Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Nanê Xwe Meke Tûrikê Biran!

Mihemed Qere Hesen*

Pir xweza ye ku ramana netewî di nav kesên wê di belav bibe, û bibe parek ji heyîna wî ya giyanî, û pê şanaz û serfiraz be ku ew ji wê ye. Bi êşên wê re bisote û bi şahiyên wê re veje.  Xwe bibîne lawê wê netewê û zarokê dîroka wê û bi bûyerên wê hatî mijandin û mezin bûye. Hevîrê xwe yê henasî bi pêvajoya wê hatî stiran.

Stûnên serek ên ku netew li ser ava bûye, beşek xwezayî ye û yê din jî kirarên merv in. Wek zemîngarî, ew cihê ku ew netewa li ser dijî, dîmen û nîrên jîngehî ku ew mervan çêkirine û jê fêrbûne. Nîrê din ku ziman li heyama xwezeyê ku cureyên dengan di gewriyan wî de çêkirî û teybet daye wî zibanî, derûn û rewşenbîriya wî başqe û têvel peyda bûye.

Beşê din jî bûyerên ku mervên wê netewê di hemî wanran de çi rewşenbîrî û çi jî daringî li şûna xwe hêştine û bûne mewdanên torinên wan, ew jî dibe dîroka şaristaniya wê netewê, û neviyên wê xwe beşek jê dibînin û xwe pê şanaz û serbilind dikin. Ew jî dibe nînkek ji wan re ku di rojevê û nihoka xwe de bijîn û li gor wan manda xwe pilan bikin, û di rewşa tedeyî de derbas bikin.

Çiqas dîroka netewekê geş be ewqas morala wê bilind dibe, ku ji ber siba xwe ve bi îjdilî bixebitin. Ji ber wê bernasên wê netewê pir dibin û ronahiya xwe didin hişê mervan tev û nemaze kur û keçên wê. Ev rewş û tentêl li ba Kurdan pir dewlemind e bi taybet beşê êş û xeman, ji ber ku Kurd miletekî ji zû ve bindest û mafê wan jê hatî standin.

Di van pênc sed salên dawî de ji dîroka kurdî, zaf tevger, serhildan û şoreş li dijî çewsandarên xwe rabûne. Wan bûyeran jî bi xwe re hiş û rewşebîrî çêkirine, û bûne neynik û kaniyên zanînê ji netewa Kurd re, herdem çav û dilên xwe li wan cih û bûyeran e.

Di serdema cihangêriya (împiretoriya) Osmanî de, pir mîrîtiyên Kurdan çêbûne, wek dewleta Dostkî, Erdelanî, Babanî… Di van sed salên paşî de gelek şoreş û serhildan li dijî çewsandara dewleta Turk ya nû û dewleta Îraqê rabûne. Bi taybet komara Mihabadê, şoreşa şêx Se’îdê Pîran û ya Berzaniyê nemir, pir olan û vedenga xwe li hişê netewa Kurd kirine, ta roja îro di nîhad û hişveşariya “عقل الباطن” wê de vedide. Ta niha berê hest û derûna gelêrî li wan çirên vêketî bûne. Li ber wê ronahiyê raghandina piraniya partiyên tevgera Kurdên li Sûriyê taybet bi şoreşa Berzanî ve girêdayî bûn, pirtirî ku bi doza gelê Kurd li Sûriyê ve best bin. Ji ber wê ta roja îro hin partî piropaganda xwe li ser wê rêyê ne û rewaya xwe ji wê raman derveyî dademendiya doza Kurd li welêt dibin.

Lê mixabin paritiyên Kurdistan başûr û bakur destêwerdana doza kurdên Sûriyê kirin û pir caran xwestin bi çi awî be şûna tevgera Kurd li Sûriyê bigrin û biryara wan ya li Qamişlê, Efrînê û Kobaniyê ji dest bistînin û wan li gor berjewaniyên xwe çi partîtî an serkirdeyî û ya beşê xwe bajon û ji bin basêkên wan bi dernekevin. Herêmên Kurd li Sûriyê bûne meydana dogş û gizgizoyan di navbera partiyên kurdistana bakur û başûr de, her alîk ta kîjan astê deshilatdariya xwe li serê gelê Kurd li welêt cibicî bike û wan berdê bin rûyên hev, û kes û partiyan li gor bejan xwe peşkin û birêsin. Hemî kirar û liva xwe jî di bin siya ramana netewî dikşînin. Ew sedema serke ye ku îro tevgera Kurdên Sûriyê ji serê perçe bûye û hêj berdewame û siya wê ne baş tê ser têkiliyên tevgera me û derûna gelê me li vî beşî.

Tevî ku ev kirar û têkliyên durist û ne durist, ketin û rabûna tevgera kurdî li Sûriyê bi xwe re asta hişiyarê baş ber pêş çûye, çiqas êş û babelîtên tên serê netewan û wan diguvişin, li dawiyê dibin hilpişka şaristaniyê û wan gelan ji qonaxa paşmayîyê derbas qonaxek pêşketinê dikin. Wek nimûne hilweşadina dewleta Capanî pîştî lêdana bi çekên nûklerî, û şikandina dewleta Gêrmenî û bûne du beş (Rjoava û Rojhilat), aniha ew herdu dewlet di kîjan qonaxa şaristaniyê de ne?

Ramana netewî û pêşketina xwe di nav civakê de baş e û hest bi heve tên girêdan, daxwez û hêviyan dikin yek û pir xewn li ser tên avakirin, lê di piretîkê de berjwendiyên aborî, dewletê û galan pirtirî ramana netewî biheve girêdidin, nimûne yekîtiya Awrûpa û Hindê… Ango dema avakirina dewletek yeknetew boriye û roj di sere derbas bûne.

Lê em Kurd hêj bê dewlet in û mafên wan hêj hatî xwerin, ne durist e ku beşek nûsa xwe bi yên din ve girêde, û tevgera beşekî birame ku ew nûnera tevgera beşê din bin destê xwe ke, an jî xwe li dêvla wan pêkêş bike, çi bi ramyarî û çi kiryarî be. Ger ew kar durist ba, Ereb di ser bîst dewletan re ne. Bila yekê yên din tev di bin destê xwe kira û bigota ez nûnerê netewa Ereban tevan me. Ango pir netew hene tekdewlet in û ji yekê pirtir hen, wek du Korî… û çiqas bi hev re ketine ceng û dogişan, û gelek netew jî hene di nava pir dewletan de belav bûne, û ji çarenûsa xwe bêpar in. Nimûne Kurd, Emezîx… Serdema ya dewletên fidral, konfidral û laperbûna (girse) aborî ne, ne yên dewletên yeknetew û bi darê zorê çemberkirî ne. Civaka vekirî bi xwe re hişê vekirî tîne, û şaristaniya pêktîne.

A me tevgera Kurdên Sûriyê divê bawerî bi xwe xurt be û berjewendiya doza xwe di ser hemî tiştên din re be, û xwe bi xwe serkirde bike û keftelefta xwe bi hemî pêkhatên konevanî û civakê… yên gelên sûrî re bike, û têkilîyên terezû û bi pîvan bi tevgera kurdistanî re li hemî perçan wek hev lê binêre û li ser wê bingehê jî vê re têklidar bin, û li aliyê din jî partiyên perçên din jî wiha û li ser wê bingehê li tevgera Kurdên Sûriyê binêrin û li gora wê pîvanê herin. Bila naveroka vê gotina pêşiyan” Çûkê guran be ne yê biran be ” bicih netê.

* Rojnama Newroz – hejmar /155/ – 12 Rêbendan 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button