Rizgarkirina nifşên pêşerojê ji belayên şer di peymana Neteweyên Yekbûyî de di pêşgotina wê ya pêşî de ye, û ev gotin bibûn sedema sereke ji bo damezrandina Neteweyên Yekbûyî yên damezrînerên wê rastî wêranî û şerên Cîhanî hatibûn.
Û parastina aştiyê bibû erkek ji erkên wan ên bingehîn, ku ji hêla civaka navneteweyî ve dihat bikar anîn, û avakirina aştiyê di nav sîstema Neteweyên Yekbûyî de hewldanên jidil bi armanca alîkariya welat û deveran bike, agirbestan dîne û pevçûnan bidawî bike û wan ji qonaxa şer derbasî qonaxek aştiyane bike, û ji bo birêvebirina nakokiyan û danîna bingehên aştî û geşepêdana domdar, û ji bo pêşdebirin û baştirkirina pêvajoya aştiyê û ewlehiyê dixebitîn.
Ji ber vê yek, em dikarin bibêjin berpirsyarê yekem ji ber aştî û ewlehiya Cîhanê de Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ye, ew barê berbirsyariyê hildigire, û ji ber ve berpirsyar e, lê mixabin li vê dawiyê di şerên bûnî û dibin de, helwesta wê ne zelal e û rola xwe qels û lawaz kiriye, û tenê bi daxuyanên şermok bes dike û şerê li dijî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, dagirkirina wan a bêsedem û binpêkirina mafên mirovan li van hersê herêman, û niha jî şerê li Ukranya rûdayî balê her dikişîne ku tu berpirsyar ji bo çareserkirin û rawestandina şer û peydakirina aştiyê naxebite û xuyatir dibe ku, dema berjewendî têne holê, tu wate ji rizgarkirina nifşên pêşerojê û parastina mafên mirovan re namîne, û tu giringî jî ji rêzgirtina serweriya yasayê û bidestxistina aşitiyê re nemaye, tenê di peymana wan de, peyv û gotin in bawerî pê nabe.
* Rojnama Newroz – hejmar /152/ – 11 Tîrmeh 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.