Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Berê Xweseriya Demokrat bi ku de ye?

Mihemed Qere Hesen*

Li destpêka, bayê azadiyê li piraniya dewletên Ereb xist, gelên van welatan daketin kolanan û bi şêweyê aştiyane doza rûxandina hekûmetên ku gendel, kufkî û genî bûne û destên wan bi xwîna hemwelatiyên xwe sor bûne kirin, doza avakirina dewletên demokrat kirin ku ew ji jiyana ne mervane rizgar bibin, maf û rûmet wan lêvegere.

Ev liv û tevger di 2011 an de li Sûriyê dest pêkir, û bi şêwekî aştî û gelêrane û bê pilan û rêxistin di şarêyan re herikîn, û çavên dewletên herêmê û yên mezin li vê tevgerê bûn. Li gor cihê Sûriyê û demê zû, zû guhartina rijîma wê ya konevanî netê guhartin.

Di vê keftlefê de, dewletên destêwerdan rewşa Sûriyê kirin, bi taybet dewleta Tirkiyê û yên Kendavê, hêzên îslamî nemaze rêxistina Îxwan Emislman ber ve xwe kişand û digel rijîmê ew berve şerê çekdarî têvedan, piştgiriya wan a leşkerî û diravî kirin, liva gelêrî ya aştiyane ji rê bi derxistin û eniyan wan dan kuştinê, bi vê kiryarê re biryara niştimanî ya serbixwe ji dest wê tevgerê hat girtin, û ew wek Kaxetek zorê bi dest xwe xistin. Û ji wan rêxistinên îslamî yên tundrew wek DAIŞ û Cebhit Elnsre û nola wan li dijî hundir û derve çêkirin, û ji hemî aliyan ve dest bikuştar û babelîta gelê sûrî bi hemî şêweyan kirin.

Di vê qonaxê de Rûs, Tirk, îran, û Emrîka bi hêz destêwerdana tentêla hundirê Sûriyê kirin. Û du alî aşkere bi ser bûyeran ketin. Yek alikî dînî tundrew hovane, û piştgirî wan kirin. Didu aliyê dest berdan wan bi tundî ji deslat a rejîmê û ne dirust û çaksazkirina wê. Herdu aliyan milet pir civlandin, û bihna guhartinek erênî û demakratkirina Sûriyê ji wan nedihat, berve dewleteke dînî hişk û paşmayî kirin. Li hember wê pirojeyên tundrew, hevbendiya navdewletî bi serkêşiya Ermrîka û Netewên Yekbûyî di rêya biryara 2254 re doza çareserkirin gelşan û demokratkirinê kirin. Û hevbendiya navdewletî dest bi avakirin hêza Sûriye Demokrat ji piraniya netewên sûrî kirin, ku pê şerê DAIŞê were kirin û bibe motik ji Sûriya nenavendî û democrat re, ku sibe şûna herdu pirojên dernexwîn bigire, ew hêza leşkerî hatî avakirin girîngiyek çêbû ku pirojeya xwe ya konevî cihê xwe bigire, divê nûnertiya xwe jî hebe, ji ber wê pir dirêj nekir, MSEDê wek sîwana konevanî ji hêza QESEDê re hate damezrandin.

Gava QESEDê û MESEDê û di warê kargeriyê de xweseriya Demorat hatin damzerandin, tavilê bazirganên Esîtene bi bibve û îjdiliya wê bi guhartina Sûriyê hay bûn. Wan dest bi dek û dolab û dijîtiya wan bi hemî şêwan şer kirin û hêjî tê kirin.

Ev hersê alî QSEDê, MESDê û Rêvebiriya Xweser wek saziyên niştimanî hatin çêkirin. Roj bi roj cihê xwe di tentêla Sûriyê di hemî waran de digire. Û dostên xwe li der û hundir çê dibin, kar û ustbariyên xwe di vê rewşê mûzmehlî de giran û mezin dibin. Di vê pêvajo û rêçûnê bi xwe re kêmasî û şaşî çêbûn. Ta ev pêvajo rast û durist berdewam be, giringî di her alîkî de lêveger çêbibe.

  1. Aliyê konevanî.

Wek berê me nîşan kirî ku MSEDê xwediyê pirojeya demokratkirina Sûriyê ye. Di vî alî de hêj pir alî niştimanî û kes li dor vê pirojeyê kom nebûne, çi li derve û çi jî li hundir, ev pêdiviya çalakên konevanî pir divên, têkilî û hevdîtinan bi aliyên niştimanî din re di nav hemî pêkhateyên sûrî de were kirin û fere bibin. Niha rewşa gelêrî yên di bin destê Turkiyên de ne li serhev in li dijî kirarên hukmeta turkiyê ya dagîrker xwe pêşandan dikin ta ala wê şewitandin. Ev hukmeta beşekî mezin ji xaka Sûriyê bindest kiriye, û biryara wan jê standiye, naman ji Dîmeşqê re di rêya têkiliyên ewleyî û axaverên wan re ku derfet heye li hev werin. Vê bi xwe re ewrekî tarî anî ser hişê rikberiya îslamî ku pûştî li wan tê kirin. Ev jî derfetê ji aliyê pirojeya nîştimanî re vedike, ku destê xwe dirêj wan kes û aliyên destên wan bi xwîna Sûriyan sor nebûye bike, ku ji dev û destên hukmeta Turkiyê bi derxîne û cilê ji bin lingên wê bikişîne, û li dor pirojeya niştimanî kom bikin di rêya kongirekî netewî Sûrî re û li ser axa welêt çêbibe, û rola MESEDê bi hêz, fere û çalaktir bibe, û pir pêkhateyên konevanî derbasî wê bikin.  pirojeya nûkirina Sûriyê zelal û aşker were pêşangkirin, ku hemî pêkhatên welêt berjewendiyên xwe tê de, di rêya belgeyên wê re bibînin, çi navê wê girêbesta civakî an jî derstûr… be. Ji ber ku hîm û bingeha ramanî û dezgeya rijîma Sûrî li ser ava bûye, ku tu kes û pêkhatan bilî xwe nepejirînin, û hema hemî çareyan di rêya ewleyî re dibîn, ew jî sersedemek bû ji babelîta gelê sûrî re. Li ber vê nêrînê ta hêzek îjdil û xurt li hemberê çênebe wê têklî û danstandin vê re nehêsan bin.

Li aliyê kurdî li MESEDê û QESEDê dikeve, ku şan û sembolên xwe yên netewî û li derveyî Sûriyê li serê pêkhatên din feriz nekin. Ji ber ku her pêkhatekê sembolên xwe yên netewî û dînî hene, û hest û nesta wan î netewî were rêzgirtin û bihana nekin destên dijminê Kurd û pêkhatên din, ku nakokî û tîşan di navbera wan de çênekin. Ta ku nakokên serek winda nebin û bi ên hûrik de nikivin. Ev li alîkî, û li aliyê din jî pirojeya demokratkirina Sûriyê û nêrîna bîrdozî ya derveyî civaka sûrî kar li ser were kirin cihê xwe nagire, ji ber ku li gor bîrdozan, dem di ser rêxitinkirina civakan re derbas bûye.  Gava civakên dinyayê dev ji bîrdazan berdane, û ji nû ve Kurd jî dest pê bikin, çiqas paşmaybûna nêrîna kovanî nîşan dide.

  1. Aliyê leşkerî.

Ta roja Îro QESEDê wek hêzek niştimanî diyar bûye, ku ji ber axa gelê sûrî ve xwîn rijandiye, ku ji hêzên terorist û dagêrker paristiye û nas bûye. Ji ber ku ev hêz ne li ser bingeha bîrdozî, çi netewî û çi jî olî, û çi ji bona paristina deslatê ava bûye. Nav lêbûye hêza Sûriya demokratîkî, û li ser wê rêyê kar dike, û divê sibe jî xwe nexê nav nakok û gelişên konevanî, û bes li ser erkên xwe yên niştimanî bijî. Ta ku ev hêz bibe beşek ji leşkerê Sûriya niştimanî ya nû.

  1. Aliyê rêvbiriya xweser.

Di van deh salên şer î borî de, civak û pêkhatên pir hatin civlandin û çirandin (kuştin, penaberkirin, guhartina demografî, dizîna mal û mewdanên bajarvanan…). Li gor vê xişma mezin bi serê gêlê sûrî bûye. Çarek di rêya Sûriyek ne navedî re, derd, kul, birîn xwe werin derman û çareserkirin, û mafên xwe werbigrin, û dilên wan vehese, û ji nû ve bi hev e werin girêdan.

Ev motik li rojhatî Ferêt hatî damezrandin, ta ku bibe çarek ji yektiya gelê sûrî re, gerek pêkhatên zorlêbûne wek wê xweserî li gor destûrek nû jê re çêbibin. Ta xweseriya heye xwe di çavên gelê sûrî de biçîne û bibe nimûnek serkeftî, divê hemî partiyên li deverê hene li gor girêbesta civakî heye têde hevbeş bin, û li ser bingeha demoratiyê (di rêya hilbijartinê re) cihê xwe têde bigirin. Ne di rêya alîk partiyên çûçik vê cemewer çêbike û li rex xwe dîne û bêje em lîska demokratiyê dikin. Ev nimûne partiya Be›is li serê eniya niştiman û pêşverû dimeşandin, partiyên din bêrol di wê eniyê da bûn, ne xwedî biryarên niştimanî sereke bûn. Divê sûde ji ve serpêhatiyê were dîtin.

* Rojnama Newroz – hejmar /153/ – 06 Rezber 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button