Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

Li Navenda Qamişlo ya PYDKS Cejna Rojnamevaniya Kurdî hate pîrozkirin

Desteya sernivîser*

Bi helkefta Cejna Rojnamevaniya Kurdî, roja 22ê Nîsanê 2022Z, bi beşdariya birek ji nivîskar, rewşenbîr, berketiyên zimên û hunemendê Kurdê dengxweş birêz Sed Ferso ahengeke pîrozbahiyê lidar ket.

Li destpêkê, ragihandêrê Kurd birêz Dilşad Ebdo xêrhatina mêvanan kir û bi xuleyeke bêdeng li ser giyanê pakrewanan û sirûda netewî EY Reqîb dest bi ahengê kir. Pişt re, nivîskarê Kurd birêz Konê Reş li ser kurtejiyana rojnameya Kurdistanê axivî û hin movikên bijarte jê xwendin, û rola erênî ya malbata Bedirxaniyan di wêjeya Kurdî de da xuyakirin. Herweha, ew li ser dilgermî û comerdiya siyasetmedarê Kurd ê naskirî, gorbihuşt Ismaîl Umer/Serokê Partiya Yekîtî Ya Demokrata Kurd Li Sûriyê peyivî, û çawa di roja Cejna Rojnamevaniya Kurdî de, wî rewşenbîrên Kurd xelat dikirin, bi wan re diçû seyranê û dibû hevparê derd û xemên wan.

Paşê, mamoste Faris Osman li ser pirtûka xwe ya li ser rojnameya Kurdistan çap û belav kiriye peyivî û da zanîn ku xwediyê rojnameyê ji Kurdan xwestiye ew fêrî xwendin û zanînê bibin û guhdanê li têkiliyên Kurd û Ermenan bikin, û bila Kurd nekevin dav û pîlanên Sultan Ebdulhemîd, û her Kurd û Ermen li hember dewleta Osmanî hişyar û yekdest bin.

Pişt re, li ser navê Kovara PIRS û Weşana Newroz, birêz Nûşîn Bêcirmanî gotineke nivîskî pêşkêş kir, ev e deqa gotina wî ye:

(Rojnamevan, dezgehên rojnamegerî û beşdarên birêz…

Bi navê weşana Newroz û kovara Pirs, em salvegera roja rojnamegeriya Kurdî, di roja derçûna yekemîn rojnameya bi navê KURDISTAN li ser destê mîrê gewre Miqdad Midhet Bedirxan li we tevan, pîroz dikin.

Bê guman, rojnamegerî karê westan û serêşê ye, roleke herî girîng di jiyana miletan de dilîze, rojnamegerî her tim têkildarî civakê dibe bo zanîn, bûyer, çalakî, lêkulîn, rapor û hwd, di rûpelên rojnameyan de belav dike. Hewil dide ku kevin, nû û siberoj bi hev ve girêbide. Bi kurtî ji bo em dirêj nekin, rojnamegerî jiyana netewa xwe bi neteweyên din re hevbeş dike.

Miletê Kurd jî ne cuda ye ji miletên din di vê rewşê de, dema yasaya çapemeniyê li Misrê sala 1891ê de derket, nemir Miqdad Midhet Bedirxan jî rêdana weşana rojnameyekê bi navê KURDISTAN xwest û di 22ê Nîsana 1898an de jimara yekê ji vê rojnameyê weşand, weşan jî rewşenbîrî bû, di jiyana miletê kurd bi rola hînkirin û hişyarkirina miletê kurd radibû û di heman demê de jî dengê wî digihande miletên cîhanê. Nemir û weşana wî rastî gelek kelem û rêgirtinan bû, bi sedema destêwerdanên Selteneta Osmanî ku hewil dida di riya fişarê de li desthilata li Misrê bo ku rê li ber bigirin, ji wilo berê xwe dan Ewrupa li wir rojnameya xwe weşandin û cardî vegerehan Misrê, di dawiyê de jimara 31 ya dawî bû li Cinêvê di 4ê Nîsana 1904an de hat weşandin.

Karê rojnamegeriyê di pey re ranewestiya, gelek kovar û weşan jî bi zimanê Kurdî derçûn, mîna Hawar, Stêr Ronahî û hine din jî.  Lê ji sala 57an bandora siyasetê li rojnamegeriyê bûye, hinekî dûrî çand û rewşenbîriyê ketiye. Tevî wilo mînakin hebûn ji rojnamegeriya serbixwe re weke Gulistan, Nûbihar, Zanîn, Newroz û Pirs jî ku ta niha jî di weşana xwe de bi zimanê Kurdî û tîpên Latînî berdewam in.

Newroz û Pirs dê berdewam bin li ser rêça xwe bo xizmeta doza miletê kurd û welatê wî Kurdistan, mil bi mil bi rojnemeyên heyî bo xizneta Çand, zanyarî, ragihandin û zimanê Kurdî.

Silav li Giyanê mîr Miqdad Midhet Bedirxan, mîr Celadet, Cegerxwîn û Apo Osman Sebrî û hemî xebatkarên zimanê Kurdî

Silav li rojnamevanên Kurd

serkeftin ji rojnamegeriya kurdî ya azad re…

Spas

Qamişlo 22/4/2634 K/ 2022 Z

weşana Newroz û Kovara Pirs).

Birêz Dr. Azad Elî/Berpirsê Desteya Kovara El-Hîwar gotineke devkî ji beşdaran re pêşkêş kir, sipasiyên xwe ji wan û komîta amadekara ahengê re derbirî û hin nerîn û pêşinyarên xwe sebareta cejna rojnamevaniyê anîn zimên, û got îde gereke ev aheng bi rengekî nûjen bê pîrozkirin û ew ji vî rengê kernefalî kilasîkî derkeve, û wî tekez kir giringe ragihandina Kurdî nebe çekek di destê partiyan de ku pê şerê hev bikin!

Birêz Newafê Bişar jî gotineke nivîskî pêşkêşî beşdaran kir, ev e li jêr deqa gotina wî ye:

(Cejna Rojnamegeriya Kurdî li we û gelê Kurd pîroz be!

Xwişk û birayên rêzdar…

Beşdarên bi rûmet…

Hemû demên we xweş bin, her dilgeş û şad bin…

Li destpêkê, bi kurtî be jî, dixwazim hinekî li ser dîrok û jiyana “Kurdistanê” çend gotinan bibêjim.

Ji ber sedema nesaxiyê, li zivistana sala 1898an, bi armanca dîtina dermanekî ji êşa xwe re, Mîr Miqdad Midhet Bedirxan ji Istenbolê berê xwe dide Misrê û demekê li paytexta wê Qahîre dimîne. Li wî bajarî dibîne bê çawa ku xelk dixwînin û di warên zanîn, wêje û pîşesaziyê de gavên mezin û berfireh davêjin, bi dehan rojname, kovar û pirtûk têne çapkirin û belavkirin, ew ên ku rêya pêşketinê li ber gel ronî dikin, ramana wî geş dikin û wî bi nûçe û bûyerên giring serwext dikin.

Mîr, bi kul û hesreteke mezin vê rewşê bi ya gelê xwe re berhev dike, digihe wê encamê ku gava pêşîn ji bo pêşketina gelê Kurd, belavkirina zanînê ye. Û pileya pêşîn ji belavkirina zanînê jî weşandina rojname û vekirina dibistanan e. Ji ber vê baweriyê, ew biryarê dide ku dest bi vî karî bike û ji bo Kurdan rojnameyekê bi zimanê Kurdî li Qahîreyê biweşîne, û her car 2000 hejmaran jê rêke Kurdistanê da ku Kurd bixwînin û asta zanebûna wan bilind bibe.

Li roja Pêncşembê 22ê Nîsana sala 1898an xebata wî ber digire û hejmara yekem ji rojnameya xwe ya bi navê KURDISTAN, bi zimanê Kurdî û tîpên Erebî Osmanî diweşîne.

Bi vî karê xwe yê mezin, ku di dîroka gelê Kurd a nûjen de yekemîn rojname bi Kurdî tê çap û belavkirin, mîrê me zimanê Kurdî guhestiye asteke nû. li kêleka zimanên gelên cîhanê cîwar kiriye, rûmeta wî parastiye, û mîna hemû gelan, gelê Kurd jî bûye xwedî ragihandin û rojname, û vêga ew roja dîrokî, ji me re bûye rojeke pîroz, bûye şahî, bûye cejina rojnamegeriya Kurdî.

Di pêşgotina hejmara yekem de, mîrê me armancên xwe ji derxistina rojnameyê wiha diyar kiriye û gotiye:

«…Sed hezar şikr û hemd ji Xwedê te’ala re em misilman xulq kirin, û zanîna i’lm û me’rifetê re hiş û zeka da me. Derheqa e’limandina i’lm û me’rifetê re, gelik ayetên celîle û ehadîsê şerîfe henin. Dinyayê de, çiqas misilman hebin, gund û bajêrên hemiya de, mekteb û medrese û cerîde henin. Dinyayê de çi dibe, çi nabe, cerîde dinivîsin. Heyfa min têt ji Kurda re, Kurd ji gelik qewma zêdetir xwey hiş û zeka ne, camêr in, dînên xwe de rast û qewî ne, xurt in, û dîsa weke qewmên dî ne xwenda ne, ne dewlemend in. Dinyayê de çi dibe, cîranê wan Mosqof çawe ye, wê çi bike, nizanin. Lewma, riya Xwedê de min ev cerîdeya ha nivîsî. Bi izna Xwedê te’ala, paş niho her pazde roja de carekê, ez ê cerîdekê binivîsim.

Navê vê, min kiriye”Kurdistan”. Vê cerîdeyê de, ez ê behsa qenciya i’lm û me’rifeta bikim, li kû derê mirov di’elime, li kû derê medrese û mektebên qenc hene, ez ê nîşa Kurda bikim, li kû derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawe şer dikin, ticaret çawe dibe, ez ê hemiya hikat bikim. Heta niho, kesî cerîdekî holê ne nivîsîye. Ev cerîdeya min a ha, ya e’wilî ye. Lewma, wê gelik kêmayî hebitin. Ez hêvî dikim kêmaya cerîdeyê ji min re binivîsin. Hemî tişt wekî nû çê dibin kêm in, paşê hingî diçe, dikeve rê de. Eve êdî ez ê dest meqsedê bikim. (we mine ellahî el tewfîq)…”

Lê sed mixabin, piştî derçûna vê rojnameyê ku ji Kurdan re cihê dilxweşî û mizgîniyeke mezin bû, zikreş û kîndarên derdora Sultan Ebdulhemîd dilteng û çavsor bûn, ji Xinkar xwestin ku yekser ew rê li ber derçûna vê rojnameyê bigre, rawestîne. Sultan radibe hoşdariyê dide mîr Miqdad û dibêje ez nahêlim li ser qada dewleta Osmanî ku Misir parçeyek jê ye ev rojname bête weşandin!

Mîrê gewre çendî naman ji Xikar re dişîne û hêvî dike ku ew derfet û rêdanê bide rojnameyê ji bo ku ew asta zanînê li ba Kurdan bilind bike, lê Sultan gotin û hêviyên mîr nabihîze, wan red dike! Mîr neçar dibe, piştî belavkirina hejmara 5an a ku roja 27ê Muherrem a 1316 ê Koçî beramberî 16ê Hizêrana 1898an, ew rojnameya xwe radiwestîne û vedigere Istenbolê rûdine, jiyana xwe berdewam dike. Piştî demekê, birayê wî mîr Ebdurehman Bedirxan barê berdewamiya wê rojnameyê hildide ser milên xwe û di pêşgotina hejmara 6an de wiha dibêje:

« …Ev cerîdeya ha, heta niho, birayê min Miqdad Begê dertanî, lakin, çiku Xinkar nehişt ew li Misrê rûnit, vegera Istanbolê. Cerîdeya xwe nikarî Istambolê derînit, seba wê jî çiku mirovê mezin yên dor xinkar hemî xayin, bê esil neseb in, neyarê ciwnmerda ne, çi xesma ku yek ji wan heye navê wî Ebu El Huda ye. Ew temamî esil û neseb mitirb e. Çiku ew ji hemiya bê esiltir e, ji hemiya zêdetir neyarê mala Bedirxan Begê ye. Ew neyarê hemî Kurda ye, navê qencî li Kurdan bibe. Ew Xinkar dixapîne. Be rastî, ew ne Ebu El Huda ye, ew Ebu El Delal e, fusq û hesedê de bê heval e! Ew nahêle lawên Bedirxan Begê cerîdeyek holê derêxin da qencî ji Kurda re bibit. Lewma ez ku lawê Bedixan begê me, ji te’esub û himyeta xwe, ji milkê Xinkar derketim hatim diyarên xerîb da ez vê xidmetê ji weten û ji miletê xwe re bikim. Ji kerema Xwedê hêvî dikim ku Kurd jî pê vê cerîdeyê ji xewa giran a kevnesala şiyar bibin…”

Di merc û hoyên pir dijwar de, ji derveyî sînorên dewleta Osmanî, li derbideriyê û her çend mehan ji welatekî Ewropayê, Ebdurehman Beg 26 hejmarên din weşandine. Û “KURDISTAN” a hêja ku ji gelê Kurd re bûye jêder û samaneke mezin, li hejmara 31an yekcarî radiweste, çavan digre, û navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka gelê Kurd de dinivîse!

Wekî çawa wê demê mirovên zikreş û kîndar ên mîna Ebû Elhuda hebûne, dijayetiya gelê Kurd kirine, îro jî ew bi hizaran hene, û da ku li hember daxwaz û azadiya Kurdan kelem û astengan peyda bikin, ew hemû bi hev re dixebitin û hewl didin dîrokê şûnde vegerînin. Di vî warî de, mînaka herî berbiçav û balkêş rewşa Efrîn, Serê kaniyê û Girê spî ye ku berpirsên dewleta Turkiyê ya dagirker digel hêzên tariyê yên terorist ku navê Artêşa Netewî a Sûriyê li xwe kirine, li ber çavên civaka navnetewî tewanên mezin ên kesnedî dikin, bi darê zorê şêniyên deverên dagirkirî ji gund û bajaran hildikin, Turkmen û Ereban li şûna wan cîwar dikin, dar û daristanan dişewitînin, şûnewarên Kurdan û her tiştê têkildarê dîrok û hebûna wan in, wêran û winda dikin!

Bi kurtî, mirov dikare bibêje ku tewaneke dijî mirovatiyê li deverên Kurdî yên dagirkirî birêve diçe, pêwiste hemû mirovatî li hember wan kirarên hovane serî hilde, û da ku artêşa Turk a dagiker ji xaka Efrînê û hemû deverên Sûriyê vekişe û ew tewanbarên destbixwîn li hember dadgehine dadmend bêne darizandin, kar û xebateke îjdil bike.

Li dawiyê, di vê bîranîna pîroz de, pêwiste em keça Kurd a navdar Zara Muhemedî ya ku ji bo fêrkirina Zimanê Kurdî, ji bal rijêma Iranê ya hov a kevneperest ve bi 5 salan hatiye zindankirin bibîr tînin, û em Cejna wê, û ya hemû xebatkarên zimanê Kurdî pîroz dikin, daxwaza azadî û serbestiya wê dikin, ji ber ku zindan ne cihê xebatkar û aştîxwazan e, lê ew cihê çavsor, sitemkaran e!

Cejna Rojnamegeriya Kurdî li we û gelê Kurd pîroz be!

Spas

22 ê Nîsanê 2022 Z).

Helbestvanê Kurd birêz Zahid Xelef jî gotinek pêşkêş kir û gurzeke ji helbestên xwe yên şêrîn û watedar xwendin.

Rewşenbîr, zimanhez û bizîşk Mihemed Elî Ebdî jî, gotinek bi zimanê xwe yê petî pêşkêş kir, li ser rola Bedirxaniyan di jiyana wêjeyî û ramyarî de axivî, û da zanîn ku derçûna rojnameya Kurdistan sala 1898an, şoreşeke çandî mezin bû, ku asta zanînê li cem Kurdan bilind kir. Herweha, aşkera kir ku îro, zimanê Kurdî di rewşeke nû de dijî, bi sedê hezaran keç û lawên Kurdan bi zimanê xwe dixwînin, bi sedan pirtûk, rojname, roman û helbst têne çapkirin, zimanê Kurdî li dibistan û zanîngehan tê fêrkirin û bi sedan Êzge û TV bi zimanê Kurdî weşanê dikin. Lê, ewî jî tekez kir ku ew dezgeh dûrî propagandeya partiyetiyê bibin, û ragihandin ji bo gelê Kurd û doza wî bibe.

Li dawiyê, birêz Konê Reş bi “Xelat Kemal Henan” hate xelatkirin, û bi deng û awazên hunermend Sed Ferso, aheng bidawî bû.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button