Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (225): Berpirsiyartiyeke siyasî û leşkerî ye hevbeş bi dagîrkeriyê re, Gundê “Ebûdanê” – desteserkirin û guhertina demografî, binpêkirinin, û vêrgiyên “El’emşat”

Tiştê ku berpirsiyartiya Kiwalisyûna Sûrî – Ixwanî bi serokatiya “Salêm El’mislet” û hikometa wê ya demkî bi serokatiya “Ebid El’rehman Mistefa” di ber rewşên ku serwerkirî li Herêma Efrînê de (ya ji aliyê Turkiyê ve dagîrkirî) tekez dike jî, civata dawiyê ya wezîrê wê yê berevaniyê “El’emîd Hesen El’hemadê” bi serkêşên feyleqên (Yekem – Mu’itez Reslan, Diwem – Fehîm Îse, Siyem – Hesan Yasîn) re bû (yên ku gendeliyê li ser erdê dikin), di çarçewa govdekirineke nû ji  “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” re, û dawiya dawî berpirsiyartî di ber hemî binpêkirin û tewanên pêk tên û guhertina demografî ya rêbazkirî de, weke hevparkirin û hevgirtin bi Hikometa Anqerê re.

“Civata “El’emîd Hesen El’hemadê – şalyarê berevaniyê li ba Hikometa Sûrî ya Demkî” bi serkêşên hersê feyleqan re (Mu’itez Reslan, Fehîm Îse, Hesan Yasîn).”

Ev jî binpêkirin û tewanin têvel in:

= G.”Ebûdanê”:

Bi Navça Bilbilê ve girêdayî ye, /12/ KM ji navnda wê dûr e, ji dora /150/ malî pêkhatî ye, dora /800/ nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, di rojên silef ji dijberiya bi ser herêmê de li 20.1.2018an. Z tev penaber bûn ji ber ku gund ji sînor ve nêzîk e, dora /50 malbatî = 150 nişte/jê vegerîn, û dora /150 malbatî = 1000 nişte/ ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin.

“G. “Ebûdanê” – Navça Bilbilê, berî Dagîrkirina Turkiyê.”

Milîseyên “Artêşa El’nuxbe” gund desteser dikin, ên ku piştî ketina gund tevahiya kelûpelên malan dizîne, mîna xwarinvexwarin, firaxên baqirî, alav û amûrên elektirîkê, amûrên taqeta elektirîka roniyê û yên din, û weha jî dora /80/ xetasên avhilkişandina ji bîran û dûmahîkên wan ên elektirîkê, guheztok û keblên toreya elektirîkê ya giştî, jimarokên elektirîkê û ava vexwarinê, /5/ tirektor û makîne û tişmişten hundir avahiya dibistanê.

Û wan dest danîn ser dora /10/ hezar darên zeytûnê ji malmewdanên hemwelatiyên ne li wir, jê yên “Malbata Simo” û “Malbata Qêsim” in, û pircaran daxwaza belgeyên malmewdanan kirin, da ku bi çi behaneyê be destan dînin ser malmewdanine bêtir, ji bilî dizînên ku bi rengekî fere ji werzên “mûsim” çandiniyê re têne kirin.

Herweha jî ew bi xwediyên sê guvêşgehên zeytûna re pişikdariyê bi nîvî dikin, û vêrgiyên virdewêde jî ferz dikin.

Û wan ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên binerd û dizîna wan, Girê “Ebûdanê” kolan û rêş kirin.

Û weha xelkê mane jî rastî rengereng binpêkirinan hatin, mîna revandin û girtinên bêsûcane, îşkencekirin, rûmetnizimkirin, û peresitandin û kiryarine din, û herweha jî “El’nuxbe” vêrgiyin li ser yên ji herêmên penaberiyê vegerîne ferz kirin.

Weha jî dadgehên Turkiyê li “Kilisê” şeş sal hepis dan Hemwelatî “Mihemed Xelîl Me’imo –  ji kesên pêdiviyên taybet”, ê ku ji aliyê Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal” ve li dawiya Berfanbara 2018an -dema ku derbasî gund bûne- hatiye girtin, di beriyê wî de wêneya şervanekî Kurd hatiye dîtin, ji ber wê jî ew rastî lêdan û îşkencekirineke mekin hatiye, û ji dora heyvekê ve hatiye berdan.

“Hemwelatî “Mihemed Xelîl Me’imo – ji kesên pêdiviyên tayebet”, ji G. “Ebûdanê”, li dema girtinê ji aliyê Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal”ve.”

Û bi sedema tevlihevî û geregoşiyê heye û di encama nakokiya li ser destlatdariyê û tiştên dizînê, li Rezbera 2021an. Z, pevçûnin di navbera Milîseyên “Artêşa El’nuxbe” û “Lîwa’i Siqor El’şemal” de li gund çêbûn. Û li 28.11.2019an. Z, bombeyek di hundir mala ku berpirsiyarê “El’nuxbe” li gund dest daniye ser teqiya, ji ber ku hejmarek ji bombeyan li cem wî di mal de bûn, û di encamê de hin dîwar hilweşîn, zarokek hat kuştin, û ji ber dengê wê jî xelk mekin tirsiya.

Û di çarçewa tevgereke olî ye tundrew û çalak e li herêmê heye de, mizgefteke nû li orta gund û li ser erdekî malbata “Ûreş (Seydo)” hate avakirin, bê ku mafê êrd were dandin an jî malbat wêribe nerazîbûna xwe nîşan bide.

= Girtinine bêsûcane:

Di navboriya hefta borî de, Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Reco” Hemwelatî “Umer Reşîd Osman /45/ sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna” çar rojan girtin û sezayeke diravî /300/Dolar lê ferz kirin, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re; Û bi heman tuhmetê jî, li 24.11.2022an. Z, Hemwelatî “Mihemed Mihemed Şe’iban /32/ sal” girtin – B.Be’idîna, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.

= Geregoşî û serberdayetî:

ji çend rojan ve, Milîseyên asayêşê didin dû Hemwelatî “Reşîd Silêman Reşîd – Malbata Xedîce” û birayê wî ji xelkê Gundê “Hemamê” û li Bajarê Cindirêsê rûdinin, piştî ku wan berevaniya xwe li dijî “Ebû dûcane – serkêşekî Milîseyên (Ehrar El’şerqiyê)” kirin, ewê ku li “Reşîd” zor kirî ku dev ji maleke xwe berde da ku ew dest dîne ser.

Weha jî giropeke çekdar ji milîseyên li Bajarê Cindirêsê, êrişî mala Hemwelatî “Enwer Qedîb El’ban” kir, lêda, û /5/ hezar Dolar jê dizî.

Li Gundê “Metîna” – Navça Şera, Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” û yên ji anîndeyan jê ve nêzîk, bi rengekî fere darên behîvê, gûzê û darên îhracê yên mane li dor gund qut kirin; Û niha ji tirsa ku çekdar û anînde bêwijdan daran qut nekin re, xelk newêre vedana darên zeytûnê ya normal jî bike.

= Binpêkirinine din:

Ji mizgîniyên desteserkirina Milîseyên “Firqit Silêman Şah – El’emşat” li ser gundên “Merwaniyê Jorin û Jêrin, Anqelê, Senarê, Hêkiçê, Aşkê Xerbî” – herdu navçên Cindirêsê û Şiyê, yên ku li 13.10.2022an. Z ji Milîseyên “Lîwa’i El’weqas” hatine valakirin, û piştî ferzkirina 5% vêrgî li ser tevaya berhemdana zêtê zeytûna li hundir guvêşgehan, û bi ser ku werz bi dawî jî bûye, ew vêrgiyeke nû (/4/ Dolar li ser her dareke zeytûna ye deştê, û /2/ Dolaran jî li ser her dareke çiyê) ji malmewdanên ên ne li wir ferz dikin.

Tucarî salixa dagîrkeriyê li ser desteserkirina Turkiyê ji Herêma Efrînê re înkar nabe, û nîşana herî dawiyê ji pesendkirina wê salixê re, beşdarbûna hin berpirsiyarên Turk di ahenga vekirina Herêma Pêşesaziyê û Bazara Keskahiyê de li 13.1.2022an. Z, li Bajarê Cindirêsê bû, û wehajî hildana Ala Turkiyê- simbola serweriyê ya yekê bi girseyên têvel û rengekî pir têde bû.

“Vekirina Herêma Pêşesaziyê û Bazara Keskahiyê li Bajarê Cindirêsê li 13.1.2022an. Z, bi beşdariya berpirsin Turk, û hildana Ala Turkiyê bi piranî.”

27.11.2022 an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Civata “El’emîd Hesen El’hemadê – şalyarê berevaniyê li ba Hikometa Sûrî ya Demkî” bi serkêşên hersê feyleqan re (Mu’itez Reslan, Fehîm Îse, Hesan Yasîn).

G. “Ebûdanê” – Navça Bilbilê, berî Dagîrkirina Turkiyê.

Hemwelatî “Mihemed Xelîl Me’imo – ji kesên pêdiviyên tayebet”, ji G. “Ebûdanê”, li dema girtinê ji aliyê Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal”ve.

Vekirina Herêma Pêşesaziyê û Bazara Keskahiyê li Bajarê Cindirêsê li 13.1.2022an. Z, bi beşdariya berpirsin Turk, û hildana Ala Turkiyê bi piranî.

——————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-225-27-11-2022– PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button