Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

Kuştin çi ye? kengî mirov dikûje û çima?

Rojîn Qido*

Ev pirsên ku mirov dikare rojane ji xwe bipirse, dikare jî dev jê berde û jiyana xwe normal berdewam bike. Lê ya ku hertim hizirandineke wisa vedigerîne hiş û bal ew e, dema ku bûyerên wisa rojane dubare dibin. Ango divê ku em li ber deriyê pirsan aciz nemînim û bersivên pêwîst jê re bibînin.

“Elya›i Ebdo Ebo”

Hema ji demeke nêzîk li Suriyê li bajarê Helebê di dîroka 09.06.2022 an de, nava taxên ku kurd bi piranî lê dijîn, keçkeke çar salî bê guneh hat kuştin. Mirovkuja ku destên xwe bi xwîna keçikê şuştibû hat naskirin û niha li benda cezaya xwe di reştariya zindanan de maye. Tiştê balkêş ku mirovkuj jî hîn di temenê zarokan de ye, yanê 18 salî ye. weke hat belavkirin ku wê di nava grûpek bi rêk û pêk de – karê ku derveyî têghîştina mirovan tevahî, bazirganiya mirovan û bi taybet «zarokan» dikirin- kar dikir. Ji ber wê, mirovkujê da ku guharên zêrîm ji guhên keçikê bi zorê bistîne an jî bidize, kir ku guhên wê biqelşîne. weke ku kîneke xwe pê re hebû bi kêrekî tûj giyana «Elya›i» kişand û kir ku malekî biçûk têra çar salên wê dikin di goristaneke bê deng de hebe.     Buyera hana, kir ku hêrsa malbata «Elya›i», dost û xerîb bilind bibe û banga dezgehên ku wî perçî birêve dibin bikin, da ku jina ku jiyana zarokan bi erzanî firotî û wijdana wê gotir kirî ku derbasî kirineke bi carekê ne di rêzikên mirovatiyê de bibe were cezakirin, ango kuştin bi kuştineke mezintir. xwestin ku bi laşa wê li taxa «Şêx Maqsûd» tev were nûnerkirin, da ku bibe mînakek ji yên ku dil û wijdanên xwe avêtine û ji bo çi be bila bibe, tu carî nefikirin wisa bikin.

Eger ev jina han bi sed qurşînan hat kuştin, ger bi hezar benî sitwa wê hat girêdan, ger laşê wê bi tifa xelkê hat şuştin, bi kevir û zinaran hat avêtin, wê bimire belê, û sed carî ji bilî carekê, wê agirê di hundir dilê civakê de hinekî li hemberî kirarê wê were vemrandin.

Lê pirsa min ew e, ma wisa çare pirsgirêkê tê dîtin û wisa li şûna xwînê gul hema vedibin? Li vir em dê dîsa behsa pirsan bikin, çima mirov dikûje? Sedema sereke ji bo mayînê ye, ango mirov dest bi kuştina lawiran kir, da ku hebûna xwe li ser ruyê erdê bihêz bike. Yanê ew dikare bikûje ne nikare, lê hertim di nava rêzikên mirovatî de karînên xwe kedî dike.

ji xwe tu cudahî di navbera mirov û lawiran de -ger wisa be- tune ye; Lê, aqil dihêle mirov pîroztir bimîne di nava giyanweran tev de. Niha tê naskirin ku ger aqil tendurust be, mirov hîn dikare weke xwe bimîne, lê eger pirsgirêkên mejî çêbûn, wê demê mirovahî ber pişaftinê diçe.

Weke mînaka berdest «Elya›i», eger em aqilê wê bipîvin, em ê zanibin ku çima tu gunehên wê tune ne? Ji ber ku zarok e û mejiya wê bi temamî hîn nehatiye avakirin, yanê hîn nikare xwedî bersiv be û nedikare xwe ji metirsiyan biparêze.

Êdî tê xuyakirin sûc û pirsgirêk tenê di mejiya mirovkujê de ye. Niha jî em dikarin texmîn bikin, Çima wisa kir? Di rewşên wiha de, divê ku herdu alî werin naskirin, ji ber ku carinan kesê kuştî jî sûcê radike.

Sedemên kuştinê gelek in, jê yên sereke ev in:

Tirs, birçîbûn, zilim û zor… Ev sedem jî bêtir di hundir rewşên şer de diqewimin. dema ku mirov li hember peydakirina pariyek nan e ku devên zarokên xwe pê şil bike bêçare dimîne.

Êşa ku girêdayî tunebûnê be, dihêle mirov bê çare bimîne û zû ji çermê xwe derkeve û hovîtiya ku di hundir xwe de azad bike. Lê, di vir de mirov dibe curbecur, yanê di şer de heye ku civakek tev de ji hev dibe û di nava hurdekên biçûk de êsîr dimîne, rêzdariya di navberî xelkê de hildiweşe û rûyên wan zelaltir dibin.

Kîn -ger ne ji hevdû- ji siyasetê, ji jar û tunebûnê, ji dunyayê çêdibe û mezin dibe, da ku dighêje asta kuştinê. Ger mirov ji bo xwarinê cîranê xwe yê têr nekûje, wê di dawiyê de xwe -bê guman- bikûje, an jî bi destê birçîbûnê li benda kuştineke asayî bimîne, weke ku Aristo digot: «Xizanî bingeha şoreş û tewanê ye».

Rast e jî ku ceza di heman demê de pêwîst e, ji bo ku tewankar bi şaştiyên xwe mikûr bibin û dubere nekin; Lê, ne tenê wisa tê xwestin, ji ber ku ger mirovkujek were kuştin û cezaya xwe bibîne û mijar were tepsandin, dê sibe -hema ne gelek dûr- ji bo pere, nan û avê sed mirovkujên din derkevin holê.

Ji ber wê li gel ku em hewildidin mafê bêgunehan bistînin, divê em koka mijarê baş bikolin û kurmikên ku di nav de bûne hov ji binî ve wêran bikin. Avakirin ne tenê yek bi yekê ye, lê belê yek bi hizir û aqil e. Çimkî ger ne wiha be, em ê bighêjin rojekê -îro weke kurd û paşê weke mirovatî- ku me xwebixwe tune kiriye

* Rojnama Newroz – hejmar /152/ – 11 Tîrmeh 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button