Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Xwekujî

Nazdar Hesen*

Civaknas, xwekujiyê weke kuştina mirovekî ji bo xwe pênase dikin, xwekujî bi armanca bidawîkirina jiyana xwe bi gelek rê û rêbazên zirarê bi xwe dike hinek kes bi avêtina xwe ji bilindahiyek bilind, an bi xwarina madeyek jehrê, an bi karanîna amûrek tûj an jî bi çekê xwe dikujin.

Helbet gelek sedem hene ku hişê mirov dihêlin tiştê ku hişê mirovê saxlem qebûl nake ew bike, yek jê rewşa aborî ya xirab yên tê re derbas dibin, dema nikarin pêdiviyên jiyanê bi cih bînin, û debara malbatên xwe peyda bikin, dên li ser pir dibin û ew dixwazin xwe ji holê rakin û çareseriya xwe di xwekujiyê de dibînin, û dibe ku mirina mirovekî delal an derbasbûna wan di bûyerek evînî têkçûyî de, bibe  sedemek ji xwekujiyê re, û pir caran pirsgirêkên di têkiliya kesane de, di vê çarçoveyê de rolekê dilîzin. Ji ber wê jî em dikarin bibêjin xwekujî bi gelemperî ji bêhêvîtiyê tê kirin, û bêtir jî bi nexweşiyên derûnî ve girêdayî ye.

Û ji ber ku bûyerên xwekujiyê di nav civakên me de vê dawiyê bi awayekî berbiçav zêdetir dibin, divê civak û dewlet li dijî vê diyardeyê lêkolînan bike, sînordarkirina gihiştina çekan, dermankirina nexweşiyên derûnî û her weha başkirina pêşkeftina aborî bike.

* Rojnama Newroz – hejmar /153/ – 06 Rezber 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button