Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Kêfxweşî… Şahî, Demkî Ne

Nazdar Hesen*

Kêfxweşî bi gelemperî yek ji wan hestên mirovî ye, ku ji hundir û hinava mirov diherike, kêf û şahiyê dixe dilê wî û bi xwe re dil û hiş aram û rehet dike. Kêfxweşî ew hesta ku dihêle mirov bê bask bifire û jiyana wî xweşiktir derbas bibe. Pir tişt û sedem hene ku dihêle mirov kêfxweş bibe û dibe ku dilxweşiya wî ji bo serkeftin an ji bo wergirtina milk û mewalan be, yan jî ji bo kirina karekî jê hez dike, û dibe ku bi dîtina kesekî jê hez dike ve girêdayî be. Ji ber vê jî, em dikarin bibêjin, têgeh û pênaseya kêfxweşiyê li gorî her mirovekî cûda ye, û rêjeya wê di nav miletan de tê guhartin. Ango miletin hene ji miletên herî kêfxweş tên nasîn û bi xwe şahiyê dixin jiyana xwe û jiyana xwe xweştir dikin. Bêguman ev nayê wê wateyê ku ew di demên bi êş û jan re derbas nabin, an derbas nebûne.

Miletin hene em dikarin bibêjin wek miletên me yên Rojhilata Navîn çanda kêfxweşiyê li ba  wan yek ji wan huneran e, ku ew bîriya wê dikin ji ber ku em miletekî bêtir di xewnan de dijîn, û bi xwestekan ve girêdayî ne, kedê didin û wextê nabînin şahiyên xwe pêk bînin û her tim ji sîbera şahiyê ditirsin û her gav kêfxweşiyên me bi xemgîniyê re têkildar in, mîna ku ew bingeha em li ser mezin bûne û hatine perwerdekirin, hîn tê bîra me ku çawa dayîkên me ji kenên ji dil ditirsîn û digotin: Xwedê xêr ke, dê tiştekî ne baş were serê me, şahî demkî ye tenê bişirîn bes e! Belê rast e kêf û şahî demkî ne, lê her wiha jarî û xemgînî jî demkî ne, û ji ber vê jî divê em rojên xwe bijîn û ji her tiştekî biçûk an mezin kêfê bistînin, û ne hêlin ku kêf û şahî ji me birevin, û her tim dema xwe bi girî û nalînkirina rojên borî winda nekin, pêşeroj hîn nehatiye, lê ya niha ew e ku divê em bijîn.

* Rojnama Newroz – hejmar /154/ – 03 Mijdar 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button