Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Kurd çi ji hev dixwazin?

Zamdarê Zindî*

Wek hatî nasîn ku şerê bi gotinan û henasî ziyana xwe ji şerê çekdarî ne kêmtir e, şerê çekdarî mervan dikuje, avahiyan û malan kambax dike û hildiweşîne, ew jî bi xwe re derûn û qîret li ba merv diçelimisîne, ku di geregrînka gelşan de bi fetisîn û noq bike, lê  şerê derûnî û henasî bi gotinan vîna merv dişkîne û bêçare dihêle, û baweriyê bi xwe nake ku karekî bike û di golek gumanan de dijî, vîn û hiş ji dest tê girtin, dibe pizdonek û acetê alîkar bi  serketina dijmin re, ji ber bawerî li ba namîne, û pişta xwe dide hemî kar û ustbaran, dibe «kevirê binê bîrê « ne deng vêdikeve û ne jî haya xwe ji bûyerên dinya yê çêdibe.

Ew merv û gelê vîn şikî, xwe radestî xwedê û nêrvînê xwe dikin, û li benda mirinê ne û çareya ji ezmên de jê re dakevin dimînin. Bi nirx û hêza xwe hay nabin, û xwe ji bîr ve dikin ku herdu tişt ji xesyet û taybeta merv in, bi hişê xwe berxwedana hêzên xwezayê û hovan kiriye, û bi ser wan ketiye. Ev li ba hêzên zordar li seranser dîrokê nas bûye, ji ber wê, ew li ser wî şêweyî û rêkê dimeşîne ku hiş û vînê ji merv bistînin û bi şiyana xwedê ve girêdin, û baweriyê li ba wan çêbikin ku ew ne tutişt in, û ne kanin tiştekî bikin, ku kanibin xelkê li pê daxwazên xwe bixweşînin û karê xwe bi wan bikin.

Ev çeka han ji aliyê çewsandarên gelê Kurd ve ji zû de li dijî wan bi karanîne, di pir cih û helwestan de bi ser ketine, ji ber ku zordariya wan ta roja îro dirêj kiriye, û hêj herdu çekan (leşkerî, henasî) bi kartînin. Û gelş, nakok û gizgiziyan di navbera hêz, partî, çîn û herşên civaka kurdî de kûr û tûj bikin ku wan li ser hev bişimtînin ji hev bikin. Ta roja îro dijminên Kurdan di vê pileyê de bi rajetî bi ser ketine. Ji ber wan ûşt û sedeman li her çar perçan malbendek(merce›iyê) konevanî pêk nehatiye, ew şana ne yekbûnê û ji hevketinê ye!

Her çend rojan hukmeta Turkiyê bi serkêşiya serokê xwe Erdoxan gef û guran li herêmên Kurdan û Qesedê dide, bi bihaneya ku terorist in û ewleya me ya netewî gef dikin, piropogedekê li serê Kurdên Sûriyê çêdike, ku dê bi daneserek leşkerî rabe û xweseriya rêvber ji bin ve rake, û herêmek ewle avabike ku penaberên Sûrî lê bi cih bike, û xwe weke berketî û piştgirê wan xwe dike nîşan û hêstirên kentoran dibarîne.

Lê ya rast ew e ku hekumeta Islamî li Turkiyê li sersiyê serê Kurd û demokrasîkirina Sûriyê hez nake. Ew hêzên leşkerî yên îslamî û radîkal bi ser îslama konevanî ve kirine bin destê xwe, ku kar û îşê xwe li herderê bi wan bike. Çi di şerê hundirî yê xwebixwe di Sûriyê de, û çi di şerên derve de (Lîbiya, Ezrbîcan…). Ew baskên leşkerî û nandoz ji xwe re wek cokêr hêştine, ku di çareseriyê konevanî û goftûyan de çi bi dewletên hukardar di rewşa Sûriyê de û çi jî bi rijima Şamê re di dema gerek û pêwîst de bikşîne.

Dewleta Turkiyê çêjmîjî (temijî) bû, ku dema rijîma Şamê di tengayê de wê rikbera leşkerî li Şamê û di ber pozê rijîmê de, wê hîngê derfet hebû, ku rijîm, Rûs û Îranî qayil bibin, ku biveya ketina rijîmê li Şamê bi dûrxînin, û cokêran ji hev re bikşînin, û herêman bi hev biguherin, wek nimûne bajarê Helebê dêvla gundewarên wê, Efrîn dêvla Xota û başûrî gundewarên Idlibê. Lê roja îro dem, mîr û rawş hinekî hatî guhartin. Rijîma li Şamê li ser lingan siknandin û ew jî doza vegerandina hemî herêmên ne di bin destê wê de dike. Ji ber wê tu alî naxwazin tu herêm in din bi hev biguherin, û hemî cokêrên dewleta Turkiyê hemî nas û berçav û aşkere bûne. Ango lîsk li pêş Turkiyê kêm bûne û pir rê li ber hatine girtin û teng bûne.

Lê tiştê hersê aliyên hukardar (Rûs, Îran, Turkiyê) di bin masê re dixebitin û kar dikin, ku yawaş, yawaş ji herêmên di bin serweriya Qesedê de jê bixwin û kêm bikin, ji serweriya rijîmê belaş û bê tu mafan bi Kurdan din. Rûs di guftûgoyên bi Qesedê re bi hophopa Erdoxan û êrîşkirin wî ya leşkerî ditirsîne, ku bê sûde herêmen dibin destan, de radestî rijîma Şamê bike. Ji bona ku ev pilan bi serkeve, hersê alî bi hev re karsazin û kar li dijî Qesedê li hev parve kirine.  Turkiyê rojane şerê xwe yê henasî bi gef û gur û Hophopan, û bi balefirên vê şofêr êriş gundên di bin destê Qesedê dike û kesan dikuje…hwd. Rijîm jî di bin re, êl û eşîrên ne Kurd li serî Qesedê dihurhutîne û aramiyê çênakin, ragihandina Şamê jî li dijî Kurdan diwşe û bi perçekirina welêt bi nav gunehkar dike. Cokêr û kaxeta herî mezin û bi hêz li dijî Qesedê kişandine girtiyên Da›êş di girtîgeha Hesekê de bi şerekî çekdarî livandine, ew cokêr bi berxwedana şervanên Qesedê û piştgiriya dostên wan şewitîne û beravêtî bûne.

Tê xuyan ku Rûs û rijîmê hinekî liva xwe guhartine, ku Rijîmê bi şêweyê leşkerî nerm di bin dirûşma parastina sînor ji êrişên Turkiyê derbasî herêmên di bin dest Qesedê dibin. Ew jî bi têvdana Turkiyê li ser Kurdan û hukariya rijîmê di herêma di bin destê Qesedê de pir û xurt dibe. Merv sibe ji vê livê û hukdariya leşkerî bi tirse ku li dijî Qesedê bixebite û gelş û girêkan re çêbike.

Gelek aşker e û tê xuyan, ku dijminê Kurdan bi şev û roj xew nakin, çi bi dizî û çi jî aşkere dixebitin û pilanan dirêsin û digerînin, ku Kurdan bişkînin, tevî ku çiqas cefa û ked dane û kişandine, û xaka Sûriyê ji roja çêbûye de bi xwîna xwe avdane û hêj didin, nemaze di van salên dawî de, me çiqas ziyan da. Li hember vê babelîtan û kujtaran, tevger û hêzên Kurdî li ku rawestîne û çi dikin? Pirtirî dijmin çi ji hev dixwazin?! Hinan xwe dane rex Turkiya dagirker û hin aliyên Kurdistanî dijîtiya aliyê din dikin. Nakokî û arê bi dijmin re vêxin, di nav xwe de vêdixine her yek alî, dostên û cemwerê xwe li dijî hev li ber germ û tûj dikin. Ev dema pir giring û dîrokî ji bîr kirine û ketine bi rûyê hev, ev kirarin ne baş in. Ger em vê demê bi derdin, tu ax û of, keser û lome ne derman in!

18.06.022 an

* Rojnama Newroz – hejmar /152/ – 11 Tîrmeh 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button