Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Agirê koçberiyê deverên Kurdî dişewitîne !

Desteya sernivîser*

Ne tenê dewleta Turkiyê, lê belê rijêma Sûriyê û dewleta Îranê jî, ji hebûna Rêveberiya Xweser a ku sala 2013-an li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye damezrandin çavtengiyan dikin, bi armanca tunekirin û binaxkirina wê, ew bi hev re planan datînin.

Ji mêj ve ye ku gelê Kurd ê kevnar, lawê MED û MÎTAN, bi mêrxasî û girêdana xwe ya asê bi xak û welatê xwe ve hatiye naskirin, rehên xwe kûr di axa bav û kalan de berdane. Ji ber wê hindê jî, wî xwe li ber bayê tunekirin, pişaftin û windabûnê ragirtiye û mîna gelekî xweser, xwedî taybetmendiyên cuda, xwe parastiye.

Yek ji planên herî dijwar û metirsîdar ku îro li dij gelê me û Rêveberiyê, bi rêbaz û zanebûn ketiye rojevê, valakirina deverên Kurdî ji xelkên wê yên resen e!

Li Efrîna dagirkirî ku rêjeya Kurdan lê 97% bû, ji ber kiryarên hovane yên dewleta Turkiyê û çeteyên girêdayî wê ve, ew rêje daketiye 30%!! Û xelkên biyanî li şûna koçberan cîwar kirine. Herweha, li Serê Kaniyê û Girê Spî jî, projeya guhertina demografîk lidar e!

Li Herêma Cizîrê jî, bo heman armancê, dewleta Turkiyê dixwaze vê Rêvebriyê birûxîne, ji hundir ve seqet û pûç bike. Gefên dagirkirinê, digel bombebarankirin û terorkirina xelkên wê bi rêya balefirên bêajovan li pêş çavên dewletên mezin ên xwedî rol, rojane mirinê belav dike, hêminî û aramiya deverê têk dibe, tirsê di dilê welatiyan de diçîne, aboriya deverê dişkîne, agirê buhabûnê dil û eniya xelkên me dax dide û berê wan dide koçberiya malwêran!

Li hemberî vê plana rêvin û gemar ku welatê me ji xwediyên xwe vala dike, ustubarê Rêveberiya Xweser ew e ku bi zûtirîn dem, ew bi erkên xwe rabe, ji wan:

      Xweşkirina rewşa aborî ya xelkên me, û kêmkirina baceyê li ser metiryal, kelûpelên ku ji derve derbasî welêt dibin, û kontrolkirina buhayê firotina hemî pêdiviyên jiyanê ye, da ku bazirgan li gora dilên xwe welatiyan talan nekin.

      Peydakirina derfetên kar ji xelkê re, da karibin pêdiviyên jiyana xwe dabîn bikin.

      Pêşkêşkirina sûtemeniyê ji projeyên çandiniyê yên avî re.

      Vekirina projeyên geşepêdanê.

      Rê li pêş gendeliyê û diziya gel bê girtin, û gendel radestî dadgehan bibin da ku sezayê xwe yê dadmend bibîbin.

      Avakirina baweriyê di navbera welatiyan û Rêveberiyê de, ta bigihe radeya ku welatî xwe xwediyê wê bibîne û berevaniyê di ber de bike.

Bila em bawer bin, eger rewş wiha berdewam bibe, welatê me ji xelkên xwe vala dibe, rêjeya hebûna wan kêm dibe, û projeyên neyarên hebûna gelê me bicih dibin. Ji ber vê hindê, ji hemî xebatkar û xêrxwazan tê xwestin ku ji bo beravêtina vê projeya nemirovane dest bidin hev û xebateke bêwestan bikin!

* Rojnama Newroz – hejmar /154/ – 03 Mijdar 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button