Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Alaya Netewî ya Kurdî … Hêma û Dîrok

Mehfûzê Mele Silêman*

Ji berê de hoz û miletan bendêrên taybet hildidan da xwe ji yên din cuda bikin.

Ji mêj ve, bendêr li pêşiya şerkeran di ceng û şeran de hildigirtin ji bo halan û navtêdanan, û diva bû hildayî be, çimkî daketina wê nîşana şikestin û revê bû.

Di dîroka hevdemî de, ala bûne kurteçîroka çand û mêjûwa gelan, û nasnameya niştimanî ya giştî ji hemî hemwelatiyan re.

Ala xwedan hêmayî û pîrozahî ye, termê cangoriyan pê dipêçin, û di hemî helkeftên netewî û niştimanî yên dewletan de tê hildan.

Ala, bendêr û dirûşimên ku dewlet, tevger û rêxistin radikin wekû hêmayan taybetmendiya xwe bi wan nîşan dikin.

Lê alaya netewî ya kurdî ew bi xwe alaya gel û welêt e, cihê rêzgirtin û pîrozkirinê ye ji bal hemî lawên kurd ve, li hemî parçeyên kurdistanê û deverên belawela.

Ala bi wêne û rengên xwe dîrok û baweriyên gelê kurd rave dike, û erdnîgariya welatê wî Kurdistan diyar dike.

Her wekû em dizanin ku kurdan di dîroka xwe ya Kevin û nû de gelek dewlet û mîrnişînên serbixwe damezrandine, bê guman xwedan ala û beydaxên taybet bûn.

Pirtûkên dîrokî dibêjin: Dewleta Eyûbî alayeke zer û di nava wê de wêneyê Sîsankê radikirin, rengê zer jî nîşana roniya rojê û rastiyê ye, û hêmaya rûmeta xwedayî ye.

Alaya kurdî ya nû ya bikarhatî û niha li herêma kurdistanê bilind dibe, ew ji bal (Komela rêxistina Civakî ya Kurdan) li Stenbolê sala 1920an hat çêkirin   û bawer pê kirin, di heman demê de (Komela Te’alî Kurdistan) pesend kir.

Ew ala bi terz û rengên xwe wiha bû: Rengê sor li jor, rengê spî li navê û rengê kesk li jêr, û di nîvê rengê spî de rojek zer bi 18 tîrêjan bû, lê ji bal benderiya (hikûmeta) kurdistanê ve hat dirust kirin, ku kirin 21 tîrêjên wekhev bi çeşin û qebarê xwe.

Jimara 21 di ola Êzîdî de pîroz e (ola Kurdan ya herî kevin), wilo jî jimara 21 bal bi 21ê Avdarê dikişîne, an ku cejna Newrozê ye, cejna Sersala Kurdî ye.

Ev ala ya (roja bi axil) ji bal Komela Xoybûn ve hate pesendkirin, û ceneral Ihsan Nûrî Paşa li ser çiyayê Araratê di dema şoreşa Agirî de sala 1927an hilda.

Mîr Celadet Bedir-Xan di sala 1932an de li ser qapê Govara HAWAR (ya ku li Şamê bi zimanê kurdî derdixist) hejmara 11an danî, helbestek jî nivîsî, û tê de pesnê wê da:

Alaya kurdan…

Di nîvî de roj di çirisîn e…

Ji jor ta jêr…

Sor û sipî û kesk…

Komara Kurdistan ya Dîmoqrat li Mihabad sala 1946an bi heman alayê bawer kir û li kaxa çarçira hilda, lê digel dû hoşeyê genim li her dû aliyê Rojê, û nivîsîna bazinkî (Dewleta Komara Kurdistan) li hawîr dora rojê.

Wilyam Îgilton li ser alaya kurdî li Mihabad dibêje: Di dawiya zivistana 1946an de, tîşkê rojê ji beyanî zû ve geşbûn, rojek xweş bû, mezinê milet û serokê hozan hatibûn tevlî cemawerê pirjimar bûn, yê ji gundewarê kaxa çarçira ya bi alayên kurdî xemilandî bû.

Roja alaya kurdî dikeve roja cansipartina jina ku alaya komara Kurdistan li Mihabad li ser daxwaza pêşewa Qazî Mihemed dirûtibû ye, ew jina pakrewan navê wê Fatima Esēed Şahîn e, li Hewlêra paytext di 17ê meha 12an sala 2012an de koça dawî kir, ew bi xwe ji malbatekê ji herêma Şemzînan e, di hemî tevgerên başûr û rojhilatê kurdistanê de beşdar bûye.

Berî bi darvekirina pêşewa Qazî Mihemed alaya rengîn wekû siparde da nemir Mele Mistefa Barzanî.

Nivîskarê cangorî Mûsa Enter di bîranînên xwe yên di sala 1948an de dibêje: Wan komeleyek nehan li Sitenbolê damezrand, endamên wê bi alaya sala 1920an sûnd dixwarin, û çêkirina alayekê sipartin wî, wî jî çar nîv mitir caw ji her çar rengan kirîn, û di ser hev re (ji jor ta jêr) wekû sê lakêşan nijinandin: sor, sipî û kesk, û di nîvê ya sipî de rojeke zer, paşî rengan şirove dike: Rengê sipî nîşana aştiyê ye, û rengê sor nîşana şoreş û qurbaniyê ye, û rengê kesk nîşana şînahî û xuristiya kurdistanê ye, û heçîka rengê zer ew nîşana rojê ye, roj jî giringiyeke xwe ya çandî, olî û netewî ji mêj ve li nik kurdan heye, û bi xwe jî diruşmek olî û netewî ye ji kurdan re, an ku ola êzîdî (yezdanî, rojanî).

Birêz Elî kurê pakrewan Qazî Mihemed serokê partiya Azadî Kurdistan diyar dike: Hemî aliyên Kurdistanî ji hemî parçeyên Kurdistanê li hev civiyan, levkirin û biryar dan ku alaya kurdî ya niha ne ya herêma kurdistana Îraqê bi tenê ye, lêbelê (belam) hêmaya netewî ye ji bo hemî Kurdan.

Di sala 1998an de Dr. Mehrdad Azadî û Bêcan Ilyasî belgeyek amade kirin, tê de alaya niştimanî Kurdistanî li gorî pîvanên naskirî dirust kirin, û ji bal navenda navdewletî ya alayan hate pesendkirin.

Di sala 1999an de perlemanê herêma kurdistanê biryar da ku ev nimûneya alayê bo herêmê fermî be. û di civata xwe de, 11ê meha Çilê Pêşî sala 2009an roja 17an ji meha 12an (Çilê pêşî) bi “Roja Alaya Kurdî” binav kir.

Herwiha, aheng û şahî di vê rojê de li hemî deverên herêmê têne lidarxistin, û weynê alayê tên bilindkirin û li ser sîngên hevwelatiyan tên danîn, serbilindiyê û şanaziyê pê dikin.

Roja Alaya kurdî (17/12) li her welatparêz û niştimanperwerên kurd yên dilsoz û bi rûmet pîroz be…

Şege û pate digel sirûda Ey Rqîb…

Silav û dirûd ji bo giyanê cangoriyên pakrewanan…

Soz û peyman bi bilindkirina simbola hebûn, azadî û serxwebûna kurd û kurdistanê nû dibin.

——-

Jêder:

– Malpera Rojava.

– Dîroka Alaya Kurdî, Dr. Mihemed Ebdo Elî.

– Komara Kurdî li Mihabad 1946, W. îgilton.

– Roja Alaya Kurdistanî, Mehdî Kakeyî .

– Çîroka Alaya Kurdî, Dilawer Zengî.

* Rojnama Newroz – hejmar /155/ – 12 Rêbendan 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button