Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Teqîna Istenbolê û Bêbextiya Mezin!

Desteya Newrozê*

Roja yekşembê, 13ê Çiriya Paşîn a 2022-an, li kolana Istiqlal a bi ser gastîna “Teqsîm”-a Istenbolê ve, teqîneke xwîndar e mezin rûda, di encamê de, 6 kesan canê xwe jidest dan û bêtir ji 80-ê kesî jî birîndar bûn. Yekser, bê lêkolîn û belge, şalyarê karûbarên hundir ê Turkiyê /Silêman Siwêlo/ rêxistina PKK bi teqînê sûcdar kir, û tekez kir ku polîs mirovek girtiye ku wî bombeya teqîner li gastînê çandiye.

Lê, pir dirêj nekir, ragihandinên cudacuda ji aliyê berpirsên dewletê ve hatin weşandin, yek ji wan ew bû ku dezgehên dewletê piştî lêkolîn û lêpirsînê 49 kes binçav kirine, ji nav wan jinek bi navê Ehlam-Elbeşîr e, xwedêgravî wê   jina Sûrî li ser destên şervanên YPG li Kobaniyê rahênan dîtine û di rêya Kobaniyê re ew derbasî Turkiyê bûye, li maleke Kurd li Istenbolê bûye mêvan û wê teqîn pêk aniye!

Lê, paşê, Fermanderê Giştî yê QSD General Mezlûm Ebdê bi belge teqez kir ku malbata wê jina navborî bi rêxistina Daiş re têkildar e, 3 birayên wê yên Daişî hatine kuştin, û yekî din jî ji wan hevalê terorîstan e, û ta niha jî ew li Efrînê dijî, û hate zanîn ku ew di rêya Efrînê re, ku di bin kontrol û dagirkeriya dewleta Turkiyê û çeteyên girêdayî wê de ye, derbasî Turkiyê bûye!

Lê, peyamnêrê RÛDAWê di hevpeyvînekê de li gel jina Kurd a ku, qaşo, Ehlam li Istenbolê li wan bûye mêvan û li cem wan raza ye, derewa ragihandina fermî ya dewleta Turkiyê tazî û aşkere kir, dema jinê got: “polîsên dewletê ev jina bi navê Ehlam El-Beşîr anîne mala me û ji me xwestin ku ew çend sa’etan li me bibe mêvan, lê hevjînê min ew ne pejirand û got çawa ewê keseke ku wê nas neke li mala xwe bi mêvanî bipejirîne! Paşê polîsan hevjînê min binçav û zindan kirin!”.

Aşkere û zelal hate xuyakirim ku pilana vê tewana hovane, bi destên dezgehên ewlekariyê yên Turkiyê hatiye hûnandin, wekî berî niha jî çawa li Persûsê û gelek deverên din, tewanên wiha pêkanîne, xwîna mirovan rijandine, û kujer radestî dadgehan nebûne!

Mirov dikare hin ji armancên bermayên Ergenekonê, mafya û dewleta Kûr a Turkiyê ji vê teqînê texmîn bike, ku hin ji wan ev in:

  1. Dîtina behaneyekê da ku ew êrîşê bibe ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê.
  2. Reşkirina wêneya Kurdan û tevgera wan a siyasî li hember raya giştî ya cîhanê û wan mîna teroristan bide nîşandan.
  3. Nameyekê bigihîne gelê Turkiyê, naveroka wê ew e, ji ber ku siyaseta hikûmetê û serokê wê ya (welatparêz û Turkperest) rast û dirust e, ew ji bal (teroristên) Kurdan ve tê armanckirin!!, pêwist e di hilbijartinên bên de, hûn deng bidin vê hikûmetê û vê siyasetê biparêzin!

Hêjayî gotinê ye ku di vê derbarê de, KCK û Hêzên Sûriya Demoqrat bi du daxuyaniyan, ew teqîna terorist şermezar kirin û berpirsiyariya xwe di ber de red kirin.

Piştî hefteyekê ji teqînê, roja 20ê Çiriya Paşîn 2022 Z, bi vê behaneya derewîn, dewleta Turkiyê dest bi êrîşan li ser Rojava Kir, bi balefirên cengî, diron û topên giran, gund, bajar, nexweşxane, binesazî (البنية التحتية), navendên elektrîkê û navendên petrolê û avê bombebaran kirin, tenê li Teqilbeqil a bi ser Dêrikê ve, 11 kes bûne cangorî û gelek mirov birîndar bûne!

Di vê kuştin û sitemkariyê, vî şerê gemar de, hevalbendên Kurdan li dijî Daişê û herdu dewletên mezin ên xwedî rol, Rûsya û Emerîka ku ew di ber ewlehiya deverê de berpirsiyar in, çavên xwe ji vê tewana mezin a dij gelê Kurd girtin, hilwesta wan pir qels û ne li gora bûyerê bû.

Digel ku berpirs û rayedarên Emerîka, Rûsya û Hevbendiya Navdewletî li dij Daişê, ji her kesî bêtir rastiya teqîna “Teqsîmê” dizanin jî, lê dîsa ji bo me Kurdan, ew Turkiyê ji xwe naxeyidînin, hê jî vî benîştî dicûn û dibêjin:

“Metirsiyên Turkiyê ji bo parastina ewlehiya xwe ya netewî rewa ne”!!

Piştî ku rêxistina Daişê bi destê şervanên Kurd (YPG, YPJ û PÊŞMERGE) hatiye bezandin û li Avdara sala 2019an, bi destê Şervanên QSD, paytexta wê li Reqayê û asêgeha wê ya dawî li Baxozê hatine rûxandin û bermayên wan dîl hatine girtin, doza Kurdî mîna dozeke dadmend li Rojhilata Navîn berz bûye û çareseriyê dixwaze; hikûmetên Turkiye û Îranê û şovenên Ereban, hewil didin rê li ber vê dozê bigrin û wê têk bibin, bi şerê siyasî, dîplomasî û leşkerî bi hev re, şerê gelê Kurd dikin, û li ber çavan e îro çawa Rojava, Başûr û Rojhilat bi agirê kîn û zikreşiya wan têne şewitandin.

Ma gelo êdî dem nehatiye ku em jî asta xebata xwe bilind bikin, destên biratiyê dirêjî hev bikin, bi hev re li hember pilanên tunekirina gelê xwe bixebitin?

* Rojnama Newroz – hejmar /155/ – 12 Rêbendan 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button