Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Ma rast e dijmin nahêle em li hev bikin?

Zanistê Cûmê*

Wek tê nasîn, ji berê paşê de dijminê her tuştekî û heyberekê di jiyanê de gerek hebe, ta ku jiyan şên û berdewam bibe. Vêca dijminê lawiran, him lawir in û him jî mirov in, û yên kurmikan him teyr û çûk in û him jî mirov in, û yên teyran him teyr in û him jî mirov in, û yên mirovan mirov bi xwe ne, bi giştî mirov kane bêje ev mirovê bi nav û deng û li ber dilê yazdan gelek buha û bi nirx, dijminê yekemîne ji hemû lawir, mirov, keskayî û ta çem û kaniyan ne. Vêca her yek ji wan lawir û mirovan bi awakî berxwe û berevaniya xwe dike, ta lawir li hev dikin û giropekî û pêşengekî didin pêş xwe û li pê dimeşin.

Di baweriya min de ne hewcedarî pirsê ye, ku lawir yan mirov wê pirtir kanibin li hev bikin?

Lê mixwabin û sed carî mixwabin di vê rewşa nazik ya ku sûryê û bi teybatî tevgera kurdî têre derbasdibe de, xuya ye lawir in me bêtirî mirovan kanin li hev bikin. Girêk û asteng ne hebûna du rêbazan di nav tevgera kurdî de ne, yek tê naskirin bi navê berzanizmê û yek bi navê apociyan, ez dibînim pir tuştekî normale du û sê rêbaz û êdolîcî hebin, ji ber ku li seranserî welatên cîhanê tim û tim hin ji wan destlata welêt dikin û yên din oposizuyan wan dikin, û di pir car û mofirkan de li tûkên hev digerin.

Lê bi tucarî çênabe û ne jî dibe yek ji wan bi dijminê bav û kalan re bişimite, berjewandî û ewlakariya netewiya welatê xwe di ser hemû nakokiyên xwe re bigrin.

Wek tê gotin ma rast dijmin nahêle em li hev bikin? Biraderê mino navê te çidibe berzanî, ocelanî çep û rast bila bibe ne xeme, lê bila ji bîra min û te nere li dawiyê em tev kurd in û welatê me Kurdistan e, û berjiwandiya me Kurdan û bi teybat Kurdên sûriyê di ser berjiwandiya hemû welat û partiyan re ye.

Gava hiş û mêjiyê me li cî be û ne leqleqokî be, û destê me ne di berîkê biyaniyan de be, emê çima li hev rûnenin û li hev nekin? Xuyaye derd û kulên me ji min û tene, gava me tevan soz û civat li çol û li nav çiyan dikirin, xwepêşndan û rewstandin li pêş dadgeh û perlemantan dikirin dîsa dijmin hebû û ji niha bi hêztir bû, lê me dikir û em serkeftî bûn.

Sala 2004 an baş tê bîra we tevan, hinan nav lêkir serhildan û hinan jî lêkirin bûyer û hinên din jî lêkirin şoreşa Kurdan û di wê demê de, detslata sûiryê ji niha bi pirî bi hêztir bû, lê dîsa bi serkeftî tevgera kurdî derdora salekê daxuyan bi navê komek partiyên Kurd diweşandin û kanîbûn li hev bikrana û li gel hev civat girêdidan û şêwir dibû, ji ber ku biryara tevgerê li Efrîn, qamişlo û Kobaniyê bû. Carek din ma rast dijmin nahêle em li hev bikin?

Ez di wê baweriyê de me, ta ku em Kurd bi navê partiyan û kesayetiyan tên naskirin û hin ji partiyan destên xwe di beriyê berazaniyan û oceleniyan de ne, emê nikanibin ne li hev bikin û ne jî piyalek çayê bi hev re vexin.

Vêca ta em kanibin li hev rûnin û guhdarî hev bikin divê em nasbikin derman çiye?

1- Gerek bawerî li ba me hebe bi tucarî kes nikane, ne ji dijminê Kurdan û ne jî Kurd bi xwe ku berzaniyan yan ocelaniyan ji holê rake yan biherifîne.

2- Berjiwendiya ewlekariya netewî ya kurdî di ser berjiwendiya partî û tevgera kurdustanî re ye.

3- dijîtiya raghandinî di navbera tevgera Kurdustanî de û bi teybat di navbera ocelaniya û berzaniya de bê rewastan.

4- Berjewandiya gelê Kurd li sûriyê li pêş berjewandiya hewlêr, amed û mehbadê de ye, ji ber ku ger tu nikanibî ji Efrînê hezbikî tê nikanibe ji Hewlêr û Diyarberkrê jî hezbikî.

5- Komek ji kesên serbixwe ne ji dûvçilkan! vexwendina civatek bê birayar rû li rû bikin.

De vêca ka em van çend xalên me jimartine bi dê û bav bikin, ji ber ku hemû xal di destê me de ne, ne di destê dijmin de ne. Wê demê emê naskin ma rast dijmin nahêle em li hev bikin yan derd û kul di mêjiyê me de ne?!

* Rojnama Newroz – hejmar /153/ – 06 Rezber 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button