
Roja 06.07.2022an, derengî şevê, li bajarê Efrînê, mamoste Ebdilmenan Şêxo (jidayîkbûn 1946- gundê Qenterê), xatir xwest û ji nav me bar kir.
Siba roja 07.07.2022an, bi beşdariya dost, heval û hogirên wî, bi xemgîniyeke mezin, bi xaka welêt hate spartin.
Mamoste Ebidilmenan, bi hezkirina xwe ji zimanê Kurdî, wekatparêzî û dilsoziya xwe li Çiyayê Kurmênc kesayetiyekî navdar bû.
Bi navê Desteya Newrozê û xwendevanên wê, em serxweşiya malbata wî, dost û hogirên wî dikin.
Cihê wî bihuşt be.
* Rojnama Newroz – hejmar /152/ – 11 Tîrmeh 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.