
Îsal, Komîta»Xelata Kemal Henan» biryar da ku xelatê bide nivîskar û lêkolînevanê Kurd KONÊ REŞ-Qamişlo.
Konê Reş, li dirêjiya dehê salan e ku di warê rojnamegerî û nivîsandina bi zimanê Kurdî mijûl e, ji bilî taybetiya guhdan û lêkolînên wî li ser malbata Bedirxaniyan, gelek berhemên wî bi zimanê dê hatine afirandin û pitûkxaneya Kurdî dewlemend kiriye,
Îro, roja Înê, 22ê Nîsana 2022Z, di ahenga Cejna Rojnamegeriya Kurdî de ku li Navenda Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê/Qamişlo hate lidarxistin, bi beşdariya gelek nivîskar, rewşenbîr, zimanhez û hunermendên Kurd, Xelat, radestî nivîskar Konê Reş bû.
Bi navê Komîta»Xelata Kemal Henan», em kekê Konê Reş pîroz dikin û hêviya pîşveçûn û serkeftinê jê re dikin.
Komîta»Xelata Kemal Henan»
Qamişlo
22.04.2022z-2634K
* Rojnama Newroz – hejmar /152/ – 11 Tîrmeh 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.