Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Ta ku em Kurd wehabin, emê tim bindest û kole bin

Memê Alan*

 

Bi sedsala ne siyasetên dijmaneyetî û pilanên tunekirin û qirkirinê yên rêbazkirî, ji aliyê dijminên me Kurdan ên dîrokî ve, di dermafê gel û welatê me de têne meşandin, mîna kuştin, komkujî, talankirin, şewtandina gundan, koçberkirin, destdirêjiya namûsê, guhertina demografî û endeza niştecîbûnê…û H.W.D.

Vêca pirsa herî mezin, çima ta niha em weha bindest mane? Em Kurd di bersivdayîna vê pirsê de, tim dikin stûyê dewletên xwedî bandor û dibêjin ew ji me re nabin palpişt û alîkar, an jî em dibêjin dijminê me ji me bi hêztir e, û sûcên xwe jî ji bîr dikin û xwe lome nakin!

Belkîm hin jî bipirsin çima em weha ne, û bi sedhezaran xwendevanên me yên asta xwendina wan bilind hene? Erê ez jî dibêjim xwendevanên me pir in û gelê me ji xwendinê hez dike, û ev rûdana pêngaveke erênî û nîşana xêrê ye, divê em jê re palpişt û piştgir bin, lê ev nayê wê wateyê ku em Kurd derbasî qonaxa zanebûn, dûrbîn, hişyarî û hişmendiyê bûne, û em çep û rastî, xêr û şer û kar û zirarê xwe ji hev dikin der. Çimkî kiryar û tiştên li ser erdê di nav me de dibin, tekez dikin ku hîn em tênegihîştine. Mînak jî gelek in, divê em wan nas û destnîşan bikin. Bi nêrîna min:

– Ta ku endamên yekmalbat -bav, dê, zaro, bira, xwîşk, xal û xwarzî, ap û birazî…û H.W.D- nikanin gelşe û kêşeyên xwe bi hêsanî di nav xwe de çareser bikin -bê ku hin ji derveyî malbatê bibin navbêncî, yan jî giliyan li hevdu vekin- û dawiya her kêşeyêkê jî dibe qehir, zikdirî û qutkirina têkeliyan, emê tim bindest û kole bin.

– Ta ku cîran bi cîrên re, bê nakokî, dijmantî û destêwerdanên ji derve ve nikanin çaran ji pirgirêkên xwe re bibînin, û kîn û zikreşiyê derbasî nav nifşeke nû dikin, emê tim bindest û kole bin.

– Ta ku karên hevbeş -Aborî, civakî, ramyarî, çandî, sivîlî…û H.W.D- di nav me Kurdan de kêm in, û yên hene jî dirêj nakin û ne serkeftî ne, emê tim bindest û kole bin.

– Ta ku alozî û kirîzên ku di hundir partiyên me de derdikevin -çi kesayetî yan nêrînî bin, û çi di nav du endaman de yan jî di nav du komên endaman de bin- bi şêwakî rindik – bi danûstandin û gufûgoyên hevaltî û biratî- çareser nebin, û her aliyek dibêje ez li ser rastiyê me û ji ya xwe hema santîmekê danagere, û li dawiya dawî jihevdûrketin û jihevqetandin çêbibe -zatirê kirîza pirpartiyane ya tevgera me ya Kurdî li Sûriyê encama vê nexweşî û nezaniyê ye – emê tim bindest û kole bin.

– Ta ku Tevgera me ya Kurdistanî û ya Kurdî li sûriyê di nelihevkirina xwe de berdewam in, û hin ji me li şûna destên xwe bidin hevdu, derin destên xwe didin destên dijminên gelê me yên dîrokî, da ku kîn û zikreşiya xwe li kes û aliyên ku ne li gor bîr û bûçûnên wan sax bikin -encam jî ne xem be ku qirkirin û tunekirina gel be- emê tim bindest û kole bin.

– Ta Ku em wek Tevgra Kurdî -siyasî, rewşenbîrî, sivîlî…û H.W.D- yek xwe ji yekê ranakin û ders û îbretan ji serpêhatiyên derbasbûyî hilnînin, û dest nadin hev da ku em gel û welatê xwe ji hovîtiya dijminan biparêzin, emê tim bindest û kole bin.

– Ta ku hesûdî di nav me de heye, û em nikanin ji serkeftinên hevdû re şa bibin û ji binkeftinên hev re jî xemgîn bibin, emê tim bindest û kole bin.

Û zincîra nezanî û ehmeqiyê di nav me Kurdan dirêj e.

Vêca ev rûdanên pîs û qirêj ên ku me anîne zimên û yên bilî wan ku me nanîne zimên, û ta niha me nikaniye xwe jê rizgar bikin, bi giştî encama nezaniya me ne… Ji ber wê divê em lixwenin ku em nezan in, da ku em kanibin li çara serê xwe bigerin, û em kanibin ji bindestî û koletiyê rizgar bibin.

* Rojnama Newroz – hejmar /153/ – 06 Rezber 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button