Rijîma Turkiyê bi serokatiya Erdoxan ji demekê ve hewil dide ku êrişî herêmên Rêvebiriya Xweser bike, wê 30 km ji sînor dûr bixîne, «herêmeke aram» – li gor dîtina xwe – çêke û xelkê Sûriyê yên li hundirê Turkiyê têde bicî bike, bi hêviya ku ji alîkî ve kanibe careke din serkeftina serokatiya Turkiyê ji Erdoxan re misoger bike, û ji alîkî din ve jî Kurdan li Sûriyê lawaz bike û bê rol bihêle. Vêca, ew ji bo Rojavayê Ferêt berê xwe dide Rûsiya, û ji bo Rojhilatê Ferêt jî berê xwe dide Amerîka, bi hêviya ku îşiqa kesk ji aliyekî werbigre. Lê, piştî ku tu çare nedît û herdu aliyan firên jê re lêxistin, neçar ma ku li ber roniya şîreta Rûsiya hevrêziyê bi Şamê re bike, da ku li gel hev û bi piştgiriya Rûsiya û Îranê armancên xwe pêk wîne, û dema ku hin aliyên li ser erdê nerazîbûna xwe ji wê pêngavê diyar kirin, û berê jî ji bo geregoş û serberdayetî, û binpêkirin û tewanên ku li wan herêman, bi taybetî jî li Efrînê, zext û fişar li ser wê hene, vêca Turkiyê bi riya Istîxbaratên xwe ji «Desteya Tehrîr El›şam» û milîseyên ku pir ji xwe ve nêzîk «El›sultan Silêman Şah, El›sultan Mûrad, El›hemzat» xwest êrişî wan aliyên ku ew jê ne razî (El›cebhe El›şamiyê, Ceyş El›îslam…- Feyleq El›şam) li herêmên (Efrîn, Ezaz, Bab û Cerablusê) bikin, da ku wan lawaz bike, yek rêvebiriyê li wan herêman ava bike, di rojên pêş de di hundir Sûriyê de kaxeza guftûgoya xwe bi hemî aliyan re xurtir bike, û çi wextî hat xwestin «HTŞ» li dijî «Rêvebiriya Xweser» jî bikar wîne. Lê, ji ber hin sedemên derve û hundir pilana wî bi temamî neçû serî, û şer hate rawestandin.
Û ev jî çend xalên girîng li ser rewşa nû ya Efrînê ne:
1- Berê û niha jî tu tişt li Efrînê bê Turkiyê çênabe, ji ber ku Turkiyê dewleta dagîrker e.
2- Zext û fişarên ku Amrîka li ser Turkiyê kirine, û xwepêşandanên ku li Ezazê, Bab û Cerablusê hatine lidarxistin hîştin ku Turkiyê şer rawestîne û «HTŞ» şûn ve vegerîne.
3- Rast e ku «HTŞ» hin hêzên xwe ji Efrînê kişandin û rûdanên xwe yên leşkerî yên berbiçav kêm kirin û belkîm tune bike, Encûmenên Xwecihî yên berê û hin saziyên din jî bimînin, lê «HTŞ» dê li Efrînê ji rêvebiriya heyî re lêvegera rasteqîn be.
4- Milîseyên bi ser Turkiyê ve û «HTŞ» ji yek kaniyê çand û ramanên xwe yên terorane wergirtine, lê belkîm «HTŞ» bide xuyakirin ku hatiye xelkê Efrînê ji zor û zordariya milîseyên berê rizgar bike, da ku wêneya xwe li ber çavên raya giştî spî bike.
5- Pilanên ku Turkiyê digerîne – çendî bi dizî jî bin – ji Amerîka û Rûsiya ve ne veşartî ne, lê mixabin helwest û siyasetên dewletan li ser berjewendiyan têne avakirin.
6- Rijîma Turkiyê bi serokatiya Erdoxan ji demekê ve hewil dide ku êrişî herêmên Rêvebiriya Xweser bike, wê 30 km ji sînor dûr bixîne, «herêmeke aram» – li gor dîtina xwe – çêke û xelkê Sûriyê yên li hundir(ê) Turkiyê têde bicî bike, bi hêviya ku ji alîkî ve kanibe careke din serkeftina serokatiya Turkiyê ji Erdoxan re misoger bike, û ji alîkî din ve jî Kurdan li Sûriyê lawaz bike û bê rol bihêle. Vêca, ew ji bo Rojavayê Ferêt berê xwe dide Rûsiya, û ji bo Rojhilatê Ferêt jî berê xwe dide Amerîka, bi hêviya ku îşiqa kesk ji aliyekî werbigre. Lê, piştî ku tu çare nedît û herdu aliyan firên jê re lêxistin, neçar ma ku li ber roniya şîreta Rûsiya hevrêziyê bi Şamê re bike, da ku li gel hev û bi piştgiriya Rûsiya û Îranê armancên xwe pêk wîne, û dema ku hin aliyên li ser erdê nerazîbûna xwe ji wê pêngavê diyar kirin, û berê jî ji bo geregoş û serberdayetî, û binpêkirin û tewanên ku li wan herêman, bi taybetî jî li Efrînê, zext û fişar li ser wê hene, vêca Turkiyê bi riya Istîxbaratên xwe ji «Desteya Tehrîr El›şam» û milîseyên ku pir ji xwe ve nêzîk «El›sultan Silêman Şah, El›sultan Mûrad, El›hemzat» xwest êrişî wan aliyên ku ew jê ne razî (El›cebhe El›şamiyê, Ceyş El›îslam…- Feyleq El›şam) li herêmên (Efrîn, Ezaz, Bab û Cerablusê) bikin, da ku wan lawaz bike, yek rêvebiriyê li wan herêman ava bike, di rojên pêş de di hundir Sûriyê de kaxeza guftûgoya xwe bi hemî aliyan re xurtir bike, û çi wextî hat xwestin «HTŞ» li dijî «Rêvebiriya Xweser» jî bikar wîne. Lê, ji ber hin sedemên derve û hundir pilana wî bi temamî neçû serî, û şer hate rawestandin.
Û ev jî çend xalên girîng li ser rewşa nû ya Efrînê ne:
1- Berê û niha jî tu tişt li Efrînê bê Turkiyê çênabe, ji ber ku Turkiyê dewleta dagîrker e.
2- Zext û fişarên ku Amrîka li ser Turkiyê kirine, û xwepêşanda(n)ên ku li Ezazê, Bab û Cerablusê hatine lidarxistin hîştin ku Turkiyê şer rawestîne û «HTŞ» şûn ve vegerîne.
3- Rast e ku «HTŞ» hin hêzên xwe ji Efrînê kişandin û rûdanên xwe yên leşkerî yên berbiçav kêm kirin û belkîm tune bike, Encûmenên Xwecihî yên berê û hin saziyên din jî bimînin, lê «HTŞ» dê li Efrînê ji rêvebiriya heyî re lêvegera rasteqîn be.
4- Milîseyên bi ser Turkiyê ve û «HTŞ» ji yek kaniyê çand û ramanên xwe yên terorane wergirtine, lê belkîm «HTŞ» bide xuyakirin ku hatiye xelkê Efrînê ji zor û zordariya milîseyên berê rizgar bike, da ku wêneya xwe li ber çavên raya giştî spî bike.
5- Pilanên ku Turkiyê digerîne – çendî bi dizî jî bin – ji Amerîka û Rûsiya ve ne veşartî ne, lê mixabin helwest û siyasetên dewletan li ser berjewendiyan têne avakirin.
6- Ger a Amerîka rast e, bila zextê bike, û Turkiyê ji Efrînê derxîne, da ku xelkê Efrînê – yê ku zorane koçber bûye, vegere cihê xwe, û di bin sîwana navdewletî de herêma xwe birêve bibe, ta ku çareseriyeke rasteqîn ji kirîza Sûriyê re bê dîtin.
Turkiyê tucarî ji pilan û hewildanên xwe namîne, carekê bi Rûsiya re û carekê jî bi Amerîka re, belkîm kanibe armancên xwe yên qirêj pêk bîne, lê pirsa mezin ew e, ta kengî wê kanibe li ser nakokiyên herdu aliyan bilîze û sûdê jê werbigre. Bi dîtina min lîska wê dirêj nake, û wê qelengekî mezin li dawiya dawî bide.
– Ger a Amerîka rast e, bila zextê bike, û Turkiyê ji Efrînê derxîne, da ku xelkê Efrînê – yê ku zorane koçber bûye, vegere cihê xwe, û di bin sîwana navdewletî de herêma xwe birêve bibe, ta ku çareseriyeke rasteqîn ji kirîza Sûriyê re bê dîtin.
Turkiyê tucarî ji pilan û hewildanên xwe namîne, carekê bi Rûsiya re û carekê jî bi Amerîka re, belkîm kanibe armancên xwe yên qirêj pêk bîne, lê pirsa mezin ew e, ta kengî wê kanibe li ser nakokiyên herdu aliyan bilîze û sûdê jê werbigre. Bi dîtina min lîska wê dirêj nake, û wê qelengekî mezin li dawiya dawî bide.
* Rojnama Newroz – hejmar /154/ – 03 Mijdar 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.