Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Ger tu Zanibî Armancên Unîsêf Çine, Tê Zanibî bê Unisêf Çiye!

Melek Murad*

Ji bo parastina mafên zarok û dayîkên Ewropa, di Êlûna sala 1946 an de, li bajarê Niyoyorkê (Emerîka) weke rêxistinek taybet UNICEF hatiye damezirandin û di gastîna Ewropa de cih girtiye.

Piştî Şerê Cîhanê yê Diwemîn, di sala 1953an de, dewletên navnetewî dîtin û biryar dan ku girîng e ev rêxistina Unicefê ji bo mafên hemû zarok û dayîkên cîhanê bê cudahî be. Di hemû asteng û rewşên dijwar de, ew ji tevan re alîkar û piştgir be, da ku zarokên cîhanê tev di heyameke wekhevî û tendirust de mezin û perwerde bibin! Lewre, Rêxistina Unicefê di nava -190 dewletan de bi hêz û balkêşî cî digirt û di çalakiyên xwe de reng û hewiş vedide, bi vî awayî, nav û dengê wê li seranserî cîhanê belav dibe.

Ji armancên Unicefê yên herî bingehîn evên jêrî ne:

1- Di şer û cengan de, pêwîst e li zarok û dayîkan xwedî derkeve, wan ji birçîbûn, tehlûke û bivetiyê biparêze.

2- Di hemû bergehên xwendinê de bi wan re alîkar be.

3- Di warên têvel nola tendirustî û hwd de, ji wan re piştgir be.

Wêlomê jî, di şerê Sûriyê de, nemaze piştî Efrîna rengîn ji hêla rêjîma Tirkiyê ya faşî û dîktetor ve, digel çeteyên wê yên Opozisiyona Sûriyê ya İslamî û radîkal ve dihate dagîkirin, û Efrîna me ya nazidar kavil û wêran dikirin, destên xwe yên bi qirêj û gemar dirêjî her kesekî dikirin, nemaze keç, jin û zarokên mendal, û hêjî ew di zilim û zordariya xwe de bi hovîtî, bê şerm û fehêt berdewam in!

Wê hingê, em ji hêla xwe ve, çar kes ji jinên Efrîna birîndar li vê biyanistanê, li şahrê Bonn/ Almaniya civiyan û me girîng dît ku em tiştekî ji bo xelkên xwe yên di hundir Efrînê de bikin, belkî em hinekî êş û birînên xwe û wan sivik bikin.

Bi vê armancê, me berê xwe dida navenda Unisefê, û namake vekirî û nivîsandî ku têde rewşa heyî berçav dibû, me dida wan. Pştî wan pêşewazî û guhdariya me dikirin, mixabin, weha ji me re digotin:

Em gelekî li ser rewşa Efrînê, nemaze ya dayîk û zarokên we xemgîn û dilşewat in, lê pir mixabin! Em nikarin alîkariya we û wan bikin.

Ji ber ku têkiliyên me bi dewleta Turkiyê re hinekî di delîveke tenik û nazik re derbas dibin! Lewre jî em neçar in ku bêdeng bimînin. Û daxwaz û tika me ji we ew e, ku win vê serlêdana xwe nedine ragihandinê! Hingê me ziq li çavên hevdu dimeyzand û pir xemgîn û poşman li malên xwe vedigerîn!

Ji hîngê ve, pir pirsên rengereng di hiş û serên me de xwe kom dibûn, Ma gelo gerek em kurd çi bikin ta ku rêxistina Unicefê li me kurdan xwedî derkeve?! Ma gelo vaye dozdeh (12) sal in welatê me Sûriya nazdar taromar dibe, ma qey ne bes e? Va ye bi sedan xelkên me di deryan, çol û geliyan de difetisin û li vê biyanistanê peregende û mişext dibin. Ma gelo ne bes e bi sedan jin û zarokên me li Efrînê, Girê sipî û Serê Kaniyê, di bin zext û zilma dagîrkerên bêbext de, dinalin û diqîrin, ma qey ev hê ne bes e!

Çiqas heyf û çi mixabin e ku têkilî û berjewendiyên dewletan têkel dikin, rûmet û mafên mirovan binpê dibin, pir rêxistinên mafê mirovan weke Unicefê pûç û ji naveroka xwe vala dikin!

* Rojnama Newroz – hejmar /155/ – 12 Rêbendan 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Back to top button