Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Di bîranîna salane ya pêncemîn a dijberîkirina Turkiyê li ser Herêma Efrînê, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê namak  ji bi nûnertiyên dîplomatîk û siyasî û ji bo raya giştî bi pênc zimanan rêdike

Yek-Dem

20 Rêbendan 2023an

Li 18 Rêbendana 2023an. Z û bi boneya bîranîna salane ya pêncemîn ji despêkirina dijberîkirina Turkiyê li ser Herêma Efrînê 20.1.2018an. Z, bi pişikdariya milîseyên Sûriyê yên nandoz û bi ser “Hikometa Dad û Geşepêdanê” ve, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê namak ji bo nûnertiyên dîplomatîk û rêzanî û ji bo raya giştî bi pênc zimana (Erebî, Kurdî, Ingilîzî, Firansî û Alamanî) rêkir, têde bi kurtî bûyerên dijberîkirin û dagîrkirina herêmê û binpêkirin û tewanên şer li dijî mirovahiyê (yên ku li dijî wê û xelkê wê bi kar hatine) anîn zimên, û bi taybetî jî yê herî bive û metirsîdar “guhertina demografî yê rêbazkirî”; Û partiyê desteserkirina Turkiyê li ser herêmê weke dagîrkerî da sailxdan, û tekez kir ku ew ji ber berpirsiyartiyên xwe yên rêzanî û zagonî xwe dide yal, û li gor peyman û belgeyên navdewletî bi erkên xwe pabend nabe.

Herweha jî partiyê ev dijberîkirin û dagîrkirina Efrînê şermezar kir, tewanên rojane yên ku têde dibin ne’ilet kir, û guhertina demografî weke rengek ji rengên qirkirina nijadî dît, ya ku bi xwe weke tewaneke li dijî mirovahiyê tê jimartin.

Û partiyê bang li Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên navdewletî kir, da ku bi erkên xwe li hember Efrînê û Sûriyê rabin, dergeheke siyasî ji çareserkirina kirîza wê re bibînin, û daxwaz kir ku zext û fişar li ser Hikometa Anqerê were kirin, da ku artêşa xwe vegerîne sînorê navdewletî.

Ev jî deqa namê ya tevahî ye:

NAMAK JI BO NÛNERTIYÊN DÎPLOMATÎK Û SIYASÎ Û JI BO RAYA GIŞTÎ

PÊNC SAL JI DIJBERÎKIRINA TURKIYÊ LI SER EFRÎNÊ

Wergerandin ji Erebî

Li 20.1.2018an. Z, bîranîna pêncemîn di ser dijberîkirina Turkiyê li ser Herêma Efrînê ya Kurdî ya Sûrî re derbas dibe; Ewa ku bi pişikdariya Milîseyên Sûrî yên nandoz di bin navê “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ya girêdayî “Hemahengiya Sûrî ya hêzên şoreş û rikberiyê”, “pîrozkirinek ji Yekîtiya Islamî ya Sûrî – Istanbûl”, xwendina /90/ hezar îmam û xoceyên di mizgeftitên Turkiyê de ji “Sûreta El’fetih” re bi biryara “Weqfa – Diyanet”, û herweha bi karanîna hemî cûreyên çekan ên bejayî û asîmanî pêk hatî, ta dagîrkirina herêmê bi tevahî li 18.3.2018an. Z.

Êrişê di kêlîkên pêşî de bi bombebarankirina /108/ armancan ji aliyê /72/ balafirên cengê ve (yên ku ji erdên Turkiyê derketine) dest pê kir, di navboriya/58/rojan de binevahî, cîgehên giştiyane û saziyên xizmetguzariyê (av, nanpêjgeh, dermankiringeh, naxweşxane…) armanc kirin, nişteciyên herêmê mişext kirin û bihezaran mal roxandin, bi ser de jî armanckirina sivîlan û pêkanîna komkujiyan di dermafê wan de, û hejmara qurbaniyan /5/ hezar kuştî û brîndar derbas kir, herweha jî cîgehên kevneşopî û zanişwarên geştiyarî armanc kirin, da ku herêm di dema dijberiyê de  tevgereke penaberiyê ye mezin bibîne.

Ji roja yekê ji dagîrkeriyê ve û ta niha, tewan û binpêkirinên bi robet di dermafê xelkê herêmê de pêk tên, û di vê karnavê de dora /275/ qurbanî ji sivîlan -di nav de jî zarok û jin- çêbûn, wan an bi kuştinê yan mirina di mercên têvel de (di bin işkencê de, yan bi qurşînên jîndar û teqîner û bombeyên zemînî, yan bi îdamkirinê û yan jî bi bombebarankirina herêmên penaberiya koçberên Efrînê li gund û Bajarokên Şehba’i…) jiyana xwe ji dest dan, ji bilî yên ku di bin zext û fişarên derûnî û mercên jiyanî yên sert ên dagîrkeriyê de mirine, ji bilî dora /500/girtî yan revandî – zorane veşartî.

Herêm rastî pirosyeke guherînê ye demografî ye rêbazkirî û fere hat, di encama dijberîkirinê de bêtirî /250/ hezar nişte ji nişteciyên resen hatin koçberkirin, da ku rêjeya Kurdan li herêmê ji dora 95% dakeve kêmtirî 25%, piştî niştecîkirina dora /500/ hezar nişte ji malbatên çekdar û anîndeyan ji parêzgehên din, di navboriya kêmtirî du salan de piştî dagîrkirinê, û avakirina gundine niştecîbûnê yen nimûneyî di bin navên mirovahî û fîxaniyê de û bi pereyên Qeterî, Kiwêtî, Fîlestînî û Turkî.

Di dû ketina herêmê yekser de, giropên çekdar ên pişkdar di dijberîkirinê de dest bi piroseyên talan, dizîn û tarûmarkirina malmewdanên taybet û giştî (mal, dîkan, embar, aliyet, acet, dibistan, nexweşaxane û saziyên xizmetguzariyê, û ta dewar, pez, mirîşk û tilûran…) kirin, dest danîn ser dora /100/ hezar (zeviyên zeytûna, erd, mal, dîkan û çêkergeha tevî heyînên tê de), ta roja îro werzan didizin û talan dikin, vêrgiyan ferz dikin, û ji bo êzingkirinê û çêkirina komirê û pêbazirganiyê daristan û zeviyên darên zeytûnan ên temenmezin qut dikin; Herweha jî ew ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzan û dizîna wan hemî gir, cîgehên dîrokî û zaretgehên olî kolandin û rêşkirin; Û bi ser de jî tûşîkirina nişteciyên resen ên mane ji cûrbecur binpêkirin û tewanên têvel re, mîna: Kuştin, revandin, veşartina zorane, girtina bêsûcane, peresitandin û hin kiryarên din, bi tuhmetkirina wan bi tuhmetên çêkirî (bi kêmanî têkildariya bi rêvebiriya berê re); Ew hemî jî di bin serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê de bi rengekî rêbazkirî têne kirin.

Kurdên Êzdî -zaroyên herêmê- rastî koçberkirina zorane û bindestkirina olî hatin, herweha jî ji karanîna bîr û bûçûn û silogan û gerdîşên xwe yên olî yan lidarxistina şahiyên cejnên xwe hatin qedexekirin, û tarûmarkirina mebestkirî gihîşte zaretgeh û goristanên miriyên wan, di heman dema ku çalakiyên olî yên Islamî li herêmê têne kirin, û korsên lezberkirina “Qur’anê” û dibistanên derçûnkirina “Îmam Xetîb” têne li darxistin.

Rewşke ji geregoşî û serberdayetiyê, tunebûna ewlehiyê, belavbûna rûdana hilgirtina çekan ji aliyê anîndeyan ve -ji bilî çekdaran- û bi karanîna wê bi awakî tewşankî, û pevçûn di navbera milîseyan de û ferebûna desteserkirina “Desteya Tehrîr Elşam – Eniya El’nesre” li ser erdnîgariya herêmê, di bin çavdêriya Artêş û Istîxbaratên Turkiyê de serwer dibin.

Turkiyê Ziman û Çanda Kurdî qedexe dike û li ser jêbirina kevnetora herêmê û pişaftina nasnama wê ya Kurdî kar dike, û bi riya ferzkirina Zimanê Turkî di dibistanan de û vekirina navendên çandî, dîrok û destkeftiyên Osmanî berz dike.

Koçberbûyên Efrînê li herêm û çadirgehên Şehba’i û Bajarê Heleb di siya mercên jiyanî yên zor çetin de du te’iliyan dikêş in, ji alîkî ve di navêna rêbendên Rijîma Sûriyê û rêbendên çekdarên Hemahengiyê de dorpêçkirî ne, ne fîxana navdewletî û ne ragîhandina azad dighêje wan, û herweha jî ew ji vegera bo cîwarên wan qedexekirî ne, bi sedema nepeydabûna mercên nizim ji vegera biewle.

Desteserkirina rastîn a Turkiyê li ser Efrînê dagîrkerî bi xwe ye, lê ew ji berpirsiyariyên xwe yên Rêzanî û zagonî dide yal û direve, û li gor peyman û belgeyên navdewletî bi erk û stubariyên xwe pabend nabe, û hîn dorpêçkirin û serveşartineke ragîhandinî jî li ser herêmê ferz dike, da ku rûbera herêmê ji xelkê wê re bike hepis û zîndan.

Bi vê boneyê careke din em şermezekirina xwe ji dijberîkirina li ser Efrînê û dagîrkirina wê re şermezar dikin, û em tewanên rojane yên ku ji roja yekê ve û ta niha nesekinîne ne’ilet dikin, a ku ji xweberê digihêje asta tewana li dijî mirovahiyê.

Em bang li Neteweyên Yekgirtî û rêkxirawên navdewletî dikin, da ku li hember dewleteke ku tundûtûjiya destlatê û tundûtûjiya beramber wê dihêre -navê wê Sûriyê ye- bi erkên xwe rabin, û dergeheke Rêzanî jêre bibînin, da ku geregoşî û serberdayetiya heye û rêtina xwînê bi dawî bikin, û herweha jî li hember cihekî ji zemînê  jibîrbûyî navê wê “Çiyayê Kurmênc” e – Efrîn, Ji alîkî ve Rijîma Şamê dest jê berda û paşguh kir, û Turkiyê jî baxşand kêmhiş û cîhadîstan, da ku pê û bi jiyana xelkê wê bilîzin û serbinqotî hev bikin, û dibe jî paşê ji wir de piroseyên terorî li dijî mirovahiyê pêk werin.

Zext û fişar li ser Hikometa Anqerê were kirin, da ku artêşa xwe vegerîne sînorê navdewletî, berdêlkirina ziyanên ji ber dagîrkirina Efrînê û herêmên din ên dagîrkirî derketine, û berdêlkirina ziyandîtiyan û kar ji bo pêkanîna vegereke bi’ewle ji ķoçberan re.

– Azadî ji girtiyên bêsûc û veşrtiyên zorane re.

– Vegera Xwebexş û bi’ewle ji yên ku ji cî û warên xwe koçber bûne re.

18 Rêbendana 2023an. Z

Desteya Rêvebir A

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

——————-

Namak-18-1-2023-ku – PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button