Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (231)- taybet: Pênc sal ji dijberî û dagîrkeriyê… Binpêkirin û tewanên şer û tewanên li dijî mirovahiyê û guhertineke demografî ye fere

Herêma Efrînê ya Kurdî – Sûrî di navboriya pênc salan de ji dagîrkirina Turkiyê û siya destlata milîseyên Sûrî yên nandoz û girêdayî Hemahengiya Sûrî – Ixwanî bû herêmeke ne aram; Bi sedema geregoşî, serberdayetî, pevçûnên di navbera milîseyan de, çêkirin û bazirganiya şênberên hişbirîn û tevzînokan, gendeliya giştî, binpêkirin û tewanên di dermafê mirov û dar û keviran de têne kirin, û guhertina demografî ya ku gihîştiye Kurdan – nişteciyên wê yên resen; Piştî ku di navboriya şeş salên ku di bin siya Rêvebiriya Xweser a berê de bi awakî rêjeyî aram û hêminî bû, û pêşketineke xwezayî di warên têvel de têde çêdibûn.

Armancên ku Turkiyê ji dijberîkirina wê li ser Efînê li 20.1.2018 an. Z, û bikaranîna cûrbecûr çekên bejayî û asîmanî, û eskerkirina dora /20/ hezar nandoz ji çekdarên rikberiyê, û dagîrkirina wê ya rastîn ji 18.3.2018 an Z ve, di bin behane û fetweyên meremkirêt de, û  bazarên riswakirî di  rêveçûna “Asîtana” de açiq diyar bûn, da ku hebûn û rola Kurdan di Sûriyê de lawaz bike, rê li pêş bidestxistina mafên wan yên netewî yên rewa bigire, û fîtnan di nav wan, Ereb û pêkhateyên din ên Sûrî de gur bike.

Tewanên şer û tewanên li dijî mirovahiyê di dermafê herêm û xelkê wê de weke binpêkirinên mezin ji zagona mirovahî ya navdewletî re têne jimartin, lê “Civaka Navdewletî” jê re bêdeng e.

Û emê jê van bi bîr wînin:

= Kuştinên mebestkirî, tewan û êrişên li dijî sivîlan:

Komkujiyên (tîmargeha mirîşkan a Robariya, Gobelê, Mabeta, Basûtê, Hêkiçê, Nexweşxana Avrîn, Berbenê, Cindirêsê, Firêriyê, Taxa Mehmûdiyê, Yalanqozê…HWD) pêk anîn, û karwanên sivîlan di dema êrişa li ser Efrînê de armanc kirin. Yanê, em kanin bibêjin ku, hejmara qurbaniyên êrişkeriyê gihîşte dora /300/ şehîdên sivîl -di nav de bi dehan zarok û jin- û bêtirî /1000/ birîndarên sivîl, ji bilî pakrewan û birîndarên “YPG, YPJ, Asayiş û xwebexşên berevaniyê ji ber herêmê ve”. Lê, dora /275/ sivîl bi sedema piroseyên dizînê yên çekdarî, işkencekirin, teqîna makîne û bombeyan, jinavbirinên govdeyî, jiyantunekirin û yên din, ji 18.3.2018an ve û ta niha bûne qurbaniyên pakrewan – yên me kanîbûn wan belge bikin, ji bilî mirinên ji kerba re bi sedema mercên jiyanî yên zehmet ên ku dagîrkeriyê rengereng ferz kirine.

= Kolekirin û sêfîlkirina sivîlan:

Desthilatên dagîrkeriyê ta niha bi mebest hewil dane ku di hemî waran de pûçbûneke giştî çêbikin, deriyên kar li pêş xelkê Efrînê bigrin, bi ser de jî mal û milk û arziyên wan talan bikin, werzên zeytûn, liban, meywe, simaq û çiloyê mêwa ji xwe re bibin, û samanên wan ên nawirane (dewar û mirîşkan) ên nirxê wan dora /20/ milyon dolarî ji sala yekê ve çirçayî bikin; Ji bilî wê jî, ziyanên hemî cûreyên dewarên din (hesp, bergîr, qantir, ker û kewareyên mêşan), û rawestandina tîmargehên mirîşkan ji kar, an jî wêrankirina hinan ji kokê ve, bi sedema bombebarankirin û dizînê.

Ziyanên werzên zeytûna yên salên /2018, 2019, 2020, 2021, 2022/ -jêdera jiyanê ya serekîn ji xelkê Efrînê re- gihîşte derdora /300/ milyon dolar. Bi ser de jî, ferzkirina vêrgî û sezayên diravî li ser wan tê berdewamkirin, û herweha bi karanîna hin ji xelkê wê belaş û bê kirê. Û weke nîşandan ji roxandina binevahiya aborî di Efrînê de, ji tevahiya /850/ kargehên dirûtina cilan – ên ku, didan bazarên Sûriyê tev û hin welatên cîran jî – li piştî dagîrkeriyê tenê /50/ jê mane û yên mane jî di pileya xwe ya herî nizim de kar dikin, û di van pênc salên borî de hejmara wan zêde bû û gihîşte /150/ kargehî. Û ziyana warên pêşesazî û aboriyê bi giştî pir e, û rêjeya bêkariyê bilind bûye û belengazî û perîşanî gelek fere bûye.

= Dûrxistina nişteciyan û guhertina demografî:

Koçberkirina zorane bi kiryarên dijayetî di dema şer de ji /250/ hezar nişteciyên resen re, û qedexekirina vegera dora /200/ hezarî ji wan ji herêmên penaberiyê û hundir Sûriyê, bi sedema girtina Desthilatên Turkiyê ji derbasgehên Efrînê re, û ji ber wê jî ew li herêmên penaberiyê (herdu bajarokên Niblê û Zehra’i, û gund û bajarokên Şehba’ê – Bakurê Heleb…) mişextkirî man, û hin jî reviyan Heleb û herêmên Kobaniyê û Cezîrê, di heman dema ku Desthilatên Sûriyê jî hemî dergeh li ber guhestina wan teng kirine. Herweha dora /500/ hezar nişte ji malbatên çekdaran (yên nandoz li ba Turkiyê) û malbatên koçberên “Xota Şamê” û gundewarên “Humsê, Hemê, Idlib, Heleb û yên din” li Efrînê û navçên wê niştecî kirin, di mal û dîkan û malmewdanên nişteciyên resen û çadirgehên pir û tewşankî de dan rûnişkandin, û hin komelgehên niştecîbûnê û gundên niştecîkirinê yên nimûneyî ji wan re ava kirin, mîna gundên (“Besme li nêzîk Gundê “Şadêrê”, “Kiwêt Elrehme” li nêzîk Gundê “Xalta” – Çiyayê Lêlûn, “El’ze’îm” – Cindirês, “Ecnadîn” – Cindirês, “nêzîk gundê Metîna”, “Çadirgeha Keferom”) û ji bilî wan jî hin di amdekirinê de ne û hin din jî têne avakirin; Vê yekê, guhertinek mezin di bingeha demografiya herêmê de çêkir, û rêjeya Kurdan daxist kêmtirî /25%/ – piraniya yên niha li herêmê dimînin jî temenmezin in, ên ku rêjeya wan ji berî dagîrkeriyê bêtirî /95%/an bû. Û bisedan ji kes û malbatan di navboriya herdu salên 2021- 2022an. Z de vegerîn cî û warên xwe, lê ew rastî lêkolîn û ferzkirina vêrgiyên diravî hatin, hin jî hepis bûn, û hinan jî nikanîn malmewalên xwe vegerandana; Weha jî guhertina demografî gihîşte warin din, bi ser de jî zextên zêde yên rojane li dijî Kurdên li herêmê mane têne kirin, da ku neçar bibin erd û milkên xwe berdin û koçberkirina zorane berdewam bibe; Û ev guhertina dighêje asta qirkirina nijadî di dermafê neteweyeke cîwaz de.

= Işkencekirin an danûstandina nemirovane yan danûstandinên kêmrûmetkirinê:

Xelkê Efrînê yên mane, rojane rastî rûmetnizimkirinê û piroseyên revandin û girtinên bêsûcane yên fere tên û ta niha berdewamkiriye, û piraniya revandî û girtiyan -di nav de jî jin, negîha û temenmezin- hatin işkencekirin (ewa ku bûye kiryareke rojane) , û hin ji wan li gor perçevîdiyoyeke belavkirî bi şerjêkirinê hatin gefkirin; Û ta niha çarenûsa dora /500î – hejmareke derdor e/ ne diyar e, û xwediyên piraniya yên berdayî ceza û vêrgiyên diravî dan, û hin caran gihîşte /20/ hezar dolar. Û li nîvê dudiyê ji sala 2020an ta dawiya sala 2021an Z, Destlatên Dagîrkeriyê hin ji girtiyên ku di navêna /2-3.5/ salan de zorane veşartî berdan, piştî ku tenduristiya wan bi şûn ve çû. Ev tiştên jorin hebûna hepsên bidizî tekez dikin, û ya herî navdar û dengbed jê jî hepsa Bajaroka “Çobanbegê – Elra’î” ye, ya ku hîn doseya wê nehatiye girtin, û tê de dora /15/ an jî mirine bêyî ku termên piraniya wan radestî xwediyan bibin an jî bi mirinê bêne agahdarkirin, bi taybetî jî ew li cihekî nediyar hatin veşartin; Û ji ber nexweşiyên ku bi wan re hene yan îdamkirina wan, tirs li ser jiyana hinekan heye; Herweha jî yên ku hatine berdan, newêrin li ser wan hepsan û mercên tê re derbas bûne bipeyivin.

= Bindestkirina çandî û netewî:

Daxuyanên ku, pircaran berpirsiyar û leşkerên Turkiyê û serkêşên milîseyên cîhadîst û endamên wan li ser gawirbûna Kurdan û tewanbarkirina wan bi cudexwazbûn û terorîzmê didan, û herweha fetweyên rewakerên ” Şoreş û cîhadê” yên ji bo talankirina arziyên Kurdan û ziyangîhandinê didan, di bingeh de nîşana dijayetiyek nijadî û şofînî bi aliyê Kurdan ve ye, û zordarî û bindestkirin bi rengekî rêbazkirî li dijî wan tê meşandin, yên hatine niştecîkirin di ser wan re têne girtin, û bi ser de jî bi aliyê dijîkirina Kurdan û mal û milkên wan ve têne têvedan. Ji bilî wê jî, şerê çand û zimanê Kurdî, guhertina zanînwer û navên gund û bajarokan û meydanên giştî, û hewildana jihevşelandina tevna civakî, qedexekirina vejînkirina cejna wan a netewî “Newroz”, û dijayetiya simbolên wan, û di vî warî de roxandina peykera “Kawa”, û jiholêrakirina venîşteka “Newrozê” û guhertina wê bi Gergeha “Selah Eldîn El’eyûbî” nimûne ne. Bi ser de jî neçarkirina xelkê Efrînê û anîndeyên tê de, bo wergirtina kertên danasîna kesayetî (yên ku Desthilatên dagîrker bi zimanên Turkî û Erebî derdixînin), da ku hemî di çarçeweke civakî ye nû de -bi Nasnama “Osmaniya nû”- werin pişaftin û helandin.

= Bindestkirina olî:

Kurdên Êzdî gelek binpêkirin dîtin, ji koçberkirinê ve bigir, ta kuştin, işkencekirin, şelandin, qedexekirina wan ji bikaranîna gerdîşe û bîr û boçûnên xwe yên olî û vejînkirina cejnên xwe yên salane, herweha neçarkirina hin ji wan ku di mizgeftan de nimêjê bikin, mizgeft di hin gundên wan de -weke qerezî – hatin avakirin, û hin zaret û goristanên wan hatin pêlîskandin û roxandin. Herweha jî kinîsa Xiristiyanî ya tekane hate dizîn û talankirin û girtin; Û bi ser ku berê Xirisiyan pir hindikin, tu kes ji wan newêre olîtiya xwe ragihîne jî. Tiştê hîn bi robet, hin mizgeft jî di dema êrişkeriyê de hatin bombebarankirin, û kelûpelên wan (sicade, firaxên baqirî û amûrên elektirîkî û dengane) hatin dizîn. Weke tê nasîn Efrîn civekeke vekirî ye, û di baweriyên xwe yên olî de, ne tund û tûj e, lê talanker kiryarên olî û civakî yên sert belav dikin, û kar dikin ku li ser nişteciyên resen bi hemî endamtiyên wan ên olî ferz bikin. Bi taybetî jî tevgereke olî ye çalak, li gor şêweya Osmanî – Ixwanî, û bi serpereştiya “Sekna Diyanet” a Turkî, li herêmê tê meşandin. Û diyardeyên vejînkirin û şahiyan li nav xelkê Efrînê di cejnên “Rojiyê û Qurbanê” de, û di nav hestên xemgîniyê, jihevdûrketin û heyamên bindestkirin û zordariyê de, wenda dibin.

= Turkirin, tundrewiya olî û ramanên Osmaniya nû:

Destlatên Turkiyê siyaseta Turkirinê, belavkirina tundrewiya olî  û ramanên Osmaniya nû – bi taybetî di nav xort û zarokan de – û bi riya hilmetên ragîhandinî û di bin gelek navan de ( komeleyine xêrguzarî û çandî û olî, zanîngeh û amojgeh û dibistanine taybet, navendine çandeyî yen Turkî, dibistanên “Îmam El’Xetîb”, çalakiyine ciwanî, vejînkirina boneyine Turkî û hildana ala Turkiyê bi piranî, û bikaranîna nîşana “Gurên Beresorî”, korsine perwerdeyî…HWD), karanîna rêbazên xwendinê yên eydiyolocî, û ferzkirina hînkirina Zimanê Turkî, Li kêlekê jî  şerê çand û kevnetora herêmê, û bi şîret û serperştiya istîxbaratên Turkiyê didomîne. Û herweha jî, hewildanên guhertina nasname û çanda herêmê û xelkê wê, roxandin û dizîna arziyên wê yên çandî, û jiholêrakirina dîroka wê berdewam in, wek guhertina perestgeha “Nebî Horî” ya berjorî ya Romanî û mizgefta hevcîwar bi zanînwereke Turkî – Osmanî; Ev yeka jî, li dijî “Hevpeymana Lahayê – /14/ Gulana 1954an a ji bo parastina sermiyanên çandî di rewşa şeran de” ye.

= Wêrankirina malmewlan bi rengekî fere û destdanîna ser wan:

Bi hezaran ji mal û mewdanên giştiyane û taybet hatin tarûmarkirin û roxandin, û talankeran kelûpelên malan dizîn û dest danîn ser milkmewdanan, wêlomê jî roja 18.3.2018an bi Roja “Kuliyan” hate navdan, ji ber ku wê rojê bi şêwakî fere firoşxane, embar, mal, alav û amûr, li ber çavên cîhanê, li Efrînê, li ber dîtin û bîstina cîhanê hatin talankirin, û ta niha jî dizîn û talan û çetekirin bi rengekî fere berdewam in. Piraniya guvêşgehên zeytûna, kargehên bêrîn û sabûnê, çêgehên kincan, û firoşgeh û embarên herêma pêşesaziyê rastî dizînê hatin, an jî ji bo parastina çêgehên xwe yan vegerandina tiştên hatine dizîn, xwediyan tibabin diravî yen mezin dan, û weha vêrgiyên mehane jî didin. Û piroseyên destdanîna ser firoşxane, mal, zevî û erdên çandiniyê -bi taybetî yên ku, xwediyên xwe ne hazir û hin jî yên hene – bi riya gelek fêlbazî û şêweyan berdewam in; Yên ku tevahiya wan zêdetirî nîvî milkê xelkê Efrînê ye. Herweha çekdar û yên hatine niştecîkirin mal û firoşxaneyên xelkê Efrînê ji xwediyan re vala nakin, bi ser ku xwedî timî daxwaz dikin û giliyan radikin. Bi ser de jî hin malbatên Kurd ji malên wan an jî ji yên merivên wan diqewtînin, da ku anîndeyan li şûnê bi cî bikin.

= Dizîna zêtê zeytûna:

“Hevkariyên gerantîkirina çandiniyê ya Turkî – Te’awiniyat El’itîman Elzîra’î Elturkî” (yên ku pir destûrên awerte daniyê), lîsten bi buhayin nizim ji bo kirîna zêtê zêtûna ji herêma Efrînê (ya ku, li derve pir buha tê firotan), di her pênc salên borî de biderxist; Da ku ji Turkiyê û hevkarên wê re qezencekî pir wîne, û pê milîseyên terorîst û nandoz werin piştgirîkirin. Û bi taybetî navendeke bazirganî Turkî ji bo kirîna zêtê, li Guvêşgeha “Rif’etiyê” – Bajarê Cindirêsê heye, û dest daniye ser kirîna 80% ji tevahiya berhema zêtê li herêmê, û bi makînên baran di derbasgeha “Hemamê” ya nû re bo “Hetayê” – Turkiyê hate guhestin – bêyî ku di Herêma Azad a Bajarê “Qirixanê” re derbas bibe, û bêyî ku bi rengekî sîstemkirî were tomarkirin. Yanê bi ser ku ew ji welatekî din tê, lê nakeve piroseya istîradê, paşê jî hin guherîn di zêtê de têne çêkirin, û di bin navnîşana ” li Turkiyê çêbûye” de, li cîhanê tê firotan. Û nûnerin ji wan hevkariyan sala borî çûn Emrîka, da ku ragîhandinê ji zêtê re çêbikin.

= Dîlgirtin û hepiskirina nerewa û veşartina zorane:

Ta niha artêşa Turkiyê hejmar û çarenûsa dîlgiran ên li ba xwe açiq nekiriye, weha zîndanên taybet ên milîseyan jî hene, û ta niha jî dora /500/ kesên girtî bi rengekî zorane veşartî ne û çarenûsa wan ne xuya ye. Û bînerdayînên/şehadetên hin kesên hatine berdan xuya dikin ku dora /1500/ kes di hepsa Bajaroka “Elra’î” de û di bin işkencekirin û mercên sert de bûn, û piranî hatin berdan; Û di navêna nîvê diwem ji sala 2020an. Z ta sala 2021an. Z, Destlatên Dagîrkeriyê hin girtiyên zorane veşartî /2-3.5/ sal berdan, ew jî hebûna hepsên diziyane tekez dike, bi taybetî jî ew perçevidyûya li 28.5.2020an. Z hatiye belavkirin, li dema ku Milîseyên “Artêşa El’îslam” êrişî ser biryargeha “Firqit El’hemzat” (birayargeha asayêşê ya berê) li Hirşê Mehmûdiyê – Efrîn kiriye, û têde /11/ jinên ku du sal di ser veşartina wan re borîne hatin xuyakirin.

= Girtinên tewşankî û bêsûcane:

Ji bilî revandin, bendkirin û pêlên seknandinê, kampaniyên basmîşkirinê û girtinên tewşankî – bi tewanbariyên têkeliyên têvel (Leşkerî yan sivîlî yan xwebexşane ji bo kargûzariyê û yan jî parêzvaniya şevayî û hin din) bi Rêvebiriya Xweser a berê re (ya ku dora pênc salan di ser re derbas bûye) berdewame, û istîxbaratên Turkiyê serkêşiya hilmetê bi riya alavên xwe yên xwecihî (asayêş, dadgehan, milîseyan, toreya sixûran…) dikin; Hin caran vêre jî, lêdanên yekser li pêş çavên xelkê, û işkencekirin li navendên lêkolînan a ku hin caran kuştinê encam dide(weke çawa bi Parêzer “Luqman Hemîd Henan” re çêbûye, yê ku li 19.12. 2022an. Z ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Asayêşa Efrînê ve hatibû girtin, û li 22.12.2022an. Z jî termê wî bo xwediyan hatibû radestkirin), û destdanîna ser amûrên mobaylan, lêgerînkirina di malan de, pêlîskandina kelûpelan, kêmrûmetkirin û dizîna hin malmewalan, çêdibin. Û hin caran ew di dermafê heman kesan de pênc caran bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re têne dubarekirin, dighêje jin û negihîştî û temenmezinan jî, li dawiyê bi hepiskirin û vêrgiyên rengereng têne cezakirin, û hin caran cezayên sertir jî têne dandin, Weke ku dadweriya Turkî sezaya zîndankirina hetaheta da hin girtiyên sivîl, û hepiskirina dehên din bi demên têvel, û hin ji wan jî ji Efrînê bo Turkiyê hatin guhestin. Û bi fisûkî û raporên bi kîn ên ji aliyê istîxbaratên Turkiyê ve amedekirî, xelkê Efrînê yên li Turkiyê rûniştine jî têne girtin. Di vir de Hikometa Turkiyê li gor mada /70/ ê ji Hevpeymana “Cinêvê” ya çaran a /1949/an “a ku, rê nade dewleta dagîrker kesekî/keseke parastî, li ser kiryarên ku berî dagîrkeriyê kirine yan nêrînên dane, bigre yan bide dadgehkirin an tewanbar bike…”, berevajiyeke bi cers dike.

Girtinên tewşankî û bêsûcane bi şêwakî fere û bi pilan û rijd têne kirin, û ne tenê di dermafê yên nêzîk Rêvebiriya Xwerser a berê de, lê di dermafê piraniya Kurdan de – nişteciyên herêmê yên resen. Armanc jê jî, ne tenê komkirina peran e û hew, belê kêmrûmetkirin û tirsandina nişteciyên resene jî, da ku, wan berve berdana mal û milkên wan ve têvedin, û bingeha daxuyanên asayî li ser wan ji istîxbaratên Turkiyê re çêbikin, û bi taybetî piraniya binpêker û tewankaran nayêne sezakirin û bi hêsanî jê difilitin, ji ber ku zagon û dadwera ku li Efrînê hatiye damezrandin bûye alava guvaştin û zextê li ser girtiyan û nişteciyên resen, û ne ji bo vegerandina mafên wan û redkirina zordariyan, sezakirina tewankaran û girtina dizan in; Ev jî tekez dike ku, ew siyaseteke dijayetî ye rêbazkirî ye, û yekser bi serpereştiya Turkiyê li dijî Kurdan têye meşandin.

= Guhnedana giliyên hemwelatiyan:

Piraniya yên binpêkirin û tewan di dermafê wan de hatine kirin ji tirsa re newêrin hewaldin, û tu lêkolîn û dadgehkirinên dadmend ji wan binpêkirin û tewanên tên ser sivîlan re nayêne çêkirin. Û herweha desthilatên dagîrkeriyê bi berpirsiyarî guh nadin giliyên hemwelatiyan, nejî bersivên bawerbûyî didin wan, û nejî çarenûsa girtiyên bi zorê veşartî didin xuyakirin. Û hin ji wan dadgehên çêkirî tenê ji bo tuhmetên çêkirî yên li dijî girtiyan û sezakirina wan bi vêrgiya ne. Û piraniya xelkê Efrînê nikanin giliyan rakin an giliyên dadwerî li dijî yên tewan di dermafê wan de kirine hildin, ji ber ku dibe ji nû ve werin sezakirin. Ji ber wê, tu dibînî çawa ji daxuyan û axaftina li ser binpêkirin û tewanên ku dighêne wan xwe didin yal, û carna ji neçarî hin ji wan bervajî bûyerên hene bîneriyên xwe didin. Weke çawa “Komîta redkirina zordariyan” a ku ji Rezbera 2020an. Z ji nav serkêşên milîseyan hatiye çêkirin, da ku rûyê dagîrkeriyê sipî bike û li ser wan tewanên mezin veşêre, û ew jî di bin fişara bi hezaran raporên ku li ser binpêkirin û tewanan hatibûn belavkirin de hate çêkirin, lê dîsa jî li 8.11. 2022an. Z piştî ku nelihevkirin û pevçûn di nav milîseyên nakodar de gur bû û “El’cebhe El’şamiyê”ji Efrînê hate qewtandin, ji kar hate rawestandin.

= Ziyangîhandinên pir bi jîngehê û nixuma geyayî:

Ji berî talankirinê Desthilatên Turkiyê rûberin çandiniyê û ihracê di dema avakirina dîwarê çîmentoyî yê cudabûnê de, bi kûraniya /200-500/M û di ber sînor re, bi dirêjiya /150/ KM rêşkirin, herweha li wexta êrişkeriyê bi hezaran darên zeytûnê ji pir cîgehan weke (Çiyayê Bilêl, Curqa û Gundê Dêrwîş û gundê Çê – navça Reco, gundên Hemamê, Merwaniyê Jorin û Jêrin û Aşkê Xerbî – navça Cindirêsê, gundên Anqelê, Qermîliq û hersê Çeqela – navça Şiyê, di navbera gundên Kefircenê û Metîna – navça Şera, û çiyayê Şêrewa), bi mebesta avakirina bargehên leşkerî, bi alavên leşkerî hilkirin; Û şewtandin û qutkirina bêwijdan û fere (yên ku berê herêmê tucarî weke wan nedîtine) gihîşte  daristanên ihracê yên xwezayî û çandiniyê û darên pir kêm û temenmezin bi giştî, û herweha qutkirina bêwijdan ji sedhezaran darên biber (zeytûn û hin din) -bihezaran jê jî bi tevahî- ji aliyê milîs û anîndeyan ve, ji bo êzingkirin, çêkirina komirê û bazirganiyê. Û ew tûşîkirinên li dijî dar û daristanan dighêjin asta qirkirina jîngehê; Û li gor pisporên çandiniyê, tevahiya rûberên daristanan li Efrînê weha ye: (ya xwezayî /18500/ hiktar+ya çandiniyê /21000/ hiktar = 39500 hiktar), û di navboriya pênc salan de, rêjeya qutkirin û şewtandinê gihîştiye dora 60% î.

Bi ser de jî, çêrandina keriyên pêz bêwijdan di nav zeviyên zeytûna û erdên çandiniyê de, da ku ziyanek pirtir bighêjiyê, û bê ku xwediyên wan wêribin an kanibin qedexe bikin.

Yek ji stûnên dijayetiyê ya ku Dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê, derbkirina têkeliya mirovê Kurd li Efrînê bi jîngeha wî ya xwezayî û malmewdanên wî re ye, yanê jicîhejandina tamarên civakê û lawazbûna wan e.

= Armanckirina cîgeh, çêgeh (kargeh) û malên sivîlane:

Artêşa Turkiyê bêdudilî binevahî û çêgehên sivîlî (nexweşxane, navendên bijîşkiyê, tîmargehên mirîşkan û yên pêz, dibistan, mizgeft, zaretgehên olî, avahiyên rêvebirinê, nanpêjgeh, stasyûnên ava vexwarin û avdanê, çêgehên Benda Meydankê, û guvêşgehên zeytûna) armanc kirin, û beşek mezin jê tûşî wêrankirina mebestkirî û dizînê bûn, mîna: ” toreyên telîfûna zemînî û elektirîkê yên giştî. Û ta niha piraniya wan çêgeh û binevahiyan derveyî xizmetguzariyê ne, û li şûna hinan jî, çêgehên saziyên Turkiyê hatin avakirin. Herweha di dema êrişkeriyê de, hin malên navendên navçan û gundên pêve girêdayî hatin armanckirin û hinek jî hatin şewtandin.

= Destdanîna ser hin gundan:

Bi awakî mebestkirî Artêşa Turkiyê û milîseyên bi ser ve dest danîn ser hin gundan û nehîştin xelkê wan vegerinê, mîna: “Qestelê Cindo, Baflûn, Sînka, Be’irava – navça Şera, Cilbirê, Gobelê, Dêrmişmişê, Zirêkatê, Basilê û Xalta – Robariya, Çê û Derwîş – navça Reco, Şêxorzê û Qota – navça Bilbilê, û Tilifê – Cindirêsê…” Û ji xwe re kirin biryargehên leşkerî yan rûniştgeh ji çekdaran re.

= Bindestkirina jinan, destdirêjiya zorane, û mêrkirina di bin fişarê de:

Di bingeh de, ew milîseyên cîhadîst ên selefî, di civakên xwe de – bê redkirin – jinan bindest dikin, ji dubarekirina jinanînê de bigir, ta serûgirtinê, belavkirina cins û hinên din. Û ew in ên bindestkirina jinên Kurd li Efrînê li gor heman mejiyê qirêj bindest dikine;

Bi ser ku, piraniya yên ew tewan di dermafê wan de têne kirin newêrin hewaldin, an gilî bikin û dozên dadwerî di dermafê wan de rakin, nûçeyên hin destdirêjiyên cûrbecûr, û zorkirina li ser keçikan ji bo mêrkirinê yan çewsandina yên negîhayî, û hin nûçeyên revandin, zorbirin û kuştina mebestkirî û dijîkirina li ser jinên temenmezin û bi tenê rûniştine, mîna tiştê bi temenmezin “Fatîme Cinêd” re çêbûye (ya ku li 23.12.2022an. Z rastî dijîkirin û dizînê hatî, di mala wê de li gundê “Basûfanê”, û li ser destê Milîseyên “Feyleq El’şam”), li dû hev dertên; Û ji ber tunebûna aramiyê û ji tirsa binpêkirinan re, piraniya xelkê newêrin keçên xwe bişînin dibistanan, bi taybetî jî yên li gundan rûniştine.

= Wêrankirina goristan û cîgehên kevneşopî, û dizîna kevneşopan:

Dijberîkirina Turkiyê gelek cîgehên kevneşopî wek “Girê Endarê, Nebî Horî, Teqlekê, Marmaron…”bi bombebarnkirina giran armanc kir, û ziyanên mezin gîhandinê, da ku zanînwerên wan ên dîrokî wenda bibin. Herweha, Destlatên Dagîrkeriyê çavan ji ser piroseyên dizîna kevneşopa û lêgerînkirinê dadimrînin, û serpereştî û pişikdariya pirekan jî dikin, û hemî gir û cîgehên dîrokî -yên pir- bi hemî alavên hêsan û giran rastî tevdan û kolandin û tarûmarkirinê hatin, Wek çawa li cîgeh û girên (Horî, Endarê, Berad û Marmaron, Birc Ebdalo, Qîbar, Cindirêsê, Gemrûkê, Sêmalka, Zirafkê, Kitix, Dirûmiyê, Dûdêra Meydankê, Merwaniyê Jêrin, Cirnaz, Bazarê, Xirabê Elo, Kûra, Bilêlko…û HWD) û gelek zaretgehên Islamî û Êzdî çêbûye. Û ji aliyekî din ve, goristanên şehîdan li “Kefirsefrê, Metîna û Keferşîlê” bi topebarankirinê hatin roxandin, û gorên kesayetiyên olî û çandî jî weke (gora Duktor “Nûrî Dêrsimî”, û weha jî roxandina kêlikên tirbeyên ku bi zimanê Kurdî li ser hatine nivîsandin û gorin Êzdiyan, û herweha jî Destlatên Turkiyê li navînaTîrmeha 2021an. Z termên /72/ pakrewanên şervan û sivîlên Kurd (ên ku li rojên dawiyê ji dijberiyê, li Avdara 2018an. Z rengerng jiyana xwe ji dest dane) ji goristaneke sazkar û naskirî li hundir Bajarê Efrînê derxistin, û goristan ji holê rakirin û tevlihevî di rastiyên wê de çêkirin.

= Belavkirina geregoşî û serberdayetiyê:

Hikometa Anqerê hewilneda ku asa û aramiyê li Herêma Efrînê peyda bike, bi stubariyên xwe ji bo peydakirina sazûmanê û aştiyaneya giştî û parastina sivîlan ranebû, encûmenên xwecihî – weke alav ji cîbicîkirina siyasetên xwe re – çêkirin, û destên milîseyên cîhadîst û terorîst filitandin da ku binpêkirin û tewanên qirêj pêk wînin (ewên ku ji bo hevrikiyên qirêj, jiholêrakirinên hundirîn û nelihevkirinên li ser tiştên dizînê û çarçewa bandorkirinê li hev dixistin), û ya dawiyê jê pevçûnên ku li Cotmeha 2022an. Z di navêna Milîseyên “Firqit El’hemzat” û “El’cebhe El’şamiyê” de bûn, û di gel wê basmîşkirina “Desteya Tehrîr El’şam” ya terorîst ji Efrînê re bû (ya bi armanca şer bi “El’şamiyê” re û derxistina wê). Herweha jî teqandinên terorîst jî di nav sivîlan de hatin kirin, û di encamê de qurbaniyên şehîd û birîndar çêbûn; Û weha jî, teqîneyên bombeyên teqîner jî pir bûn, û bi taybetî yên ku hin serkêşên milîseyan û endamên wan kirine armanc. Û ji aliyekî din ve, ji ber topebarankirinên Hêzên Turkiyê û milîseyên bi ser ve bi herêmên di bin desteseriya Artêşa Sûriyê de, Bajarê Efrînê tûşî êrişên mûşekî hat, û di encamê de ziyanên şênberî û qurbaniyine kuştî û birîndar ketin.

= Binevahiyên lawaz û nizimbûna xizmetguzariyan:

Roxandin û dizîna mebestkirî gihîşte binevahiyên bingehîn ji tore, stasyon û navendên elektirîkê, telîfonê, ava vexwarinê, dibistan, amojgeh, zanîngeh, tore û coyên/erqên avdanê yên çandiniyê, giropên zayendokên enerciya elektirîkê, şaredariyan, û hin ji wan jî kirin biryargehên leşkerî; Ji ber wê, asta xizmetguzariya wan pir daket an jî nema, û xizmetên niha pêşkêş dikin nizim in; Û kêmbûna sûtemeniyan û buhabûna nirxan, pişta xelkê şikand; Ji aliyekî din ve, piraniya sazî û dezgehên Hikûmeta Sûriyê jî ji xizmetguzariyê hatin derxistin.

= Bikaranîna çekên qedexekirî:

Nûçeyin ji Rêvebiriya Xweser ve derhatin, dan xuyan ku Artêşa Turkiyê bombeyên goşeyî yên qedexekirî û herweha gaza kilorê jî li gundê “Erendê”- Navça Şiyê di dema êrişa leşkerî de, bi kar anîne.

= Pêlîskandina bi terman:

Di dema şer de, çekdarên cîhadîst hin perçevîdiyo belav kirin, têde xuya dibe ku çawa ew bi rengekî hovane kiryarên qirêj di dermafê termên şehîdan ên şervanên Kurd de dikin, û tewana wan a di dermafê terma Pakrewana Kurd “Barîn Kobanî” de, ji asta kîndariya wan a veşartî re nimûneya herî balkêş û bi robet bû; Herweha milîseyan -piştî ku şer hate bidawîkirin’ nehîştin xelk termên hin şehîdên şervan ên Kurd jî veşêrin, û li çolê û servekirî bi heyvan man.

= Koçberên zorane yên Efrînê:

Koçberên Efrînê yên ku li herêmên Şehba’i, herdu bajarên “Niblê, Zehra’i”, Til Rif’et, Dêr Cimêl û hin gund û bajarokên “Çiyayê Lêlûnê” – Bakurê Heleb (yên di bin desthilatiya artêşa Sûriyê û bandoriya Rûsî de) rûniştine, jiyaneke ne baş û xemgîn derbas dikin. Hejmara wan dora /60/ hezar nişte ye, jê /9/hezar di pênc çadirgehan (kampan) de rûdinin. Ew ji çar aliyan ve – weke hepseke mezin – dorpêçkirî ne, û ji aliyê hêzên Hikometa Sûriyê, milîseyên rikber û artêşa Turkiyê ve çênabe werin guhestin. Herweha ew bi pirogramên Neteweyên Yekgirtî yên fîxana mirovahiyê ne giştîkirî ne û bêpar in. Wehajî ew ji kêmbûna derfetên kar û xizmetguzariyê (elektirîk, ava vexwarinê, tenduristî, hînkirinê û hin din) zehmetiyan dikşînin.  Daxwaza wan a bingehîn jî vegera li cî û warên wan e.

Û ji aliyekî din ve, bombebarankirina hêzên Turkiyê û giropên çekdar ên bi ser wê ve, ji gund û bajarokên Bakurê Heleb re (yên ku, xelkê Efrînê penaberê bûne) berdewam e, û ziyanên şênberî û qurbaniyên pakrewan û birîndaran li şûn xwe çêdike, weke çawa li 2.12.2019an Z, di komkujiya Bajaroka Til Rif’etê de çêbûye.

= Avakirina dîwareke cudahiyê:

Artêşa Turkiyê dîwarên çîmentoyî li dor biryargeh û bingehên xwe yên li navenda Bajarê Efrînê û navçeyên wê ava kirin, û ew bi hemî pêdiviyan xizmetkirî ne. Herweha jî, wê dîwarek bi bilindbûna du metroyan li nêzîk gundên “Kîmar, Cilbir û Meryemînê” – Başûr Rojhilatê Efrînê -weke pêngaveke bi gûman ji damezrandina dîwareke jihevcudakirinê bi Heleb re be – ava kir; Û ta niha Herêma Efrînê ji B.Helebê cudakirî ye, û tu derbasgehên mirovahî jî di navêna wan de tunene.

Di dema şer de li ser Efrînê, Turkiyê bi biriyara sarkirina şer /2401/ a ku ji Encûmena Ewlehiyê ve, li 24.2.2018an. Z hatiye derxistin pabend nebû, û ne jî bi naverokên biryara wê /2254/ (ya sala/2015/an. Z) ji aliyê “avêtina pêngavên lêhatî yên ji bo parastina sivîlan de bigir, ta peydakirina mercên guncaw ji bo vegera aram û jixweber ji koçber û penaberên hundirî re bo herêmên wan ên resen, û ji nûve avakirina herêmên ku ziyan gihîştinê, û li gor zagona navdewletî” pêgiriyê dike; Bi ser ku ew bi rengekî rastîn û giştî (leşkerî, rêvebirî û serwerî) herêmê destser dike. Û ji ber ku herêm dagîrkirî ye, divê Turkiyê bi erk û stubariyên xwe rabe, û bi zagona mirovahî ya navdewletî pabend be.

Herêma Efrînê di dorpêçkirineke tam de ye, ragîhandin bi ferzkirina destlatên dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê lê tune ye, nişteciyên wê yên resen di jiyana rojane de pir êşekan dibînin, û ew li pêş seredanên alavên ragîhandinê, rêxistinên mafwerî û sivîlî -yên bi mafên mirovan guhdanê dikin- û şandên perlemanî girtî ye, ji bilî hin seredanên tekane yên bi gotin û çîrokên Turkiyê re sazkar.

Bangewaziya xelkê Efrînê -li kû dibin bila bin- bidawîkirina dagîrkeriya Turkiyê ye, derxistina milîseyên terorîst ji herêmên wan e, û vegera hemî penaberan bo cî û warên wan e. Û li gor benda/1/ê ji biryara “Komela Giştî ya Neteweyên Yekgirtî” /1514/ – dîrok 14.12.1960 (ya ku, dibêje: Bindestkirin, kolekirina,  desthilatkirin û çewsandina gelan ji aliyekî biyanî ve, nepejrandine ji mafên mirovan ên bingehîn re, tersî belgenameya Neteweyên Yekgirtî ye, û doza aştî û hevkariyê yên cîhanî kend dike), Kurd di xebat û berevaniya xwe ya dadmend de, bi hemî şêweyên rewa di ber doza xwe de, û ji bo tazîkirina siyasetên Turkiyê yên dijayetî û riswakirina binpêkirin û tewanên dibin de, berdewam in.

Herweha, li ser asta Kurdistanî, Niştîmanî Sûrî û Navdewletî, bang li hemî yên têkildar dikin ku kar bikin, da ku bêdengiya li ser rewşên pîs ên li herêma wan serwerkirî bişkînin, û Hikometa Anqerê bi aliyê danîna rêgirekê ji binpêkirin û tewanan re, dawîkirina dagîrkirina wê ji herêmê re, û vegerandina herêmê ji serweriya Sûriyê û rêvebiriya xelkê wê re têvedin.

20.01.2023an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Roja yekê ji dijberiya li ser Efrînê.

——————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-231-20-01-2023 – PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button