Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Pîrozname

P.Y.D.K.S

Bona:

Berêz Mustafa Hicrî…

Berêz Xalid Ezîzî…

Endamên serkirde, heval û hogirên herdu baskên Partî Demokratî Kurdistanî Îran…

Silav û rêz…

Serkeftina diyalog û gotûbêjên we, li ser reya rêkeftinên bona cîbecîkirina yekrêziya xebat û têkoşîna Hizbî Demokrat li kurdistana Îran û li derve, pêngaveke dîrokî, ciyê şahî û dilxweşiya gelê kurd û hemî azadîxwaz û demokrathezan bû.

Em bi dil û can we hemiyan pîroz dikin, hêvî û bawerî li cî ne ku, hûn dê her û her, li ser reya xebata dadmend û rewa, li beramber nijadperestî û setemkariyê bin, ji bo pêkanîna Aştî, Azadî û Wekheviyê.

Nivîsgeha rêzanî ya

Partiya yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê.

Qamişlo 24ê Tebaxa 2022an.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button