Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Şertên Kongreya Kurdistanê Tune Ne û Li Dijî Avayiya Federe ya Başûrê Kurdistanê Ye…

Îbrahîm GUÇLU

Şertên Kongreya Kurdistanê Tune Ne û Li Dijî Avayiya Federe ya Başûrê Kurdistanê Ye…

 

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Pirsa Kongreya Kurdistanê, pirseke 35-40 salî ye. Ev pirsa girîng û stratejîk,  her dem, li Kurdiatanê di qonaxên taybet de tê rojevê.

Lê ev pirsa girîng û stratejîk di van salên dawî de, hîn vekirîtir hat rojevê.

Di van rojên dawî de jî, piştî ku DAIŞê êrişî Kurdên Êzîdî kir û qetlîamek nû ya kurdan hat rojevê, dîsa Kongreya Kurdistanê hat rojevê. Lê heta nûha jî  Kongreya Kurdistanê nehat li dar xistin.

Loma min jî her dem di derbarê kongreyê Kurdistanê de bîrûreyên xwe bi reya giştî ya kurdan re parve kir.

Di van rojên dawî de jî, dîsa ez diçim ku  di derbarê ev pirsa girîng de pirs tên kirin. Ez jî bersîva van pirsan didim.

Wek min her dem nivîsandiye, bersîva min di ev pirsa girîng û stratejîk de ew e ku “şertên Kongreya Kurditanê tune ne. Loma jî ev kongreya pêk naye. Heta ez  di wê baweriyê de me ku di vê şertan de Kongreya Kurdistanê li dijî berjewendiya milî ya kurdan e. Li dijî avayiya Başûrê Kurdiatanê ye.”

Ez tespît dikim ku serokê Kurdistanê Mesud Barzanî û hikûmeta Kurdistanê jî, her çiqas demek berê dixwest ku Kongreya Kurdistanê bê li dar xistin jî, wan jî rastî fahm kiriye. Ew rastiya di van rojên dawî de ji şanda Ehmed Tirk re hatiye diyar kirin. Gor daxûyaniya Ehmed Tirk jî, êdî wan jî fahm kiriye ku şertên Kongreya Kurdistanê tune ye.

Ez carek din dixwazim diyar bikim ku çima şertên Kongreya Kurdistanê tune ne.

1-KONGRE, dezgehek gelek girîng e. Di kongreyê de di derbarê pirsên stratejîk de biryar tên girtin. Loma jî ew kes û rêxistin û partiyên beşdarî kongreyê dibin an jî kongreyê li dar dixin, divê di pirsên stratejîk de li hev kirî bin. Li dinyayê û li herêmê bi çavekî bikarin mêze bikin. Senaryoya wan ya civakî, sîstemî, rejîmê divê bi xeten giştî nêzikî hevûdu bin.

Li Kurdistanê di navbeyna kesayetî û rêxistin û partiyên Kurdistanê de di derbarê pirsên stratejîk de li hev kirinek tune ye. Di pirsên stratejîk de nekokiyên gelek mezin hene. Rêxistinên Kurdistanê ji bona cıvata xwe, dinyayê, herêmê, rejîmê xwediyê senaryo û nêrînên cihê ne.

2- EW kes û rêxistinên dixwazin kongreyê li dar xin, divê xwediyê armancek hevbeş/mişterek bin. Eger ew kes û rêxistinên dixwazin kongreyek li dar xin xwediyê armancek mişterek nebin, nikarin bi hev re kongreyek li dar xin û biryarek mişterek bigrin.

Partî û rêxistin û kesayetiyên Kurdistanê xwediyê armancek hevbeş nîn in. Beşekî mezin hêzên Rojhelata Kurdistanê federasyonê diparêzin. Beşek li dijî federasyonê ne. Îranek demokratîk diparêzin. Hêzên Başûrê Kurdistanê dewletbûnê diparêzin. PKK/PYD li hemû beşên Kurdistanê li dijî dewletbûn û federasyonê ne. Demokratîkbûna Îranê, IraqÊ, Tirkiyeyê, Sûriyeyê diparêze.

3- KONGREYA Kurdistanê, kongreyek milî ye; bi destê rêxistin û partiyên milî dê bê li dar xistin.

Li Kurdistanê hemû partî û rêxistin ne milî ne. Bi taybet jî PKK û rêxistinên bi wê re girêdane, bi dewletên kolonyalîst re girêdane. PKK, lewra projeya dewleta kolonyalîst ya Tirk e. Nûha jî bûye projeya dewletên kolonyalîst yên din.

4- KONGRE dezgehek û avayiyek gelek demokratîk e. Loma jî, ji aliyê kes, rêxistin û partiyên demokratîk de û yên demokrasî diparêzin de, tê li dar xistin. Divê kes, rêxistin û partî ji mafên hevûdu re rêzdar bin, desthilatdarî parvekirinê bipejirînin.

PKK û beşek partiyên Kurdistanê yên din, demokrtatîk nîn in û demokrasiyê jî wek sîstemek civakî û rêjîmê naparêzin. Hêzên otorîter, faşîzan, hegemonîk in.

PKK, gelek aşkere diyar dike ku dê li hemû beşek Kurdistanê li ser navê dewletên kolonyalîst desthilatdar be.

Ji bona Herêmek Kurdiatanê Şengalê kanton avakirinê diyar dike.

Gelo wê demê çawa partî û rêxistinn Kurdistanê dê bi PKKê re kongreyek Kurditanê ya milî li dar xin.

5- KONGREYEK, di navbeyna kes, partî û rêxistiên ku statuya wan wek hevûdu ne de, tê li dar xistin.

Li Kurdistanê statuya partî û rêxistinan ji hevûdu cûda ne.

Partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê demokratîk, hikûmet û hilbijartî ne.

PKK/PYD bi taybetî li hemberî kurdan terorîst, nerewa, nedemokratîk û ne hilbijartî ne.

6- KURDISTAN welatekî parçebûyî ye. Loma jî her parçekî Kurdistanê taybetiyên wan hene. Rêxistin û partiyên Kurdistanê xwediyê pêwendîyên cûda ya dinyaye ne.

Piraniya hêzên Başûrê/Rojheletê/Bakûrê/Rojavayê Kurdistanê bi Yekîtiya Ewrûpayê û Emerîkayê re xwediyê pêwendiyê ne.

PKK/PYD li dijî Yekîtiya Ewrûpayê û Emerîkayê ne. Bi hêzên otorîter û ne demokratyîk yên dinyayê re xwediyê pêwendiyê ne.

7- KES, partî û hêzên dixwazin kongerek hevbeş û milî çê bikin, divê him demokrasî bipejirînin, him jî ji maf û azadiyên kesayetî re rêzdare bin.

PKK/PYD, li dijî demokrasiyê ne, maf û azadiyên kesayetî binpê dikin û diperçiqînin. Kurdan û kurdperweran dikûjin.

8- DEMA KU PKKê bixwaze beşekî Kurdistanê Şengalê ji Kurdiatanê veqetîne, Rojavayê Kurdistanê dagir bike, kurdperweran birevîne û bikûje dê çawa bi hêzên din re kongerek milî û demokratîk li dar xe?

9- ARMANCA PKKê di derbarê Kongreya Kurdistanê de, ji bona ku zerar bide Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê ji dinyayê îzole bike. Divê kurd îzin nedin vê xeteriyê.

Amed, 17. 09. 2014

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button