Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

Li Qamişlo kesayetiya welatparêz û Kurdhez ŞEMSEDÎNÊ DERBAS koça dawî kir

Îro, roja Pêncşembê 23.06.2022an, piştî bexwedaneke dirêj bi nexweşiya penceşêrê re, li bajarê Qamişlo, kesayetiya welatparêza navdar Şemsedînê Derbas çav girtin û di 66 saliya xwe de çû ber dilovaniya Xwedê. Berî nîvro di heman rojê de, bi beşdariya gelek welatparêz, dost, heval û hogirên wî, bi xemgîniyeke mezin ew li goristana Qidûr Beg hate veşartin.

Ji biçûkaniya xwe ve, Şemsedînê gorbihuşt xwediyê aşê hêranê bû, bi demê re, asta zanebûna wî ya mîkanîka bilind bû, wî aşên mezin çêkirin, û kompaniyek bi navê «Kompaniya Derbas» damezrand. Ewî, gelek amûrên nû afirandin ku bûn cihê dilxweşiya kompaniyên cîhanê yên navdar û ew li derveyî welêt hatin firotin.

Ji bilî dahênanên (إبداعات) wî di ware çêkirina amûrên pîşesaziyê de, ew kesekî mirovhez bû, destê qencî û alîkariyê dirêjî hejar û belengazan dikir û xemên wan sivik dikirin.

De bila cihê wî bihuşt be, serê malbat, dost û hezkirên wî sax be.

* Rojnama Newroz – hejmar /152/ – 11 Tîrmeh 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button