Berbenê û Goliya…rûniştine), û piraniya wan ne ji ziyandîtiyên herdu Bajarên Efrîn û Cindirêsê ne û malina jî bêtirî konekî wergirtine, da ku alîkariyan werbigrin û di nav hevdu de parve bikin.

“Çadirgeheke nû li ser erdê balafirgeha çandiniyê û erdê celbgeheke çîmento ya berê, li nêzîk çateriya G. “Tilifê” – riya Efrîn û Cindirêsê, Reşmeha 2023an. Z.”

Ji bilî çadirgehên berê, çadirgehin mîna çadirgehên çêkirî li Bajarê Efrînê -Başûrê Taxa Mehmûdiyê, li herdu aliyên Riya Çûnhatina Rojava, kerac û erdê bazarê – hatin damezrandin, piraniya nişteciyên wan ji anîndeyên ku berê di mal û çadirgehan de rûdinin û piraniya wan jî ne yekser ziyandîtiyên erdhejê ne, û piranî jî bi şev derin di malên xwe yên silefîn de xew dikin, û weha jî hin malbat bêtirî konekî werdigrin; Bi mebesta ku bi navê erdhejê alîkariyan werbigrin, û serkêşên milîseyan bikaribin beşekî jê bidizin.

” Çadirgeheke nû li Bajarê Efrînê.”

Li 15.2 2023an. Z, piştî ku Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” ziyandîtiyên erdhejê li gundên “Merwaniyê, Anqelê, Senarê, Hêkiçê, Bajaroka Şiyê” û hin deverên din vexwendin orta G. “Hêkiçê” da ku alîkariyên ji “Qeterê” ve hatiine pêşkêşkirin bidin wan, û piştî kurtedema wênegirtinê ya naskirî bi awakî mebestkirî geregoşî çêkirin, û tenê barê sê barhilgêran belav kirin û yê heftan jî boşî embarên xwe yên taybet kirin.

Li Bajaroka “Be’idîna” beşek ji malbatên anîndeyan wêneyan ji malên ku di encama topebarankirina Turkiyê de jihevşi’etî û piçekî hilweşiyayî li dema dijberiya li ser herêmê ya sala 2018an. Z digrin û wan pêşkêşî aliyên têkildar dikin -mîna ku ew mal ji ber erdhejê weha bûne û ew bi xwe jî ziyandîtiyên erdhejê ne- da ku alîkariyan werbigrin.

Ta niha hîn alîkariyên mirovahî neghîştine herdu gundên biçûk “Kumreş û Kerê” – N. Reco, bi ser ku dora/18/malan bi rengekî nêzîkî tevahiyê hatine hilweşandin, û bêtirî /20/malan li herdu gundan bi piçekî ziyan gihîştinê, û xelkê wan bi hewcî alîkariyan -bi taybetî konan- ne; Û ji sedemên ziyangihîştina wan malan ew peqandina fazle ye (ku di encama bomebebarankirina herdu gundan de gihîştiye wan), li dema dijberiya Turkiyê li ser herêmê.

Were bîranîn jî ku “Wa’êl El’se’îd” ê berpirsiyar di ewlehiyeta Navça Reco ji Milîseyên “Firqit El’hemzat” re û herdu merivên wî “Ebû Enes û Ebû Xalêd” (ew ji Gundê “Me’erit Herme”- Idlibê hatine) ji bo bazirganiyê daristanên îhracê yên xwezayî li Geliyê “Sarsînê” û Çiyayê “Şediya” – Rojavayê Reco bi berdewamî qut dikin, û navendeke wan e firotina êzingan li Gundê “Kumreşê” heye.

“Navendeke firotina êzingan li G. “Kumreşê” – N. Reco.”

“Wa’êl El’se’îd” – berpirsiyatek di ewlehiyeta N. Reco ya Milîseyên “Firqit El’hemzat”.

Li şeva Înê 24.2.2023an. Z, makîneyeke bara ya alîkariyê ji Parêzgeha Idlibê derbas Cindirêsê bû, û yên ku belav dikin hewil dan ku pêşkêşî nişteciyên bajêr bikin, lê encam neda bi sedema destêwerdana çekdaran û girseyên anîndeyên nêzîkî wan û birina wan alîkariyan bi zorê, û bi ser de jî xeber û sixêfên hinan ji wan li dijî Kurdan.

Xişimûbêtara erdhejê û hemî bangewaziyên xwecihî, navdewletî, mirovahî û mafwerî hîn bandor li mejî û kiryarên destlatên Dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê, Hikometa “Idlibê” û Hikometa Şamê nekirine, ku li pêş guhestina sivîlan û berdêlkirina kelûpel û alîkariyên mirovahî û bijîşkiyê  derbasgehan di navêna herêmên di bin desteseriya wan de vekin, û ew jî tiştekî girîng û lezgîn e ji bo sivikirina zehmetkêşî û bêtara Gelê Sûriyê bi giştî, ji ber wê pêdiviye hêzên navdewletî (yên rolak li Sûriyê) û Encûmena Navdewletî neçar bikin ku li gor biryara /2254/(ya ku lihevkirin li ser çêbûye) werin vekirin.

27.02.2023 an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Çadirgeheke nû li kêlek G. “Hêkiçê” – N. Cindirêsê, bi pereyên “Qeterî” û di bin serpereştiya Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” de, Reşmeha 2023an. Z.

Çadirgeheke nû li ser erdê balafirgeha çandiniyê û erdê celbgeheke çîmento ya berê, li nêzîk çateriya G. “Tilifê” – riya Efrîn û Cindirêsê, Reşmeha 2023an. Z.

Çadirgeheke nû li Bajarê Efrînê.

Roxandin û hilweşandin li Bajaroka “Meydanekbezê” – N. Reco, Reşmeha 2023an. Z.

Navendeke firotina êzingan li G. “Kumreşê” – N. Reco.

“Wa’êl El’se’îd” – berpirsiyatek di ewlehiyeta N. Reco ya Milîseyên “Firqit El’hemzat”.

——————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-235-27-02-2023 – PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button