Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Di -74emîn Bîranîna Roja Cîhanî Ya Mafên Mirov De

Desteya sernivîser*

Piştî şerê cîhanê yê diwemîn (1939-1945), yê ku li gora amarên fermî yên Rêxistina Netewên Yekbûyî (UN)-ê, bêtir ji 100 milyon mirovên bêsûc û bêguneh jiyana xwe jidest dane; di tenûrên Holokostê de jî, bi hovîtî û kîneke reş, bi milyonan mirov hatine şewitandin û bûne arî; li Hêroşîma û Nagazakî jî, bombeyên navokî ên malwêranker hatine bikaranîn, gund, bajar û paytextên gelek welatên Ewropayê kavil bûne; li hawîr, golên xwînê, mirin, perîşanî û belengazî belav bûne!

Bi saya kar û xebata aqilmend, civaknas û xêrxwazên li dijî şer, û da ku careke din mirovatî tûşî van bobelatên xwîndar nebe, Roja 10-ê Berçileya sala 1948-an, Komeleya Giştî Ya Yekîtiya Netewan, «Danezana Cîhanî Ya Mafên   Mirov» ragihandiye, bi pêşgotinekê û 30 bendî, mafên mirovan yên bingehîn destnîşan kirine, ku ji bo mirov û miovatiyê, ew gava herî li pêş bû, û li seranserî cîhanê ew roj, mîna Roja Cîhanî Ya Mafên Mirov binav bûye.

Hin bendên wê danezanê, wiha dibêjin:

Bend 1. Hemû mirov azad jidayik dibin, di parastina maf û rûmeta xwe de, hemû mafdar in, û da ku bi giyanê biratiyê bi hev re danûstandinê bikin, ew xwedî hiş û nîhad(wijdan) in.

Bend 2. Bê cudahiya regez, rengê çerm, zayend, ol, baweriyên siyasî û yên ne siyasî, koka niştimanî yan civakî, saman, zayîn, yan jî çi rewşeke din hebe, mafên her mirovekî di hemû bendên vê danezanê de hene.

Bend 3. Mafê her mirovekî di jiyaneke azad û parastina rûmeta kesayetiya wî de heye.

Lê îro, di siha gurbûna nakokiyên aborî û siyasî di navbera hêzên mezin ên cîhanê de, ku gihane asta dijminatiyê û metirsiya derketina şerekî mezinî malwêranker serî hildaye, bendên vê belgeya dîrokî, ji naveroka xwe hatine valakirin, tu rêz û rûmet ji wan û hemû belgeyên mafên gelan re nema ye!

Di vê bîranîna pîroz de, îro li Sûriyê, Libnan, Îraq, Yemen, Lîbya, Ukraniya û gelek welatên din, xwîna mirovan diherike. Li Îranê, rojane xort û qîzên ciwan ên azadîxwaz bi sêdaran ve têne bidarvekirin. Li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî jî, nişteciyên Kurd ji malên xwe hatine derxistin û li çolistanan di bin konikên rizî de dijîn, û biyanî di malên wan de hatine cîwarkirin, ew li benda vegera malên xwe ne! Di bîranîna Roja Cîhanî Ya Mafên Mirov de, Ji sitemkarî û zordestiya hin mirovan, mirov û mirovatî kûr dinalin!

Da ku careke din tu şerên xwîndar li cîhanê dernekevin û paşeroja hemû gelan nekeve tariyê, pêwist e careke din civaknas, aqilmend û zanyarên cîhanê li dijî zêdegaviyên derbarê mafên mirovan dengên xwe bilind bikin, û pirs û gelşeyên di navbera dewletan de, bi rêya hevdîtin û diyalogê çareseriyê bibînin, Yekîtiya Netewan li ser bingehine nû bête nûjenkirin, û li şûna şer û pevçûnan, aştî, azadî û wekhevî belav bibe!

* Rojnama Newroz – hejmar /155/ – 12 Rêbendan 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button