Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Xebatkarê Kurd Ferhad Şiblî tevlî kerwanê pakrewanan bû

Li Herêma Kurdistanê, di dema ku birêz Ferhad Şiblî ji ber nexweşiyê çûbû Herêmê, ew bi balefireke bê ajovan a dewleta Turkiyê hate armanckirin û jiyana xwe ji dest da.

Bi vê bûneya xembar, birêz Mihyedîn Şêx Alî/Sekreterê Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd li Sûriyê YEKÎTÎ, birûskeke sersaxiyê arasteyî malbat, dost û hevalên wî kir.

Ev e li jêr, deqa wegera wê ji zimanê Erebî ye:

Serxweşî

Dilsoztirîn serxweşî ji malbata Pakrewan Ferhad Şiblî û endamên hevserokatiya Rêveberiya Xweser û hemî heval û hezkirên wî re pêşkêş dikim.

Ji nêzîk ve, me gorbihuşt nas dikir û me dizanî ta kîjan redeyê ew dilsozê pirs û doza gelê xwe bû. Di kar û xebatên xwe de, ew zîrek û canfîda bû, her ew geşbîn, xwedî vîn û hêviyên bilind bû. Di têkilî û daûstandinên xwe de, xwediyê zarzimanekî xweş û di nav hevalên xwe de hezkirî bû.

Diho, roja Înê 17ê Hizêrana 2022an, li Herêma Kurdistanê ew ji aliyê belefireke bê ajovan a Turkiyê ve hate armanckirin û li ser rêça xebatê jiyana xwe jidest da, û bi belavûna vê nûçeya dilêş, dilê milyonên Kurdan melûl û xemgîn bû, û ev tewana Turkiyê, cihê rûreşkirin û şermezarkrina wan bû. Nemaze ku dijayetiya dewleta Turkiyê ji hebûn û pirsa Kurd re li her derê hatiye aşkerekirin.

Careke din, li ser navê endam û alîgirên Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê YEKÎTÎ, em serxweşiya malbata pakrewan Ferhad û hemî dost û hezkirên wî dikin.

Qamişlo 18ê Hizêranê 2022 Z

Mihyedîn Şêx Alî

Sekreterê Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê

* Rojnama Newroz – hejmar /152/ – 11 Tîrmeh 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button