Doseya Sûriyê ji hemî şopînerên ku kirîz û gelşa wê dişopînin re berçav e. Di sala ku dewleta Rûsiye 2015 an de li ser daxwaza serokê Sûriyê destêwerdana Sûriyê kir, xwe qijkir û bi hêrs hêzên xwe yên ezmanî derbas bûn, li ber dirûşma parastina dewlta sûrî ji hêzên tundrewên îslamî û terorist. Rast û çep bi firok û mûjekên xwe yên nûjen çerpand wan, ew kirar bû sedemek serkî ji hilweşandina bajar û bajarokên Sûriyê re, û kuştina sîfîlan çi jin û zarokan, û piropagende ji çekên xwe yên nûjen re çêkir û bû bazirgên diduyê li cîhanê di firotina çekan de. Ji ber wê berê çareseriyê gelşa Sûriyê li Cinêv a ku biryara Yekîtiya Netewî pê heye ber bi Esîtene ve ajot, di ser deh kongiran li wir girêdan ne ku ji bona çareseriyê ji doseya Sûriyê re bibînin, lê bû ji bona ku bi Turkiyê û Îranê re bizilma Sûriyê li hev parve bikin, û deverên di bin destên rikbera çekdar de bi Turkiyê din, wek Efrîn bi leşkerê îslamî (Xota) û hin deverên gundewarên Helebê û Îdlibê bi hev guherîn û bajarê Helebê bi hin gundewarên wê guherîn. Ango Rûsiya alîkar bû bi Turkiyê re ku pir herêman ji welêt dagîr bike, û girêkan kiftî li gelşa Sûriyê xin, wan kirarên hevbeş di navbera hersê dewletên misuger bi nav dibûn de hêşt ku rêxistinên terorist çi sune an jî şî›î li ser axa sûriyê cihên pêyên xwe bigirin tevî ku demkî bin jî, ziyanên mezin gihêştin doza guhartina Sûriyê û telbîzê ramana tundrew çi dîn çi netew di civakê de pir bibe û hev parçe bibe û kes kesî nepejrînin, di hemî aliyan de hilweşe, kend û kosp in dijwar li ser rêya çaresera dosa Sûriyê danîne.
Ketina Rûsiya li Sûriye ne bes ku wê ji terorê û parastina dewletê bû, lê nêrîna istratîcî ew e ku pêyên xwe li ber ava germ a deriya Spî bi cih bike û xwe çeke paş xêza mojekên peymana Etlesî li Turkiyê, ji ber wê bargeha Himêmîm ava kir, û bûye bingeh ku di rêya wê re destê xwe bavêje bakurî Efrîqa (Lîbiya, Malî…) kendavê û paş sînorên dewletên Etlesî. Ango kirarên dewleta Rûsiya mezintirîn mandina rijîna sûriyê ye. Û bi dewletên Rojava û Emrîka re li ser kêndiran bilîze, pir tişt jî dan Turkiyê û jê re berdan ku wê ber xwe bikişîne û ji paymana Etlesî bidize û bi dûr xîne, ji ber wê mûjekên S400 dan Turkiyê. Bi wê girêbestê kanî arek berda navbera Turkiyê û endamên Etlesî, li ber wê dike ku derza di nabera wan de kûr û fere bike. Ta roja îro li ser wê rêya ye. Di vir de, merv dikare bêje ku Rûsiya xwe ji bîrvekir ku aboriya wê vê re ne alîkar e ku hemî pilan û pirojeyên xwe pêk bîne. Tê xuyan hêvî û daxwezên xwe ji asta aboriya xwe bilintir in, ew jî ji ramana beramberkirin bi dewletên din re hatiye.
Îro baş zelal e ku pênc leşker li ser axa Sûriyê ne, û hev du virde wêde tvedidin û dikevin qirtikên hev, yek nikane û ne jî dixweze bi yên din re leşkerî bi serkeve, hemî tersî biryara yekîtiya Netewî 2254an dixebitin, tevî ku devkî dibêjin, ji ber ku ew her dewletek bûye nûnerên aliyên hevrikê û dest danîne ser vîna wan û ji xwe re karan pê dikin. Wek çawa dewleta Turk hemî milîsên bi rêxistina Îxwan Elmisilîmîn ve girêdane li her ku bejewendiyê Turkiyê lê heye ew li wirin û bûne nandozên wan, pê êriş Kurdan, Lîbiya, Ezirbîca û …dikin.
Li aliyê din nakokên bincil û sercil di navbera Rûsiya û Îranê de hêj nehatine meyandin û li hevkirin her alîk di tenga xwe re destên berdane kûraniya rewşa Sûriyê, û pircaran bi hev re ne karsaz in û guhlihev nakin. Û girêbestên aborî ji dest hev digirin û li pêş hev direvînin. Lêdanên leşkerî yên ezmanî yên Îsrayîlê ji deverên Sûriyê re dibe sedemek ku nakokî di navbera Rûsiya û Îranê de derkevin û tûj bibin. Ji ber ku Rûsiya çavan li ser lêdanên Îsrayîl dadimirin û bê deng dimîne, Îran jî ji vê rewşê neqayîl e.
Rûsiya kar dike ku dewleta Sûriyê wek berê vegerîne, û di têkliyên diplomasî wîne sira û danişên cîhanê beşdar bike. Lê vê re bi sernakeve, ji ber pir mijar û bend hene Rûsiya lê dilikume û nikane pê rabe, ser defter rewşa aboriya Sûriye ya ketiye astengiyek pir jar û lawaz. A diduyê doseya avakirina derên hilweşîne. Sisê mijara konevanî bi pêşneketiye û hemî rûniştin li dor xwe digerin û ber û çareseriyê nadin. Û hêj dewleta Sûriyê di aliyê diplomasî de kirin quncikekî û jê bi der naxin… Ev bi xwe li ser pişta aboriyê radibin. Lê aboriya Rûsiya ne li pêş e ku kanibe Sûriyê ji nû ve ava bike û piştgiriya aboriya Sûriyê ya ketî bigire û rake. Li vir merv têdigehe ku Rûsiya di hemî mijarên doseya Sûriyê de ne serketiye, xwe wek roviyê ketî ber tepikê virde wêde divebçegirîne lê rizgar nabe, ji ber ku dewletên Rojava û Emrîkan hêştin ku Rûsiya di golgemiriya Sûriy de vegevize, hêj bihayê wê ciqas e, ne bêliye.
Merv dikane bêje ku belkî Rûsiya bi lêdana rikberiya çekdarên îslamî li hin ciyan û kirîn firotina wan bi Turkiyê re serketî be. Lê hêj li Idlibê di mijara Heyet El- tehrîr El- şam re bi serneketiye, û di tenga Kurdan re di bazara Efrînê de bi dewleta Turk a dagîrker re bi serketiye. Lê hîn li rohilatî Ferêt bi ser neketiye. Ta roja îro Rûsiya nikane zûzû leşkerê xwe li orta Qesed xîne, û dibêje em wir di rêya guftûgoyê bi rijîmê re li çareseriyê bigerin. Lê diyare Rûsiya di vê mijarê de pir ne ji dil e, belkî huner û tektîk be jî, tev rewşenbîriya hevpeyvîn û guftûgoyê bi Şamê re yan Kurdane û wiha jî doz dikin û djîtiya paytextê nakin.
Rûsiya û doza Kurd li Sûriyê
Ta roja îro, helwesta Rûsiya di tenge doza kurdî re li Sûriyê pir ne zelal e, û wek belge diyar nekiriye, ne di konevaniya xwe de çi li hundir û çi bi saziyên navdewletî re, û ne nêrîna xwe zelal û aşkere ji dostê xwe re (rijîma Sûriyê) re diyar nekiriye. Mayî têkliya xwe bi Kurdan re tektîkî û huner e, dixweze û kar dike ku Kurdan di bin baska rijêma sûrî ke bê ku mafên wan di destûra Sûriyê ya nû de were mikûr û belgekirin. Ev kirar tûşî vîna kurd û Emrîkan tên, loma her du rojan dirûşima têklî bi rijêmê re hildide wek kaxezek diblomasî li hember kurd û Emrîkan. A rast jî kurd tu carî têkilî û hevpeyvînê bi tu aliyan re rednakin. An jî Rûsiya kurdan bi keftarê Turkiyê ditirsîne û bi ser Kurdan de têv dide ku hin der û herêman ji dest wan bigire û bi rijîmê de, yan bê biha û nirx rijêmê bi serxîne. Tevî lîska Rûsiya û dewletên din bi duseya Sûriyê dilîzin û vedigijgijînin. Divê deriyê têkliyan bi hemiya re li ser piştê vekirî be. Û li rex wê deriyê yekrêziya Kurdan vekirî be û guftûgo di nevber aliyan de ne tektîkî bin, nakokên xwe bi hev re ko bikin, ji ber ku em li ber deriyê biharek konevanî li Sûriyê ne.
2.1.2022 an
* Rojnama Newroz – hejmar /152/ – 11 Tîrmeh 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.