Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

Emîne Kakebaveh nimûneya jina Kurd a xebatkar e!

Desteya Newroz*

Li navîna meha Gulana bûrî, ji bo wergirtina endametiya Hevbenda NATOyê, dewleta Swêd û Finlendayê daxwazên endametiyê pêşkêş kirin. Lê, ji ber ku, yek ji zagonên endametiya Natoyê erêkirina hemû endaman pêwist e, dewleta Turkiyê ji bo erêkirinê, daxwaza qelenê xwe kir, û mercên xwe ji her du dewletan re aşkere kirin!

Turkiyê ragihand ku her du dewlet bi teroristên Kurd re têkildar in û piştgiriya wan dikin, ne tenê wilo, teroristan di parlementoyê wan de cih girtine! Herweha wê dupat kir ku ew li ser daxwaza herd du dewletan erê nake ta ew soz nedin ku têkiliyên xwe bi terorê(!) re nebirin, piştgiriyê nedin wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, û wê navên hin siyastmedar û çalakvanên Kurd pêşkêş kir da ku ew ji bo Turkiyê bêne radestkirin!

Di vê biwarê de, siyasetmedara Kurd, endama parlementoya Swêdê birêz Emîne Kakabaveh, ku hikûmeta Swêdê bi dengê wê desthilat bûye, bêdeng nema û li dijî destêwerdana Turkiyê serî hilda, di parlemetoyê de, rexne li hikûmetê girt çawa ew rê dide dewletekê mîna Turkiyê ku ji ber dewleta Swêdê ve hilwestan bigre! û xwest ku ew mercên Turkiyê bêne redkirin. Yan na, eger hikûmet xwesteka Turkiyê bipejirîne, ew ê dengê xwe ji bawerpêdanê bikişîne û wê birûxîne!

Emîne Xan jineke Kurd e ji Rojhilatê Kurdistanê ye, sala 1970 li gundekî girêdayî Seqezê ve hatiye dinê, di 13 saliya wê de, berpirsekî dewleta Îranê dixwaze wê ji xwe re bike jin û fişarê li malbata wê dike, ew neçar dibe, diçe Çiyê, tevlî partiya komele dibe, çek hildigre û dibe pêşmerge, berevaniyê di ber rûmeta gelê xwe de dike.

Sala 1992an, ew penaberî welatê Swêdê dibe, bi roj dixebite û bi şev dixwîne, alîkariya mabata xwe ya (8) nefer li Îranê dike. Bawernameya majistêr di Felsefeyê de ji zanîngeha Stokholmê werdigre û ji sala 2008an ve, ew endama parlementoya Swêdê ya herî çalak û bi nav û deng e.

Silav ji xebat û têkoşîna Emîne kakabaveh û hemû xebatkarên dilsozên Kurd re!

* Rojnama Newroz – hejmar /152/ – 11 Tîrmeh 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button